3 wezîrên Swêdî li ber destê Dîwana Bilind in

Ji ber ku der barê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê agahiyên şaş dan raya giştî, Partiya Çep li dijî sê wezîrên Swêdî serî li Dîwana Bilind da.

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ragihand, der barê 3 wezîran de yên ji bo veşartina firotina çekan ji Tirkiyeyê re agahiyên şaş dan raya giştî wan serî li Dîwana Bilind dan.

Sjostedt got, "Nabe ku çekên Swêdê li dijî Kurdan bên bikaranîn ku Dewleta Îslamê têk birin" û diyar kir, wezîrên Swêdî firotina çekan ji bo Tirkiyeyê weke malzemeyên alîkariyê nîşan dan û bi vî rengî raya giştî xapandin.

Bi navê Partiya Çep Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig serî li Dîwana Bilind da. Ji Dîwana Bilind xwest ku daxuyaniyên Wezîra Karên Derve Ann Lînde, Wezîrê Koç û Edaletê Morgon Johansson û Wezîrê Karên Hundir Mîkael Damberg ên li ser firotina çekan lêkolîn bike.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên di 9'ê Çileyê de li dijî Bakurê Sûriyeyê û Rojava da destpêkirin, bû sedema nerazîbûna raya giştî û bi daxwaza partiyên siyasî hemûyan ên li parlamenta Swêdê, hikumet neçar mabû ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

FIROTINA ÇEKAN JI BO TIRKIYEYÊ DI NAVA SALEKÊ DE BI SÊ QATÎ ZÊDE BÛ

Li gorî statîstîkên ji raya giştî re hatin eşkerekirin, di sala 2018'an de ji Tirkiyeyê re bi 298.9 milyon kronî çek hatibû firotin.

Di serî de Wezîra Karên Derve Ann Lînde wezîrên Swêdî îdîa kiribûn ku çekên ji Tirkiyeyê re hatine firotin ne ew çek in ku di şer de bên bikaranîn û malzemeyê ji bo alîkariya lezgîn in.

Rêveberên Komeleya Aştiyê ya Swêdê ku rêxistina herî kevn a li dijî şer a cîhanê ye di gotarên xwe de yên li rojnameyên sereke yên Swêdê destnîşan kiribûn, ku daxuyaniyên wezîran ên li ser firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rast nînin û Swêdê çek û malzemeyên ku di şer de tên bikaranîn firotiye Tirkiyeyê.

Li gorî statîstîkên ji aliyê Komeleya Aştiyê ve hatin weşandin, Swêdê li gorî sala 2018'an bi sê qatî zêdetir çek firotiye Tirkiyeyê.

WEZÎRAN RAYA GIŞTÎ XAPANDIN

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Swêdê Sevnnelig di serlêdana ji bo Dîwana Bilind de ragihand ku her sê wezîran bi daxuyaniyên xwe yên li televîzyon, radyo û rojnameyan firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê veşartin û raya giştî xapandin.

ÇEKÊN SWÊDÊ DI DAGIRKIRINA ROJAVA DE HATIN BIKARANÎN

Svenneling der barê mijarê ji me re axivî û diyar kir, berpirsyariya wezîran e ku raya giştî rast agahdar bikin, lê belê ji bo veşartina çekên ji Tirkiyeyê re hewl dan.

Svennelig destnîşan kir, ji ber pîvana nepenîtiyê ya tund ew tam nizanin kîjan cûreyên çekan ji Tirkiyeyê re hatine firotin û got, "Berevajî gotinên wwezîran, ne tenê malzemeyên alîkariyê û betanî ji Tirkiyeyê re hatin firotin. Ji ber ku ev nakevin kategoriya çekên cuda. Malzemeyên ji pola yên ku êlekên fîşek pê re naçin tên çêkirin, bernameyên di şer de tên bikaranîn û malzemeyên bi vî rengî ji Tirkiyeyê re hatin firotin."

Svennelig anî ziman, wêne hene ku nîşan didin qemyonên şîrketa Scanîayê ji aliyê dewleta Tirk ve di dema dagirkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine bikaranîn.