Yekem pêngava îlhaqkirina Başûr: Sînorên ku Mîsaki Millî dest pê dike

Enqere ya ku dagirkirina Başûr derbasî qonaxeke din kiriye, bi awayekî de fakto projeya Mîsaki Millîyê dixe meriyetê. Li hemberî hewlên Tirkiyeyê yên dagirkirinê hêzên navneteweyî bê deng in û PDK jî bi hemû hêza xwe piştevaniya dewleta Tirk dike.

TIRK DIXWAZE BAŞÛR ÎLHAQ BIKE

Di encama lêgerînên bi mehan yên Tirkiyeyê yên têkildarî planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên nû de gelek geşedan rû didin. Enqereya ku dagirkirina Başûr derbasî qonaxeke din kiriye, bi awayekî de fakto projeya Mîsaki Millîyê dixe meriyetê. Ji bilî baregehên leşkerî pêngavên weke li herêma Behdînanê kontrola nasnameyan, operasyonên li dijî gundan û binçavkirin û girtina welatiyên herêmê nîşan didin ku li herêmê rewşa ‘rêvebirinê’ guheriye. Welatiyên herêmê dipirsin, bê ka  çima Rêveberiya Herêma Kurdistanê ‘bê deng e’ û cihên weke Duhok û Amedîyê jî weke sînorên Misaki Millîyê yên destpêkê yên dewleta Tirk tên pênasekirin. 

WATEYA WÊ YA DI HIQIQA NAVNETEWEYÎ DE ÎLHAQ E

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku di destpêka sala 2024’an de ji bo ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê qada xwe ya dagirkirinê berfirehtir bikin, seferber bû û bi hewlên siyasî, dîplomatîk û leşkerî hişyariya şerê li herêmê bi awayekî eşkere da. Ev pêngavên dewleta Tirk Iraq jî di nav de kir ku li Rojhilata Navîn hin hevsengî biguherin û li Başûrê Kurdistanê jî li ser hev pêngavên nû tên avêtin. Li gel nuqteyên kontrolê yên rêyê yên dewleta Tirk yên li bajarokên Bamernê û Kanî Masiyê yên girêdayî Behdînanê girêdayî madeya hiqûqa navneteweyî yekem pêngavên îlhaqkirinê ne.

PDK PÊŞENGTIYÊ DIKE

Artêşa Tirk her çend vê rewşê bi awayekî fermî înkar dike jî tê ragihandin ku welatiyên herêmê li van nuqteyên kontrolê ji kontrola nasnameyê derbas dibin, bi dehan ciwan hatine binçavkirin, hemû kamerayên kargehên li nêzî van nuqteyên kontrolê hatine desteserkirin û firotinên dermanxaneyan yên mehane tên kontrolkirin. Li gel vê yekê dewleta Tirk a ku dixwaze ku herêmê bi temamî bixe di bin kontrola xwe de, bi pêşengtiya hêzên weke Pêşmergeyên Roj, Zerevanî  û Parastinê ku girêdayî PDK’ê ne, li herêmê tê bi cih dibe. Her wiha hêzên berbehs beriya ku artêşa Tirk were welatiyên li cihên weke Spîndarê, Mêjê, Kevnmêjê û Sergelêyê bi darê zorê wan ji cihên wan derdixînin û PDK  koordînatên qadên ku tên bombebarankirin dide dewleta Tirk.

PÊNGAVA DIN A DEWLETA TIRK TAYÎNKIRINA WALÎ YE!

PDK ji bo ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdariyê di destê xwe de bigire her tiştî dike û bi van polîtîkayên xwe pêşengtiya dagirkirinê dike û rê li ber dewleta Tirk vedike ku ji bajarên Başûr re walîyan tayîn bike. PDK ji bo ku zêdetir li ser desthilatdariyê bimîne vê carê jî hilbijartinên parlamentoyê taloqî 20’ê Cotemehê kirin û li şûna ku amadekariyên hilbijartinan bike, ji niha ve ji bo ku hilbijartin pêk neyên senaryoyên nû pêş dixe. Girêdayî van yekan PDK ji dewleta Tirk re qadekî bêsînor vedike û li gel geşedanên rû didin, bi avakirina ‘rewşa awarte’ ji bo ku hilbijartin çênebin, dest bi amadekariyan kiriye.

BERBERIYÊN TÊKILDARÎ HILBIJARTINAN

Li gel vê yekê her çend hilbijartin dibin rojev derbasbûnên siyasî yên ji PDK’ê bo YNK’ê jî zêde dibin. Cînayeta rêveberê PDK’ê yê payebilind Mûhsîn Reşîd jî parçeyekî van geşadanan e ku Reşîd çend rojan beriya niha li Hewlêrê hatibû kuştin. Mûsîn Reşîd carna polîtîkayên PDK’ê rexne dikir û li helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê derdiket pêş. Her wiha tê îfadekirin ku Mûhsîn Reşîd gelek caran nêzîkatiyên Mesrûr Barzanî weke ‘’neheqî’’ pênase dikir û li dijî vê yekê derketiye. Tê zanîn ku Reşîd zêdetir li nêzîkî Nêçîrvan Barzanî bûye û tê gotin ku cînayet ji ber şerê hêzê yê di navbera van her du aliyan de pêk hatiye.

Her wiha hewldanên bazirganiyên yên Nêçîrvan Barzanî yên li li gel Îranê û yên Mesrûr Barzanî yên li gel Tirkiyeyê  di qada navneteweyî de statûya Başûr bi talûkeyên pir mezin re rû bi rû dihêle. Her wiha PDK ji bo ku rewşa heyî ber bi normalbûnê ve neçe atmosfera şerî tim zindî digire û bi vê yekê xwe dide paş. Tirkiyeya ku vê yekê dibîne jî rewşa PDK’ê  di çarçoveya berjewendiyên xwe de baştir bi kar tîne û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê zêdetir xwe li Başûr bi cih dike. 

MESÛD BARZANÎ DIÇE BEXDAYÊ

PDK’ya ku heta niha di pêngava ‘normalbûnê’ de ya li gel hikûmeta navendî ya Iraqê bi ser neketiye ku ev pêngav bi navbeynkariya Tehran û Enqereyê dihat avêtin, vê carê jî bi pêşengtiya serokê xwe Mesûd Barzanî diçe Bexdayê. Girêdayî biserneketina hewldanên Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî Mesûd Barzanî îro diçe Bexdayê û tê plankirin ku bi rayedarên hikûmeta navendî re hevdîtinan pêk bîne.  Piştî referandûna 2017’an cara ewil e ku Mesûd Barzanî tiştekî wiha dike ku ev yek jî nîşan dide ku Mesûd Barzanî wê hin daxwazên  Bexdayê qebûl bike. Li gorî nêrîna giştî ger PDK zêde nekeve zorê hevdîtineke bi vî rengî bi Bexdayê re pêk naîne û tê texmînkirin ku piştî seredana Barzanî ya ji bo Bexdayê wê hin geşedanên nû rû bidin.

PDK HEWL DIDE KU ŞENGALÊ JÎ BIKE MIJARA BAZIRGANIYÊ

Tevî ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê geşedanên berbehs rû didin, di heman demê de weşanên têkildarî Şengal û Êzidîyan yên hin saziyên medyayê yên girêdayî Mesrûr Barzanî ku Basnews jî yek ji wan e, balê dikşînin. Mesrûr Barzanî di çalakiya ‘bernameya alîkariya madî ya ji bo kesên ji DAÎŞ’ê rizgar bûne’ de axivî û bal bişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku peymana berbehs desteserkirina îradeya gelê Şengalê armanc dike û bang kir ku egerên peymanê werin bicihanîn. Tê texmînkirin ku wê di seredana Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê de bazirganiyên têkildarî Şengalê jî werin gotûbêjkirin.

TÊ TEXMÎNKIRIN KU WÊ ROJEV TIJE BE

Tê zanîn ku dewleta Tirk wê di rojên pêşiya me de ji bo Başûrê Kurdistanê zêdetir sewqiyata leşkerî pêk bîne û tê ragihandin ku wê gelek gundên ku artêşa Tirk lê bi cih bûye û baregehên kontrolê ava kirine, werin valakirin. Li dijî hewldanên tirkiyeyê yên dagirkeriyê hêzên navneteweyî bê deng in û ji bilî PDK’ê rastiya ku hikûmeta navendî ya Iraqê li hin cihan ketiye di nava planên Tirkiyeyê de jî derdikeve meydanê. Tê texmînkirin ku li cihên berbehs heya Şengalê herêm wê di rojên pêşiya me de şahidiya geşedanên siyasî û leşkerî bike.