Zeryan ji Şirnexê re bedena xwe kir çeper

Zeryan ku li qada Şirnexê bedena xwe kir çeper, bû xeta jiyana li siberojên azad.

Zeryan li warê serhildêr li Amedê ji dayik bûbû. Hingî, di sala 1987'an de bi PKK'ê re bêhn hatibû ber gel. Roj bi hêviyê hildihat, xak bi baweriya azadiyê şîn dibû. Zeryan bi nasnameya Kurdîtiyê li hembêza dayika xwe, bi keda bavê xwe mezin bûbû.

Li Newroza Amedê ku bi milyonan mirov lê civiyan, Zeryan jî bi kefiya ji rengên kesk, sor û zer a li serê xwe girêda bû, wê ji bo azadiyê biqîriya. Lê belê li pêşiya çavên Zeryan, terora dewletê li gelê wê hatibû kirin, li gel mirinê jî wê li ber xwe bida. Wê kêliyê wê bandoreke mezin li Zeryan bikira, rastiya dijmin wê bidîta. Li gel temenê xwe yê ciwan biryara destpêkirina têkoşînê, hildana alê da.

Ya ku berê mirovan dide armancekê, bawerî ye. Bi baweriya ji Rêbertî ji roja ku berê xwe çiyayên azad û pê ve Zeryan di armanca xwe de zelal bû. Bi hêrsa li dijî dijmin her roj xwe hîn bêhtir bi pêş ve dibir. Zeryan ku dilê wê bi tolhildanê lê dida, hîn bêhtir bi hevrêyên xwe ve dihate girêdan, xwe li îdeolojiyê digirt, dibû çiya bi xwe, pê re dibû yek. Li Cîlo hembêza xwe ji azadiyê re vedikir, ava Çarçellayê vedixwar, navê xwe li Zagrosan dinivîsand, li Girê Heqarî Metîna hemû hembêz dikir.

Zeryan li rastiya jinbûyînê digeriya. Dixwest li cewhera xwe vegere, hêza jinê derxîne holê û ji bo vê yekê têdikoşiya. Di perspektîfa Rêbertî de xwe kûr dikir. Bi kenê xwe kûrahiya hezkirinê dida hevrêyên xwe, di hurmetê de bêqisûr bû.

Zeryan li gel temenê xwe yê ciwan ji aliyê leşkerî ve şareza bûbû, bi moraleke mezin berê xwe da herêma Botanê. Bi biryardarî û sekneke xurt a bi daxwaz pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, li dijî plana têkbirinê ya dewleta Tirk a faşîzan ku li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dimeşand tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî bû. Xelkê Şirnexê yê dilsozê kevneşopiyên xwe xwedî li Zeryan derket, jê xwest ku fermandariyê jê re bike. Zeryan tevî hevrêyên xwe û gelê xwe, ku xwe jê re feda kir, rahişt keviran, kir çeper û bend. Civîn ji gel re çêkir, perwerdeya leşkerî da. Li dijî êrîşên xwînxwar ên rejîma dewleta Tirk a faşîst xwe ji Şirnexê re kir çeper. Di şer de cihê xwe li refên herî pêş girt, di her çeperê de hevrêyên xwe ti carî bi tenê nehişt. Xwe ji bo hevrêyên xwe feda kir û fermandarî gihand asta herî bilind. Hevrêyên wê yên jin û mêr mil bi mil bi Zeryan re tevlî şer û berxwedanê bûn.

Zeryan û hevrêyên wê li dijî dewleta Tirk a ku tenê komkujiyê ji gelê Kurd re rewa dibîne, şerê rûmetê meşandin.

Zeryan ku li qada Şirnexê bedena xwe kir çeper, bû xeta jiyana li siberojên azad.