120 hezar Rohîngyayiyan xwe spartin Bangladeşê
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber bûyerên li Myanmarê nêzî 123 hezar û 600 kesan xwe spartin Bangladeşa cîran.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber bûyerên li Myanmarê nêzî 123 hezar û 600 kesan xwe spartin Bangladeşa cîran.
Yên xwe spartine piranî misilman in. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava rojekê de 37 hezar penaberan sînorê Bangladeşê derbas kirin. Hejmara kesên ku xwe spartina Bangladeşê 400 hezar derbas kiriye.
Piştî ku Artêşa Rizgariyê ya Rohîngyayê ya Arakanê di 25’ê Tebaxê de êrîşî 30 bendên polîsan kir, şîddet zêdetir bû.
Berxwedêrên Arakanê dibêjin ku ew mafên gelê Rohîngyayê diparêzin. Piştî 25’ê Tebaxê jî Artêşa Myanmarê li Rakhînê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.
Li gorî bîlançoya fermî heta niha 400 kes mirin. Ji nav van jî 370 kes jê berxwedêrên Rohîngyayê ne.
Di bîlançoya fermî de qala binpêkirin û sûcên şer ên artêşê nayê kirin. Li gorî Tora Mafên Mirovan a li Myanmarê ya ku navenda wê li Londrayayê ye, li Myanmarê li dijî misilmanan pêkutiyeke sîstematîk tê kirin.
Vê nerazîbûna rêxistina mafên mirovan xwe dispêre şahidiya 8 mehên dawîn a 350 kesên li 50 bajar û navçeyên cihê dijîn.