'1500 kesên li nava refên DAIŞ'ê şer kirin, vegeriyan Ewropayê'

Koordînatorê Têkoşîna li dijî Terorê ya Yekîtiya Ewropayê Gîlles de Kerchove got, 1.500 kesên li Sûriye û Iraqê weke çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, vegeriyan welatên Ewropayê.

Koordînatorê Têkoşîna li dijî Terorê ya Yekîtiya Ewropayê Gîlles de Kerchove serdana Tûnisê kir û bi Wezîrên Karên Hundir, Parastin û Edaletê yên Tûnisê re rûnişt.

Kerchove piştî hevdîtinê, li avahiya Yekîtiya Ewropayê ya li paytext Tûnisê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê, 1.500 kesên li Sûriye û Iraqê di nava refên rêxistina terorê DAIŞ'ê de şer kirine, vegeriyane welatên Ewropayê."

Kerchove got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vegera şervanên Ewropî yên DAIŞ'ê zêde bûn, pêwîste Ewropa sînorê xwe biparêze û tedbîrên pêwîst bigire."

Kerchove eşkere nekir, bê mebesta wî ji van tedbîran çi ye.