Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li Sûdanê kete roja xwe ya 3’an

Çalakiya bêîtihatiya sivîl a ji bo protestokirina desthilata leşkerî ya li Sûdan û daxwaza rêveberiya sivîl biçe ser desthilatê, kete roja xwe ya 3’emîn.

Li Sûdanê çalakiya bêîtihatiya sivîl di roja 3’emîn de dewam dike. Li welatê ku îro dikan û navendên bazgirganiyê girtî bûn, kolan hema bêje piranî vala bûn. Çalakiya bêîtiahatiya sivîl a îro ku di roja 3’emîn de didome, ji aliyê tevgera bêîtihatiya sivîl a li dijî êrîşên leşker û qirkirinan ve hatiye organîzekirin.

Li welat hêzên peremilîter dewriye digerin.