25. Festîvala Çanda Kurd wê 16'ê Îlonê li Kolnê bê lidarxistin

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, wê 16'ê Îlonê bi dirûşma "Azadî ji Serok Apo re, Statu ji Kurdistanê re û Aştî ji Rojhilata Navîn re" li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin.

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku yekemcar sala 1992'an li bajarê Bochûm ê Elmanyayê hate lidarxistin û piştre her sal bi rengekî kevneşop pêk hat, wê îsal cara 25'an roja 16'ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê organîzekirin. Festîvala ku çanda Kurdî lê tê nasandin, çalakiya herî mezin û demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye.

Festîvala ku salane bi qasî 100 hezar kes tevlî dibin, îsal bi dirûşma "Azadî ji Serok Apo re, Statu ji Kurdistanê re û Aştî ji Rojhilata Navîn re" tê lidarxistin.

'RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ GELÊ ME JI BO ME CESARET E'

Komîteya Amadekar a Festîvalê daxuyaniyek da û ragihand, ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê îsal 16'ê Îlonê li navnîşana Deûtzer Weft Kolnê bê lidarxistin û dixwazin festîvalek bi coş pêk bînin.

Di dewama daxuyaniya komîteya amadekar a festîvalê de hate gotin, "Şiyara îsal a festîvala me, wê 'Ruhê şoreşa Rojava û dilsoziya bi şehîdên xwerêveberiyê Çiyager, Zerya û Mehmet Tûnç' be. Sekna bi serbilindî, bi biryar û wêrek a gelê me yê li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê, venegera wan ji hêviya rizgarî û azadiyê, venegera ji jiyana bi rûmet, ji bo me çavkaniya herî mezin a cesaretê ye."

'EM BANG LI HEMÛ KURDAN DIKIN KU 16'Ê ÎLONÊ TEVLÎ VÊ COŞÊ BIBIN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Di festîvalê de ku em her sal daxwaza azadiya Serok Apo dikin, îsal jî em ê heman dirûşmê biqîrin. Lewma tevlîbûna li festîvalê tê wateya tevlîbûna li çalakiya azadiya ji Serok Apo re. Her wiha wê were wateya destekkirina Şoreşa Rojava û xwedîderketina li şehîdên xwerêveberiyê."

Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna li festîvalê ve bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hate kirin: "Em li bendê ne ku hemû gel û dostên me tevlî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin, ku wê 16'ê Îlona 2017'an li Kolnê bê lidarxistin. Em bang li gelê xwe dikin ku dawet û şahiyên xwe yên bi vî rengî di roja festîvalê de pêk nîne, taloq bikin û tevlî coşa festîvalê bibin."

Komîteyê diyar kir, ku wê agahiyên berfireh ên li ser bernameya festîvalê di dema pêş de bi raya giştî re parve bikin.