Zêdeyî mîlyarek mirov bi xwendin û nivîsandinê nizanin

Rêjeya xwendin û nivîsandinê, ku ji bo pêşketina civakî-aborî diyarker e, li gelek welatan hê gelekî kêm e.

Welatên endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 2015'an bi navê "Armancên Peşketina Domdarî" hin armanca danîn pêşiya xwe û 193 welatan mohra xwe danîn binê van armancan. Yek ji van armancan jî ew bû, ku heta sala 2030'î hemû ciwan û beşeke girîng a jin û mêrên gihayî bi xwendin-nivîsandin û hesabkirinê zanibin.

Li cîhana ku nifûsa xwe 7,5 mîlyar e, tê texmînkirin ku 760 mîlyon mirov hê bi xwendin û nivîsandinê nizanin. Ev hejmar tenê ji mirovên gihayî pêk tê. Ev jî tê wê wateyê, ku yek ji pênc kesên gihayî bi xwendin û nivîsandinê nizane, qet neçûye dibistanê ya jî kêm pê zane.

Tevî vê yekê, rêjeya hînbûna xwedin û nivîsandinê di navbera salên 1990 û 2014'an de zêde bû. Mirovên bi xwendin û nivîsandinê nizanin, bi giranî li welatên xizan dijîn.

Li gorî daneyên Hezîrana 2016'an ên ÛNESCO'yê, tevî hin pêşketinên navbera salên 1990'î - 2014'an jî, rêjeya mirovên gihayî yên li 16 welatan bi xwendin û nivîsandinê nizanin, 50 ji sedî ye. Li Komara Afrîka ya Navîn, Afganîstan, Benîn, Bûrkîna Faso, Çad, Peravên Diranên Fîlan, Etiyopya, Gîne, Haîtî, Malî, Lîberya, Morîtanya, Nîjer, Senegal, Sîerra Leone û Sûdan a Başûr, rewşa piraniya civakê ev e.

BI GIŞTÎ ZÊDEYÎ 1 MÎLYAR MIROV BI XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ NIZANE

Sala 1990'î, rêjeya zarokên kêmî 15 salî bi têrkerî bi xwendin û nivîsandinê zanin, 83,3 ji sedî bû. Ev rêje sala 2014'an gihîşte 90,6 ji sedî. Tê texmînkirin ku 263 mîlyon zarok bi xwendin û nivîsandinê nizanin.

Di nava mirovên ji 15 salî mezintir de ev rêje ji 75,9 ji sedî gihîşt 85,3 ji sedî. Lê hê jî 758 mîlyon mirovên gihayî bi xwendin û nivîsandinê nizane.

Bi taybetî, li welatên mîna Afganîstan, Malî, Gîne, Peravên Diranê Fîlan, Komara Afrîka Navîn û Sûdan a Başûr ku şerê navxweyî lê diqewime ya jî krîza aboriyê lê heye, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya zarokên kêmî 15 salî di bin 50 ji sedî de ye.

SERKETINA HERÎ MEZIN LI WELATÊN BAKURÊ AFRÎKAYÊ PÊK HAT

Li gel van encamên neyînî, pêşketina li hin herêman jî balê dikişîne. Li gorî daneyên ÛNESCO, li welatên li Bakurê afrîkayê, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya di nava mirovên gihayî de, ji 47 ji sedî gihîşt 77 ji sedî. Li Başûrê Asyayê, rêjeya xwendin û nivîsandinê 47 ji sedî bû, lê ev rêje sala 2014'an gihîşt 70 ji sedî. Li welatên li rojavayê Asyayê ev rêje ji 72 ji sedî gihîşt 90 ji sedî. Li welatên rojhilata dûr ev rêje ji 79 ji sedî gihîşt 96 ji sedî.

Li welatên li Bakurê Afrîkayê, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya di nava ciwanên 15-24 salî de ji 68 ji sedî gihîşt 95 ji sedî. Li başûrê Asyayê, ev rêje ji 60 ji sedî gihîşt 87 ji sedî.

Di nava sê welatên destpêkê de ku rêjeya xwendin û nivîsandinê di asta 99 ji sedî de ye, Kuba ya bi sosyalîzmê tê birêvebirin û Ermenîstan cih digirin.

Li gorî heman daneyan, hejmara welatên ku rêjeya xwendin û nivîsandina ciwanên xort û keç nêzî hev in, hê gelekî kêm e.

Li gorî daneyên sala 2014'an, di nava 158 welatan de li 112 welatan di navbera zarokên keç û xort de xwendin û nivîsandinê di heman rêjeye de ye.

DU JI SÊ PARÊN MIROVÊN BI XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ NIZANIN JIN IN

Di nava mirovên gihayî yên bi xwendin û nivîsandinê nizanin de 63 ji sedî jin e. Ev pirsgirêk bi giranî li welatên rojhilat û başûrê Asyayê û li welatên Afrîkayê yên Sahrayê dewam dike. Li van welatan, rêjeya jinên xwende yên zêdeyî 15 salî, li gorî mêran yek ji çar paran kêm e. Li gelemperiya cîhanê jî ev cudahî 9 ji sedî ye.

Li welatên rojhilat, başûr û rojavayê Asyayê jî, rêjeya keç û xortên xwende hema bêjin weke hev e.

Li 'herêmên' pêşketî yên weke Kafkasya, Asya Navîn û Latîn Amerîkayê, li Karabîkan rêjeya xwendin û nivîsandinê ya jin û mêran weke hev in.

Di nava 50 salên dawî de, bi taybetî li Kamboçya, Erître, Lîbya, Rûanda û Tûnisê cudahiya navbera jin û mêr de ya ji aliyê xwendin û nivîsandinê ve hate kêmkirin.