52'yê Trûmp û 290'ê Rûhanî tê çi maneyê?

Piştî ku Trûmp gef li Îranê xwar ku wê li 52 tesîsên wan ên çandî bixin, Rûhanî jî 290 bi bîr xist.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp Şemiyê bi daxuyaniyekê gef li Îranê xwar û got, wê 52 tesîsên çandî bibin hedef.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî Duşemê li ser Twîtterê got, ''Ti caran gefê li neteweya Îranê nexwin'' û got,''Ên ku hijmara 52'yê bi bîr dixin, bila 290'î bînin bîra xwe. #IR655''

BALEFIRA ÎRANÊ ÇIMA HATE ŞIKANDIN?

Rûhanî bi vê daxuyaniya xwe şikandina balafira Aîr 655'ê bi bîr xist, ku 3'yê Tîrmeha 1988'an bi moşekeke ji keştiya şer a Emerîkayê hatî avêtin balafira rêwiyan a Aîr 655 hatin şikandin û 290 kesên di balafirê de miribûn. Di nav van de 66 zarok hebûn. Derbarê vê êrîşê dema şerê Îranê û Iraqê hatî kirin, li gorî guhartoya Emerîkî, balefira rêwiyan bi balefirra şer a F-14'ê hate xelitandin. Zelal nebû bê ka balafira rêwiyan bi şaşî hate şikandin an bi zanebûn. Serokê wê demê Ronald Reagen û Alîkarê Serok George H. W. Bush guhartoya ku ji keştiya şer derketî desptêkê destek kirin. Bi gotine dî, îdîa kirin ku balafir ji korîdora hewayê derketiye. Piştre hate diyarkirin balefir ji ber ku nizm çûye, miretabatên keştiyê şelişîne. Lê li gorî Îranê ev moşek sinyala wê bûn ku Washîngton li dijî Îranê li gel Iraqê bisekinin.

Îranê ti caran bawer nekir ku DYE'yê bi şaşî li balafirê daye. Hasan Rûhanî Nîsana 2019'an di daxuyaniyekê de got, ''Kî dikare qebûl ibke ku we balefira Aîrbûsê ya li ber rabûnê bi F-14'ê re xelitandiye? We dixwest vê ji neteweya Îranê re bibêjin: Ti xeteke me ya sor nîne. Em ê zarokan jî, jinan jî bikujin (...) Peyama we peyameke terorîst e ku we ji hemû cîhanê re şandiye.''

1996'an DYE'yê ji 100 milyon dolarî zêdetir tazmînat da Îranê. Lê Îran ev 30 sal in li bendê ye ku DYE bi fermî lêborînê bixwaze. Georges H. W Bûsh got ew ê ti caran lêborînê nexwazin.

HIJMARA 52'AN Û SÛCÊ ŞER 

Trûmp jî bi hijmara 52'an 52 kesên ku 1979'an li sefaretxaneya Emerikayê ya li Tehranê hatibûn rehînkirin bi bîr xist. Ev kes 444 rojan hatibûn rehînkirin. Lê gefxwarina Trûmp a li ser 52 tesîsên çandî rê li ber nîqaşeke dî vekir. Ji ber ku kirina hedefê ya mîrateya çandî sûcê şer e. Pentagon daxuyanî hinekî rast kir û got, ''Bi çarçoweya yasayî'' wê vê bikin.

Her wiha generalê Îranî Huseyîn Selamî jî bi zimanekî girtî got,''Em her wiha ji dijminên xwe re vê dibêjin: Em ê tola xwe hilînin û heke dîsa êrîşê bînin, em ê tiştên ku ew miriyê wê ne bişewitînin. Ew dizanin ku em behsa kîjan deveran dikin. ''