Çadê ragihand ku ew ji Boko Haram rizgar bûye!

Hikumeta Çadê ragihand ku ew ji çeteyên Boko Haram rizgar bûne. Li gorî hikumetê li herêma Lacê endamekî bi tenê yê Boko Haram nemaye.

Berdevkekî hikumeta Çadê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku ew ji çeteyên Boko Haram rizgar bûne.

Serokkomarê Çadê Îdrîs Deby Îtno ku dawiya hefteyê li herêma Lacê bû, diyar kir ku êdî li vê herêmê "cîhadîstekî bi tenê nemaye'. Deby Îtno ji bo operasyonên li dijî Boko Haram bişopîne çûbû serdana herêmê. Beriya serdanê çeteyên Boko Haram êrişî yekîneyên artêşê kiribûn û derdora 100 leşker hatibûn kuştin.

Li gorî Serokkomar çete çûne Nîjer, Nîjerya û Kamerûnê.

Li gorî daxuyaniyên hikumetê, li giravên Gola Çadê ku li nava sînorê çar welatan e, çete nemane.

Çeteyên Boko Haram ku sala 2009'an li Nîjeryayê derkete holê mehên dawî li herêma Lacê êrişên xwe zêde kirin. Li ser vê yekê artêşa Çadê meha Çileyê neçar ma ku 1200 leşkerên xwe li herêmê bi cih bike.

Her wiha êvara Yekşemê li Kamerûnê di du êrişên xwekujî de 8 sivîlên Kamerûnî jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran çeteyên Boko Haram ji êrişê berpirsyar dîtin.