Cil û bergên Kurdewarî didirû

Terzî Nîhat Tezer ku li kêleka sûka şewitî ya navçeya Sûrê ya Amedê kiras, fistan, şal û şapikan çêdike, diyar kir ku 7 sal e karê dirûnkeriyê dike û cil û bergên gelerî yên çar parçeyên Kurdistanê didirû.

Di civaka Kurdan de çanda cil û bergên Kurdî xwedî dîrokek kevnar e û cihek girîng di nava civakê de digre. Li kêleka sûka şewitî ya navçeya Sûrê ya Amedê, dirûnker Nîhat Tezer ku 7 sal e ji bo ev çanda gelerî neyê windakirin li ser cil û bergên çar parçeyên Kurdistanê dixebite û hewil dide vê çandê bide jiyîn. Tezer, di heman demê de mamsoteyê folklorê ye û bi sedan xwendekar gihandiye.

‘GOVEND XEYALÊN MIN YÊ ZAROKATÎ BÛ’

Tezer da zanîn ku dirûtina cil û bergên Kurdî herdem di xeyalên wî de bû û berî 7 salan ev xeyal bi cîh aniye. Tezer, dibêje dema ku  zarok bûye herdem govendên li gund çêdibûn bala wî dikişand û wiha axivî: “Ji zarokatî ve mereqa min ya govend, cil û bergên gelerî hebû. Dema ku li gund govend çêdibûn, bi zorê ez diçûm destê mezinan û min dixwest ez ji wan govendê hîn bibim. Mezinên gund gelek govendên cuda û xweş digerandin. Min jî digot, gelo ez jî bikarim rojek weke wan govendê bigerinim. Li dibistanên jî govend hebû û hînî xwendekaran dikir. Lê belê ji çanda me gelek cuda bû û min qet ji govenda wan hez nedikir.”

‘HESKIRINA GOVENDÊ BI NÇM’Ê DA NASKIRIN’

Tezer anî ziman ku di sala 1993’an  heskirina wî ya govendê berî wî da Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) û salên dûr û dirêj xebat li NÇM’ê da meşandin. Tezer bilêv kir ku piştî pewerdehiya NÇM’ê li taxê komeke govendê avakirin û wiha pê de çû: “Piştî me kom avakir li kuderê şahî û govendek çêbûya em diçûn wir. Gelek listîkên gelîrî yên kevin hebûn û ji bo gel me dilîst. Li ser govendê gelek lêkolînê min çêbûn û perwerdehiyek pir baş li NÇM’ê min dît.”

‘CIL Û BERGÊN KURDEWARÎ DIDÛRIM'

Tezer destnîşan kir ku heskirina wî ya govendê bala wî kişand li ser cil û bergên gelirî û ev tişt got: “Dema govendek çêdibe û em derdiketin lîstikan herdem cil û bergên cuda yên gelerî me li xwe dikir. Ji ber vê yekê jî gelek bala min kişand û min xwest ez li ser cil û bergên gelerî xebat bidim meşandin. Berî 7 salan min dest bi vê lêkolînê kir û niha ez cil û bergên çar parçeyên Kurdistanê didûrim û ev jî kêfxweşiyek mezin dide min.”

‘CIL Û BERGÊN ŞIRNEX Û MÊRDÎNÊ TÊN TERCÎH KIRIN’

Tezer, got li Amedê cil û bergên Kurdî yên çar parçeyên Kurdistanê tên dîtin û wiha dom kir: “Ev kincên em çêdikin yên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ne. Bi taybetî cil û bergên herêma Şirnex û Mêrdînê tên tercîhkirin. Ji ber ku cil û bergên Şirnex û Mêrdînê sivik in, modelê wan balê dikişe û gel tercîh dike. Welatiyên tên li vir cil û bergên hemû herêman dibînin, ji vê yekê kêfxweşiya xwe tînin ziman.”

‘KIRAS Û FÎSTAN LI BER BAYÊ KRÎZÊ KETIN’

Tezer, di dawiya axaftina xwe anî ziman ku krîza aboriyê ya Tirkiyeyê bandor li kiras û fistanên Kurdî jî kiriye û wiha got: “Ji 7 sal e zêdetir ez cil û bergên Kurdî didûrim hîna min krîzek wiha nedîtiye. Zêdetirî du salan e hejmara kirîdarên ku dihatin li ba wan kêm bûye. Welatî dixwazin cil û bergên Kurdî bistînin lê belê ji ber di berîka wan de pere tineye nikarin bistînin.”