Yekîtiya Kurdan, yan jî tifaqa gelan?

Yekîtiya nava Kurdan rêya bingehîn a pêkanîna tifaqa Kurd-Tirk, Kurd-Ereb, Kurd-Fars û Kurd gelên din e.

TIFAQA GELAN

Ji destpêkê ve diyar bû ku di sedsala 21'ê de wê ji bo Kurdan bûyerên girîng biqewimin. Bi destpêkirina vê sedsalê re hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî li ser çar parçeyên Kurdistanê hesabên cuda dikirin. Bi taybetî hêzên navneteweyî ji bo dest li Rojhilata Navîn werdin û ji nû ve dîzayn bikin, bi armanca bêbandorkirina PKK'ê ku aktorekî li herêmê ye û tinekirina vî aktorî, komployeke mezin kirin.

Abdullah Ocalan ku ji bo Kurdan weke rêberê gel tê qebûlkirin bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Di çarçoveya vê komployê de Mesût Barzanî û Celal Talabanî li Washingtonê li hev hatin civandin û bi vî rengî hewl dan yekîtiyeke Kurdan ava bikin. Piştî destwerdana li Iraqê ya sala 1992'an avaniya xweser a li Başûrê Kurdistanê ava bû. Ev avanî di çarçoveya plansaziya hêzên navneteweyî de tevdigeriya.

ROJHILATA NAVÎN BER BI KAOSÊ VE HATE KIŞANDIN

Her çend hewl didan di nava hevsengiyên herêmî de xwe îfade bikin jî hêza esasî xwe dispart piştgiriya navneteweyî. Di sala 199'an de heman hêzan bi destwerdanê hewl dan PKK'ê tine bikin û PDK û YNK'ê jî di nava Kurdan de weke hêza siyasî ya bingehîn bidin pêş. Di nava Kurdan de ku li navenda Rojhilata Navîn e û hevsengiya hêzê ya bingehîn a li herêmê ne, bi vê operasyonê re wê bibûna zemîna destwerdana li herêmê ya van hêzên hegemon.

Û plansaziyên ji bo vê armancê di sala 1998'an de destpê kirin û ketin meriyetê. Di çarçoveya van plansaziyan de Rojhilata Navîn ber bi kaoseke nû ve hate kişandin. Ev kaos jî bi komploya navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan destpê kir. 25 salên di ser re derbas bûne hem armanca komployê hem jî metirsîdariya pêvajoya bi komployê re hate destpêkirin nîşanî me da. Dîktatoriyên hilweşiyan, welatên wêran bûn, mirina bi sed hezaran mirovan, koçberkirina bi dehan milyon mirovan, Rojhilata Navîn a xerabûyî... Destwerdana ku bi dirûşmên demokrasî, azadî û wekheviyê li herêmê hate kirin, hîn bêhtir dihate fêhmkirin ku ti pêwendiya xwe bi van dirûşman re nebû.

PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Lewma nîşandana stratejiya hêzên navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn bi rengekî serketî, ji aliyê gelan û mirovahiyê ve wê rast nebe. Li hemberî vê yekê Rêbertiya PKK'ê ji dîroka xwe ya têkoşînê ders wergirt, bi hêza xwe rêyên derketina ji nava kaosê afirand û ev hêz ne tenê ji bo Kurdan her wiha pêşkêşî gelên herêmê hemûyan kir. Ev projeya ku bi navê neteweya demokratîk hate pênasekirin li hemberî dewletên serwer ên li van parçeyan pêşkêşî gelên Kurdistanê kir û rê û rêbaza rizgariya ji krîza li Rojhilata Navîn nîşanî her kesî da.

Hem li Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê nîşan da ku di çarçoveya neteweya demokratîk de jiyaneke çawa ya azad û wekhev dikare bê afirandin. Li aliyê din gelek caan nivîsand û anî ziman ku gelê Kurd weke neteweyekê çawa dikare xwe bi rêxistin bike û bi stratejiyeke hevpar tevbigere. Di nava stratejiya neteweya demokratîk de netewebûna Kurdan bi rengekî şeklî nenirxand, berevajî vê yekê netewebûyî weke yekbûna ruhî nirxand û destnîşan kir ku şêweyê wê bi dîtina cihêrengiyên xwecihî dikare bê guhertin.

SEMBOLÊN YEKPEREST

Yanî yekbûna demokratîk a ji bo Kurdan li şûna yekbûna di binê yek al, yek zarava, yek rêveberî yan jî yek dewletê de, bi rengî xwedîderketina li nirxên çandî yên bingehîn û parastina hebûna xwe pênase kir. Her parçeyekî Kurdistanê di nava dewletên cuda de li gorî avaniyên îdarî ıyên xweser xwedî wê potansiyelê ne ku hebûn, ziman, çand û dîroka xwe biparêze. Ji bo Kurdan nakokî nîne ku parçeyek federatîf be, parçeyekî din jî nêzî serxwebûnê be. Di heman demê de li parçeyekî din avakirina jiyaneke wekhev û azad bi avaniya dewleta di nav de ye, bi çareseriyê re nakok nîne.

Di vir de nêzîkbûna li hev a diyarker hêza xweragirtina li hev a rêxistiniyên Kurdan e ku ji aliyê siyasî, leşkerî, çandî û îdeolojîk ve nêzî hev bibin. Ev hêza xweragirtinê di heman demê de wê piştgiriya hev bike, hev mezin bike û bigihîne encamê. Heta niha di vê mijarê de di nava Kurdan de yekparebûnek nebû. Bi taybetî di nava partiyên siyasî yên Kurdan de dijberiyên di asta xiyanetê de û helwestên di asta tinekirina hev de hîn bêhtir hatin nîşandan. Şaşitiyên aliyan hebin jî li şûna ku vê yekê li platformên hevpar nîqaş bikin û çareser bikin, bi dewletên serwer re hevkarî hate kirin û vê yekê zemînê hevkariya nava Kurdan ji holê rakir.

ŞERÊ NAVBERA KURDAN

Ji salên 1970'î û vir ve di hemû têkoşînên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şerê navbera Kurdan weke rêbazeke hêzên serwer li dijî yekîtiya Kurdan weke astengiya herî mezin hate danîn. Piştî pêvajoya komplo û tecrîdê ya zêdeyî 25 salan îro têkoşîna azadiyê ya Kurd bi înîsiyatîfeke ku Abdullah Ocalan hewl dide pêk bîne, li ber derbasbûna li pêvajoyeke nû ye.

Ji bo desketiyên li sê parçeyên Kurdistanê û nirxandina firsendên heyî, ev pêvajo gelekî girîng e. Ji aliyekî ve Kurd wê li parçeyên lê ne bi gelên din re di çarçoveya stratejiya neteweya demokratîk de hebûn û destketiyên xwe bigihînin statuyeke qanûnî û hiqûqî; li aliyê din jî Kurdên li van parçeyan statu bi dest xistine, ji bo netewebûna hevpar wêe zemîna yekbûneke girîng biafirînin.

Lewma nameyên ku Abdullah Ocalan hem ji Başûrê Kurdistanê hem jî ji Rojavayê Kurdistanê re şand, nameyên dîrokî ne. Daxuyaniyên heyeta Îmraliyê yên piştî serdana li Başûrê Kurdistanê da, ji bo raya giştî ya Kurd atmosfereke erênî afirand. Daxuyaniyên rayedarên PDK û YNK'ê jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê di nava raya giştî ya Kurd de bi erênî hatin pêşwazîkirin.

MÎNAKA JI BO SÛRIYEYÊ

Li Rojavayê Kurdistanê jî di mijara nêzîkatiya li pêvajoyê de atmosfereke erênî heye. Bi taybetî di vê demê de ku paşeroja Sûriyeyê ava dibe sîstema xweseriya demokratîk ku projeya Abdullah Ocalan bi xwe ye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ispat kiriye. Li gel kêmasiyan hemûyan jî ev proje ji bo Sûriyeyê bûye mînak û ji aliyê gelên Sûriyeyî ve tê qebûlkirin. Ji ber vê jî gelên Rojavayê Kurdsitanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pratîka xwe ya bi salan nîşan dan ku ew li pişt projeya Abdullah Ocalan e.

Li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd bi îradeya xwe ya ku bi rêyên demokratîk nîşan da, bi salan e ispat kiriye bê di kîjan astê de piştgiriyê dide vê projeyê. Gelê Bakurê Kurdistanê hem di pêvajoya çareseriyê ya beriya niha de, hem di pêvajoya xwerêveberiyê de hem jî piştî vê yekê di hilbijartinên xwecihî de nîşan da ku ew şopdarê stratejiya neteweya demokratîk e. Nîşan dan ku projeya Abdullah Ocalan jiyaneke wekhev û azad a gelên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û hemû gelan diafirîne.

Lewma projeya ku Abdullah Ocalan pêşkêş dike weke projeyeke di ser îdeolojiyên nava Kurdan bûye alternatîfa çareseriyê û ev yek bi her kesî daye ispatkirin. Beriya her tiştî Kurdên li her parçeyekî Kurdistanê xwedî îdeolojî û baweriyên cuda di vê alternatîfa çareseriyê de dibin yek û hêzeke neteweyî destnîşan dikin.

Li gel vê yekê ev hêza ku hatiye afirandin wê bigihêje gelên din ên li herêmê û karibe di asta herêmî de alternatîfa jiyaneke azad û demokratîk biafirîne. Ev nêzîkatî wê nakokiyên nava Kurdan karibe ji holê rake, hesta neteweya hevpar bide pêş û ji bo Rojhilata Navîn jî rêyên çareseriya rast a li hemberî şer pêşkêş dike. Ev yek vê rastiyê ispat dike: Yekîtiya nava Kurdan rêya bingehîn a pêkanîna tifaqa Kurd-Tirk, Kurd-Ereb, Kurd-Fars û Kurd gelên din e.