2 gorên 3 hezar û 500 salî li Misrê hatin dîtin

Li bajarê Lûksor ê Misrê, du gorên 3 hezar û 500 salî hatin dîtin.

Li bajarê Lûksor ê li başûrê Misrê, du gorên 3 hezar û 500 salî hatin dîtin. Hat ragihandin, gorên li aliyê rojava yê Çemê Nîlê hatin dîtin, yên esîl û rayedarên payebilind ên dewletê ne.

Li Lûksorê gelek perestgeh û gorên ji serdemên cuda yên Misra antîk mayî, hene.

Wezîrê Berhemên Berê Halîd el Ananî  der barê mijarê de got, "Bi rastî jî rojeke awarte ye. Gorên taybet ên Xanedaniya 18. ji xwe dihatin zanîn. Lê cara yekê ye dikevin nava van goran."

Ananî ragihand, ev keşf di encama hewldanên wezaretê de ku ji bo ji nû ve zindîkirina endurstriya tûrîzmê ya Misrê dihate kirin, pêk hatiye.