12 welatan piştgirî dan pêşniyara RSF'ê

12 welatan destek dan pêşniyara "peymana nûçe û demokrasiyê" ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF).

Banga li ser peymana bi pêşengiya RSF'ê hate amadekirin, ji aliyê 25 kesên navdar ve destpêka meha Mijdarê hatibû kirin. Bang li rêveberen navneteweyî hatibû kirin û ji wan hatibû xwestin ku di nava salekê de dest bi pêvajoya siyasî bikin ji bo ev peyman were îmzekirin.

RSF bi vê hewldanê re pêşniyar dike ku qada agahî û ragihandina global weke mîrateyeke hevpar a mirovahiyê bê dîtin ku azadî, pir rengî û wergirtina nûçeyan bên garantîkirin.

12 welatên ku piştgiriyê didin vê hewldanê: Fransa, Kanada, Bûrkîna Faso, Costa Rîca, Danîmarka, Letonya, Lubnan, Lîtûanya, Norwêc, Senegal, Swîsre û Tûnis.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Yekşemê li Forûma Aştiyê axivî û got, "Li her derê êrîşa îdeolojiya cîhadîst, rejîmên otorîter û tevgerên tund hene ku li her cihî xwe weke dijminê azadiyê nîşan didin, dixwazin kontrol bikin, sansur bikin, modelên xwe bifiroşin, kampanyayên dezenformasyonê belav dikin û êrîşê dibin ser rojnamevanan."

Macron bi wesîleya pêşkêşiya RSF'ê axivî û işaret bi tevna medya civakî û înternetê kir. Macron got, ev yek derfetên nû pêşkêş dikin jî, di heman demê de ji bo manîpulekirina nêrînan û qelskirina aboriya medyayê firsendên nû diafirînin.

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû jî işaret bi wê yekê kir ku ev amûrên nû dikarin ji bo kîn û şer bên bikaranîn.

Serokkomarê Senegalê Macky Sall got, "Mafê agahîgirtinê ne tenê mafê welatên pêşketî ye. Li Afrîkayê ji bo parastina rojnamevanan û afirandina mercên azad ji bo vî pîşeyî, îradeyeke xurt derdikeve holê."

Serokkomarê Tûnisê Bejî Kaîd Esebsî got, "Em welatekî Afrîkayî, Ereb û Misilman in. Li nava van gelan pîvanên azadiya nêrînê zêde bi cih nayên anîn. Lê em amade ne ku li Tûnisê hurmetê nîşanî azadiya nûçeyan bidin, ji ber ku me dest bi pêvajoyeke demokratîk kirin."

RSF'ê diyar kir ku tevlîbûna serokên dewlet û hikumetan li vê peymanê "hewldaneke dîrokî" ye.