950 hezar kes nexweş ketin, 50 hezar kes mirin

Li temamî dinyayê herî kêm 950 hezar kes bi koronavîrusê ketin. Hejmara kesên mirine jî bi ser 48 hezaran ket. Li Îtalyayê 13 hezar kes mirin.

TIRKIYE

Dewletê diyar kir ku li welat 15.679 kes bi koronavîrusê ketine û 277 kes jî mirine. Li Stenbolê 117 kes mirine.

Tê diyarkirin ku bîlançoya nexweş û miriyan a li Tirkiyeyê tê veşartin. Kesên ku agahiyên rast didin an tên destgîrkirin an jî ji kar tên avêtin.

Hevkariya civak û rêveberiyên herêmî jî ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê tê astengkirin. Hesabên şaredariyan jî hate blokekirin.

Heta niha li 26 bajaran 335 cih ketine karantînayê.

GIRTÎGEH

Tê diyarkirin ku li girtîgehan jî tu tevdîr nehatiye stendin û bertekên li dijî zagona înfazê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê jî zêde dibe.

Raportorê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê Borîss Cîlevîcs jî bang kir ku divê li Tirkiye û Spanyayê girtî serbest werin berdan.

ŞÎDDETA LI SER JINÊ ZÊDE BÛ

Hate diyarkirin ku ji ber koronavîrusê şîddeta li ser jinê zêde bûye. HDP’ê got ku “Jinên ku di nav malê de tên qetilkirin, berpirsyariya wan di stûyê desthilatdariyê de ye. Desthilatdarî dibêje li malê bimîne û qadeke ewle ava nake.”

LI DINYAYÊ BÎLANÇOYA KORONAVÎRUSÊ

Li DYE’yê hejmara nexweşan 215 hezar derbar kir. Herî kêm 5100 kes mirine. 200 hezar kes jî tedawî dibin.

Lİ Îtalyayê hejmara nexweşan 110 hezar derbas kir û li welat 13155 kes mirin. 17 hezar kes jî pak bûn.

Li Îspanyayê 110 hezar kes nexweş ketin û 10 hezar kes jî mirine.

Li Elmanyayê hejmara nexweşan nêzî 80 hezarî bûye û 948 kes mirin. Dewletê heta niha 1,3 milyar eûro alîkarî daye xebatkar û kargehên biçûk.

Li Îngîltereyê hejmara nexweşan bûye 30 hezar û 2350 kes jî mirine.

Li Belçîkayê 15 hezar kes nexweş ketine û herî kêm hezar kes jî mirine.

Li Fransayê 57 hezar kes nexweş ketine û 4 hezar kes jî mirine.

Li SwîsreyÊ 18 hezar kes nexweş ketine û 500 kes jî mirine.

Li Îranê jî hejmara nexweşan 50 hezar derbas kiriye û 3100 kes jî mirine.

Li Çînê vîrus ketiye bin kontrolê û 35 nexweşên nû hatin tespîtkirin. Hejmara nexweşan jî bûye 81.589. Li Çîn3e 3318 kes mirine û 76 hezar kes jî pak bûn.