3 hefte beriya êrîşan, haya Îsraîlê ji plana Hamasê hebû!

Saziya medyayê Kan, diyar kir ku 3 hefte beriya êrîşên 7’ê Cotmehê, haya îstixbarata Îsraîlê ji plana êrîşa Hamasê hebû.

Kan a ku li Îsraîlê weşana civakî dike, ragihand ku beriya demeke ji 3 hefteyan kurttir haya îstixbarata leşkerî ji plana Hamasê hebû. Ku di vê êrîşa 7’ê Cotmehê de nêzî 1.200 kesan jiyana xwe ji dest dan û Hamasê li Îsraîlê bi sedan kesan dîl girt.

Li gorî nûçeyê 19’ê Îlonê yekîtiya bi hejmara 8200 a ji guhdarkirinan berpirsyar, bi armanca ku bi ser çeperên leşkerî û kîbbûtzlarên li başûrê welêt de bê girin, raporek amade kir. Ku vê raporê perwerdeya yekîneyên bijartî yên Hamasê bi detay dikir.

Saziya medyayê diyar kir ku rayedarên îstixbarayê yên di bin bunyeya Fermandariya Leşkerî ya Başûr de ya ji Xezeyê berpirsyar, ji vê raporê agahdar bûn. Saziya medyayê ev rapor sparte rayedarên ewlehiyê yên ku navê wan nehate eşkerekirin.

Di belgeyê de tê diyarkirin ku Hamasê “200 yan jî 250 dîlgirtî” armanc dikir. Di 7’ê Cotmehê de Hamasê di encamê de 251 kes revandin. Li gorî artêşa Îsraîlê hîna jî ji vane 116 kes li Xezeyê tên girtin, 41 jî mirin. Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, şer di nava wexteke ji 9 mehan kurttir de bû sedema mirina 37 hezar û 396 kesan û piranî jî sivîl 85 hezar û 523 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû beriya ku şerê li Xezeyê bi dawî bibe, bi israr red dike ku têkildarî bûyera 7’ê Cotmehê komîsyoneke lêpirsînê ya fermî ava bike.