Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Parîsê, hejmara kesên ji ber sûcdariya terorîzmê li Fransayê ketine ber lêpirsînê yan jî li wan tê gerîn, gihîştiye 1236 kesî. 355 ji van hatin girtin, yên mayî jî bi biryara girtinê li wan tê gerîn.
Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, di sala 2015'an de têkildarî 13 kesên ji 18 salî biçûk gilîname hat amadekirin û ev hejmar di sala 2016'an de gihîşt 51 kesî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, piraniya van kesan tevlî komên çete yên li Sûriye û Iraqê bûne û 693 ji van jî endamên DAIŞ'ê ne. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ji welatiyên Fransayê yên guman ji wan heye tevlî DAIŞ'ê bûne, 288 jin in û 20 jî zarok in.
Roja 13'ê Mijdara 2015'an li bajarên Parîs û Saînt-Denîsê komkujî hatibûn kirin û 132 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Di 14'ê Tîrmeha 2016'an de, endamekî DAIŞ'ê êrîşî pîrozbahiyên li bajarê Nîce kiribû û 86 kes kuştibû. Wekî din, 2 endamên DAIŞ'ê yên di meha Tîrmehê de êrîşî dêrekê kirin, rahîbê dêrê kuştibûn û hin endamên dêrê jî birîndar kiribûn.