10 namzet dixwazin werin şûna Theresa May

Bi îstîfaya Theresa May re ji bo serokatiya Partiya Mûhafazakar û serokwezîriyê navê gelek namzetan eşkere bû.Tê diyarkirin ku namzetê herî xurt Borîs Johnson e.

Serokwezîr Theresa May a ku projeya veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê di demê de pêk neanîbû, diyar kiribû ku piştî meha Tîrmehê wê ji peywirê veqete. Piştî îstîfaya May him ji bo serokatiya Partiya Mûhazakar (Torîs) û him jî ji bo serokwezîriyê 10 siyasetmedan serî lê dan.

Wezîrê berê yê karê derve Borîs Johnson jî di nav de 10 namzetan duh herî kêm îmzeya 8 parlementeran pêşkêş kirin. Piştre ji nav van kesan wê 2 kes werin hilbijartin. Endamên Partiya Mûhafazakar wê piştre ji bo serok û serokwezîriyê yekî hilbijêrîn.

Di nav namzetan de Borîs Johnson ê ku Brexîtê diparêze, derdikeve pêş. Johnson demekê şaredartiya Londrayê jî kiribû.

Namzetên ku ji bo şûan Theresa May bêtir li dijî Brexîtê ne. Wezîrê karê navxweyî, yê tendirustiyê, du wezîrên ku alîgirên Yekîtiya Ewropayê ne, di nav namzetan de hene.