Çalakiyên li dijî maskeyan zêde dibin

Dawiya hefteyê li gelek cihên dinyayê bi hezaran kes li dijî tedbîrên di çarçoveya têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de hatine wergirtin, daketin qadan.

Dawiya hefteyê li Roma, Zagreb, Melboûrne û Brukselê bi hezaran kes li dijî bikaranîna maskeyan çalakî kirin.

Li paytexta Îtalya Romayê, roja Şemiyê piştî nîvro li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de derzîkirina bi zorê ya zarokên di temenê dibistanê de ne û bikaranîna maskeyê ya ji neçarî hate şermezarkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku derzîkirin divê tercîh be û nerazîbûn nîşanî bikaranîna maskeyê li dibistanan a ji neçarî, dan.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Azadiya şexsî nabe ku bê binpêkirin" û "Bijî azadî" hatin hildan.

Roja Yekşemê li paytexta Belçîka Brukselê derdora 400 kesî, dirêjkirina dema tedbîran şermezar kirin.

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî bi hezaran kesî tedbîrên vîrûsa koronayê şermezar kirin.

Li paytexta Hirvatistan Zagrebê bi hezaran kes roja Şemiyê daketin qadan. Tevî ku armanca çalakiyê weke şermezarkirina astengiyên li pêşiya azadiyê hate nîşandan jî pankartên komploger ên mîna "Covîd derew e" hatin hildan. Amadekaran navê "Festîvala azadiyê" li çalakiya xwe kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê jî 29'ê Tebaxê bi hezaran kes li dijî neçariya bikaranîna maskeyê daketibûn qadan.

Dawiya hefteyê li Swîsreyê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Tê payin ku 12'ê Îlonê li Cenevreyê çalakiyek pêk were.