Çalakiyên li başûrê Iraqê berbelav dibin

Li dijî çalakiyên ku li Besrayê ya Iraqê dest pê kirin û her ku diçe li başûrê welêt belav dibin, Serokwezîr Ebadî ferma da artêşê ku xwe kar bikin.

Çalakiyên ku beriya bi çend rojan li Besrayê ji ber sedema kêmbûna xizmetê û qutbûna elektrîkê dest pê kirin li Necef, Meyzan û Nasiriyê yên başûr jî berbelav bûn.

Serokê Meclîsa Bajêr a Zukkarê Hamîd el Hizî got, ‘’Li Zîgarê îro çalakiyan dest pê kir. Gel dixwaze xizmetên sereke yên mîna av û eleektrîkê werin başkirin.’’

Midûrê Polîsan ê Zukkarê bi daxuyaniyekê got ji duh ve di çalakiyan de 36 peywirdarê ewlehiyê 42 kes birîndar bûne.

LI MEYSANÊ XWÎN HERIKÎ

Berdevkê  Çapemeniyê yê Midûriyeta Tenduristiyê yê Meydanê Mihemmed Kinanî derbarê mijarê got, ‘’Di çalakiyan de sivîlek hate kuştin, 15 sivîl birîndar bûn’’ çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku 2 kes mirine û 28 kes birîndar bûne.

Endamê Komîsyona Ewlehiyê ya Necefê Kazim Celîcavî jî got, ‘’Li Necefê çalakvan derketin kuçeyan, destek dane çalakiyên li Basrayê.’’

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî ku ji Brûkselê civîna NATO’yê vegeriya, bi rayedarên ewlehiyê re civiya.

Çalakvan hatin ber otêla ku Ebadî lê ye û hewl dan bikevin hundir.

Çalakvan ji ber sedema ku xizmeta elektrîk û avê kêm didin bang li rayedarên xwecih dikin ku îstîfa bikin.

EBADÎ AXIVÎ

Hate gotin hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevdîrên xwe jidandine, avahiyên hikûmetê têne parastin û rêyên ku diçine ser Herêma Kesk hatine girtin. Ebadî piştî civîna bi Desteya Wezîran re got li pişt çalakiyan hin kom heen. Ebadî got, ‘’Çalakiyên bi rengê aştiyê ji mafê her kesî ye. Lê hin kom berê çalakvanan dane çalakiyên wiha ku ziyanê bidin malê dewletê.’’

Ebadî bang li hêzên ewlehiyê kir ku li dijî çalakiyan li ser peywira xwe hazir bin.

Lîderê Tevgera Sadr Mukteda El Sadr li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ew ê destwerdana li gel qebûl nekin û bang li çalakvanan jî kir ku ziyanê nedin malê dewletê, ew mal ên wan in.