YRK: Di êrişa dewleta Tirk de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû

YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a li herêma Asosê de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû, 3 malên gundekî jî hilweşiyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 13'ê Nîsanê ya li herêma Asosê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş li ser 3 malên li gundê Gelale yê herêma Şarbajar bi balafirên şer hatiye kirin.

YRK'ê diyar kir ku di encama vê êrişa dewleta Tirk a dagirker de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû ku ji Silêmaniyeyê ji bo debara malbata xwe hatibû gund.

Hate ragihandin ku di êrişê de her sê mal hatin hilweşandin.

YRK'ê bi bîr xist ku êrişa dewleta Tirk a dagirker di salvegera Enfalê de hate kirin û hate gotin, "Di şexsê ciwanê Kurd Mihemed Seyîd de em hemû şehîdên Enfalê bi bîr tînin û êrişê bi tunî şermezar dikin.

Ev êrîşên dagirkeriya Tirk li ser xelkê sivîl ne cara xwe ya yekemîne. Armanca van êrîşan valakirina gundan e. Lê tevî vê yekê jî gelê me bi israr e ku li gundên xwe vegere.

Di dawiyê de wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê em ji malbata ciwanê welatparêz Mihemed Seyid û ji hemû gelên welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."