800 koçber hatin rizgarkirin, gelek koçber winda ne

Ji koçberên ku ji welatên Afrîkayê berê xwe dan Ewropayê, 800 kes hatin rizgarkirin, lê herî kêm 14 koçber li Derya Spî 'winda' bûn.

Hate ragihandin, di operasyonên yekîneyên deryayê yên hikumeta Spanyayê de, li Derya Spî koçberên di 12 botên plastîk de bûn hatine rizgarkirin. Hate gotin, 590 kes di van botan de hebûn.

Di operasyonên yekîneyên parastina sivîl ên Spanyayê de jî 188 kes koçber hatine rizgarkirin.

Li gorî gotinên koçberên hatin rizgarkirin, herî kêm 14 koçber li Derya Spî winda bûne.

Koçberên ku salên dawî bi giranî berê xwe didan Yewnanîstan û Îtalyayê, îsal piranî diçin Spanyayê. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Spanyayê, ji destpêka salê ve 50 hezar koçber bi 2 hezar bot û keştiyan gihîştine Spanyayê.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di heman demê de 600 koçberên hewl didan xwe bigihînin Spanyayê jiyana xwe ji dest dan. Par bi giştî 224 koçber li peravên Spanyayê jiyana xwe ji dest dabûn.