Ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî dema serlêdanê hat dirêjkirin

Ji bo 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, dema serlêdanê heta 28'ê Îlonê hat dirêjkirin.

Di daxuyaniya Komîteya Amadekar de beriya niha hatibû gotin, wê serlêdan di 31'ê Tebaxê de biqede. Komîteyê ragihand, dema serlêdanê heta 28'ê Îlonê hatiye dirêjkirin. Merasîma xelatdayînê ya pêşbirkê jî wê di 15'ê Cotmeha 2016'an de li bajarê Kassel ê Elmanyayê pêk were.

Şert û mercên serlêdanê:

Şert û mercên ji bo kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin, bi vî rengî ne:

- Berhem divê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) Elmanî yan jî Tirkî be.

- Divê berhem li cihekî din nehatibe weşandin.

- Beşdar di beşa helbestan de bi 2 berheman, di beşa dîrokan de jî bi berhemekê dikare cihê xwe di nava pêşbirkê de bigire.

Pêwîste beşdar, berhemên xwe tevî kurte çîroka jiyan û nasnameya xwe, herî dereng heta 28'ê Îlona 2016'an bişîne vê navnîşanê: Kurdisches Institut für Wissenschaft (Çalakiya Wêjeyî ya Huseyîn Celebî) Postfach 21 06 / PLZ: 58021 Hagen, Deutschland.

Her wiha dikarin bi rêya e-mailê jî bişîne vê navnîşanê: [email protected]