50 sal in ku parlamentoyeke wiha rastgir li Yewnanistanê ava nebûye
Roja Yekşemê li Yewnanistanê hilbijartin çêbû û partiya Mîçotakîs bû desthilat, vê hilbijartinê, sê partiyên rastgir ketin meclîsê.
Roja Yekşemê li Yewnanistanê hilbijartin çêbû û partiya Mîçotakîs bû desthilat, vê hilbijartinê, sê partiyên rastgir ketin meclîsê.
Partiya Demokrasiyê ya Nû ya Kîrîakos Mîçotakîsê rastgir ku hilbijartinên 21’ê Gulanê bû yekemîn, lê parlamenterên ku derxistin têrê avakirina hikûmetê bi tena serê xwe, nekir, Mîçotakîs bang kir ku bila cardin hilbijartin çêbibe.
Roja Yekşemê cardin hilbijartin çêbû û Partiya Demokrasiyê ya Nû ji sedî 40,56’ê dengan girt û 158 parlamenter kar kirin.
Dengên Reqîba Demokrasiya Nû partiya Syrîza gelek ketin, bi girtina ji sedî 17,38’ê dengan bû partiya duyemîn û encax karî 48 parlamenteran kar bike.
Pasok-Kînal a sosyalîst, ji sedî 11,48, KKE ya komunîst, ji sedî 7,69, Spartîatesa zêde neteweperest, ji sedî 4,63, Çareseriya Yewnan a neteweperest ji sedî 4,44 û Nîkî ku partiyeke Xirîstiyan a neyartiya xerîban dike, ji sedî 3,69 deng wergirtin.
Li gor analîstên siyasî, ji sala 1974’an ta bi niha ku demokrasî hatiye sazkirin, tu car parlamentoyeke ewqas rastgir ava nebûye.