'Ziman şertê hebûna mirovan e'

Nivîskar Îrfan Babaoglû bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî axivî û got, "Ziman hebûna mirovan e, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û di nava gel de belav bikin. Em Zimanê Kurdî bikin zimanê rojane û nivîskî."

Kovara Hawarê 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê rewşenbîr û zimanzanê Kurd Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî ve weke banga Hawara Kurd a ziman li Şamê hate derxistin. Roja destpêkê ya weşandina kovarê, 15'ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê binavkirin û pîrozkirin.

Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî kesên weke; Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza bi Kovara Hawarê xwegihandin hawara Kurdan. Ji ber xebatên giranbuha destpêka weşana Kovara Hawar weke Roja Cejna Zimanê Kurdî hate pejirandin û li seranserê Kurdistanê 15'ê Gulanê tê pîrozkirin.

HAWARA KURD; HAWAR

Hawara zanîn û têkoşîna zimanê Kurdî, Kovara Hawar sala 1932'an heta 1943'an 11 salan weşana xwe domand û bi 57 hejmaran bi wêjeya Kurdî wek koleksiyoneke bêhempa cihê xwe girtiye. Di heman demê de yekemîn kovar e ku bi awayekî sîstematîk û domker weşana xwe bi tîpên Latînî kiriye. Yekemîn hejmara kovara Hawar 15'ê Gulana 1932'an derket û heta 15'ê Tebaxa 1943'an 57 hejmar hatin weşandin. Cihê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriye Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovareke polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji edebiyata Kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn ên kovarê de wiha dibêje: "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me wê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê yê pêşîn e."

LI GEL KURDÎ RÛPELÊN FRENSÎ Û EREBÎ

Her wiha li gel Kurdî di her hejmarekê de 3-4 rûpelên Frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên Kurdî yê kovarê bi alfabeyên Latînî û Erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew bi temamî êdî bi Latîni dihat weşandin. Naveroka hemû hejmaran dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn de zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn de di wêjeya Kurdî de bûn kesên navdar.

'HÊZA XWE JI DÎROKÊ DIGIRE'

Nivîskar Îrfan Babaoglû li ser zext, rewşa û xebata Zimanê Kurdî ji ANF'ê re axivî. Babaoglû da zanîn ku Zimanê Kurdî bi sedan salane ji aliyê neteweperestan ve hatiye dorpêçkirin û hemû dewletan dixwestin Zimanê Kurdî ji holê rakin, lê belê ev zimanê qedîm hêza xwe ji dîrokê digirt û heta vê serdemê li ber xwe da. Babaoglû anî ziman ku xetere û polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman neqediyane û wiha axivî: "Li çar aliyên welêt polîtîkayên tinekirin û pişaftinê bê navber li ziman didomin. bi taybetî salên dawî li Bakurê Kurdistanê ji bo ziman neyê pêşxistin û neyê axaftin li ku derê sazî, dezgeh û peyvên Kurdî hebin hemû hatin qedexekirin. Armanca sereke ew bû ku vî zimanê qedîm qedexe bikin, neyê li bîra kesan û ji holê rakin. Li gel hemû qedexe û zextên li ser ziman ev ziman ji aliyê mîlyonan ve tê axaftin. Ev jî hêza xwe ji dîrokê digire û li her derê belav bûye."

'ZIMAN ŞERTÊ HEBÛNA MIRVAN E'

Babaoglû bilêv kir ku ev roja qedîm bi Kovara Hawar dest pê kir û heta roja me ya îro bi dehan weşangeriyên Kurdî weşanê dikin. Babaoglû destnîşan kir ku Kovara Hawar bingeheke mezin ji bo Zimanê Kurdî ava kir û wiha pê de çû: "Ji bo pêşxistina ziman xebat û têkoşîn pêwîst e. Ziman heyînekî zindî ye û divê her kêlî û saet were tijî kirin. Eger ev heyîna zindî neyê tijîkirin wê herdem di cihê xwe de bisekine û ti pêşketin wê çênebe. Polîtîkaya desthilatdaran çi dibe bila bibe, hîn jî polîtîkaya wan ya bişaftinê berdewam dike û em ê weke sazî, nivîskar, siyasetmedar, kes û weke gel her roj zêdetir xwedî lê derkevin. Ji ber ku ziman hebûna mirovan e, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û di nava gel de belav bikin. Em Zimanê Kurdî bikin zimanê rojane û nivîskî."