Çalakiyên li Îsfahanê geştir dibe

Li Îsfahanê çalakiyên protestoyê yên ji ber buhabûn, qutkirina av û elektrîkê geştir dibin.

Li Îsfahanê çalakî di roja sêyemîn de didomin û li gelek bajarên din jî belav dibin.

Li navçeya Şapûr Cedîd a Îsfahanê roja Çarşemê çalakî hatin lidarxistin û sloganên ‘Hamaney biteqize’, ‘Ji dîktator re mirin’ û ‘Dijminê me li vir e, ne Amerîka ye’ hatin berzkirin.

Hêzên rejîmê bi bombeyên gazê mudaxeleyê çalakgeran kir û ciwanan agir dadan. Li hin kolanan, hêzên rejîmê ji neçarî bi paş ve vekişiyan.

Li kolanên Emîr Kebîr, Muşhîr El Duwleh û Hazardestanê di navbera çalakgerên Îsfahanê û hêzên dewletê de şerekî giran çêbû.

Li Îsfahanê çalakî di roja sêyemîn de didome û hate diyarkirin ku hêzên dewletê gelek kes destgîr kirine.

Li Tehran û Meşedê jî gel daketin kolanan û çalakiyên protestoyê li dar xistin.

Li Îranê ji ber hişkesalî, kêmbûna riyalê Îranê ya li hemberî dolar, nelirêtî û gelek kêşeyên siyasî û civakî çalakî û grev tên lidarxistin. Ajovanên qamyonan hefteyek e di grevê de ne, li îstasyonên benzînê gel ketine dorê. Rayedarên Îranê jî ketine nav fikaran.