Yek ji dewlementirîn zimanên Rojhilata Navîn qedexe ye

Gerîla Pîran Medya anî ziman, ku piştî tevlî nava refên gerîla bû wî girîngî û wateya têkoşîna ziman hê bêhtir fêhm kiriye.

Pîran Medya, ku li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û mezin bû, 11 salan li dibistanên rejîma Îranê xwend. Ji ber ku li welatê wî zimanê wî qedexe bû, ji bo ziman têkoşiya. Li gel vê têkoşîna xwe, hewl da zimanên cuda hîn bibe û xwe di vî warî de bi pêş bixîne. Pîran Medya bi zimanên Kurdî, Tirkî, Farsî, Erebî û zaravayên Soranî û Dimilkî yên Kurdî dizane. Piştî ku sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû, ev karê xwe yê li ser ziman berfirehtir kir.

Medya destnîşan kir, ku qedexekirina zimanê Kurdan bêhurmetiya li dîrokê ye û yên ziman qedexe kirine hewl dane bi vê rêyê pêşeroj û paşeroja gelekî tine bikin. Medya got, "Tevî ku girîngiya dîrokî ya zimanê Kurdî gelekî mezin e, qedexekirina vî zimanî tê wateya bêhurmetiya li dîrokê. Ji bo gelê Kurd bi zimanê xwe naxive, xwedî li nasnameya xwe dernekeve û bi çanda xwe nejî, timî zext û zordarî lê hate kirin. Gelê me, di encama têkoşîneke mezin de îro dibêje 'ez Kurd im'. Lê belê tevî vê yekê jî, ji ber pêkanînên faşîst di asta tê xwestin de nikare bi zimanê xwe baxive. Eger mirovekî ji xwe re dibêje, 'ez Kurd im, bi ez bi vê nasnameyê ji dayik bûm, bi vê nasnameyê mezin bûm' lê nikaribe xwe bi zimanê xwe yê dayikê bîne ziman, hingî ev yek rewşeke gelî dilşewat e. Mîna her qewmî, em jî gelekî ku bi dewlemendiya zimanê xwe li Rojhilata Navîn tên naskirin. Li gel vê yekê, di herikîna dîrokê de hêzên mêtinger timî qedexe li ser me ferz kirin."

ZIMAN JÎ LI KURDAN QEDEXE YE

Gerîla Medya diyar kir, ew jî weke Ereb, Fars, Acem, Tirkmen û gelên ên Rojhilata Navîn e û têkildarî qedexeyên li ser zimanê Kurdî wiha got, "Ev qewmên li Rojhilata Navîn dijîn, dikarin li gorî dilê xwe bi zimanên xwe baxivin û bi çanda xwe bijîn. Lê belê timî zext li gelê Kurd hatiye kirin û hêzên tarî yên ti carî destên xwe ji ser Rojhilata Navîn venekişandine, timî şîdet li wan kirine. Ji ber vê yekê bikaranîna ziman nekariye bê xurtkirin. Ev nêzîkatiyên faşîzan di roja îro de jî hê bi polîtîkayên cuda didomin."

Medya bibîr xist, ku li gel jiyana bi hev re ya Azerî, Tirk, Kurd, Ereb û Farsan jî, yê timî hatiye qedexekirin zimanê Kurdan e û wiha dewam kir: "Ji bo em hev fêhm bikin, hev nas bikin em bi zimanê hev hîn dibin. Gelên ku bi hev re dijîn, tevî hurmeta ji kevneşopî û çanda hev, dikarin tevkariyê li dewlemendiyên hev jî bikin. Rêberê Gelê Kurd dibêje; ne axaftina bi zimanê xwe şerm e, lê belê hînbûna zimanên cuda, şerm nîne. Me li dibistanên rejîma Îranê xwend. Hînbûna zimanekî cuda, dewlemendî ye. Ji ber ku zimanê me yê dayikê qedexe ye, ev pêkanîn ji dewlemendiyê bêhtir dibe faşîzm. Hemû gelên li Rojhilata Navîn li gel axaftina bi rengekî azad bi zimanê xwe, dikarin zimanên din jî hîn bibin. Gel bêyî hev asîmîle bike, talan bike, çanda wan dikare bi hev re bijî."

LI NAVA REFÊN PKK'Ê DEWLEMENDIYA ÇANDÊ HEYE

Medya, ku bi çend zimanan zane û piştî tevlî nava PKK'ê bû dît ku mirovên ji gelek neteweyan hene, ji bo zimanê xwe hê bi pêş bixîne kete nava hewldanên mezintir. Medya li ser têkiliyên xwe yên bi hevrêyên xwe yên ji neteweyên cuda got, "Dema ku em bi hevalan re li hev dicivin û sohbetê dikin, gava ku em nikarin xwe baş îfade bikin, hingî em bi zimanekî hevpar daxivin. Ev yek jî dewlemendiya çand û ziman a li nava refên PKK'ê radixe pêş çavan."

KURDÎ ZIMANEKÎ PÊŞENG Û PÊŞKETÎ YE

Medya diyar kir, gelan di nava dîrokê de ji bo parastina xwe û çanda xwe gelekî têkoşiyan û anî ziman ku Kurd îro jî vê têkoşîna xwe didomîne. Medya got, "Hewldanên hêzên mêtinger ên ji bo dûrxistina Kurdan ji nasname û zimanê dayikê her tim dewam kirine. Ji vedîtinên arkeolojîk ên li erdnîgariya me em dibînin bê zimanê me çiqasî dewlemend e. Ev ye kjî nîşan dide ku Kurdî zimanekî çiqasî pêşeng û pêşketî ye."