Yekane rêya serketinê Bexwedan e!

Gelê Kurd hem bi dirêjahiya dîrokê û bi taybetî bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê berxwedaniyeke bêhempa li hemberî dagirkeran daye û bi bîr û baweriya ku nîşanê her kesî da vê heya dawiyê li ber xwe bide.

Gelekî ku bi hemû hêza xwe ve di her şert û mercî de li hemberî zilm û zoriyê li berxwe bide; ma qey dibe ku neçe serkeftinê? Di dîroka têkoşîna PKK’ê de bi awayekî pir eşkere diyar bû ku bi berxwedanî mirov dikare bigihîje armancê xwe. Wate heya niha çi destkeftên Kurdan çêbûne hemû bi berxwedanî û bedîlên giranbuha hatine bi destxistin. Êrîşên dagirkeriyê ku îro di şexsê Başûrê Kurdistanê-herêma Heftenînê li ser gelê Kurd tê kirin ne êrîşên nû ne. Ji avabûna dewetê Sumerî bigire heya niha çi dewlet û desthilat hatine ser kar êrîşê Kurd û Kurdistanê kirine. Her tim hewl hatiye dayîn ku gelê Kurd qir bikin û ji ser rûyê cîhanê paqij bikin. Lê li hemberî wan hemû êrîşan jî her tim berxwedaniyeke mezin hatiye dayîn û ev planên dagirkerî û qirkirinê ya dijminan vala derxistiye. Qonaxa îro Kurd û Kurdistanî jê derbas dibin jî ji vê serpêhatiyê ne qut e.

Tişta ku zalim û zordaran ditirsîne û ji ber vê her tim gelê Kurd kirine armanc jî eve ku di gelê Kurd de berxwedanî bûye çand. Ango demkî nîne berku her tim pê re jiyan dike û ketiye xwîna wê.

Îro rewşa Kurdistanê di her alî de hem rewşekî metirsîdar e hem jî rewşek welê ye ku ji her demî zêdetir nêzî zafer û azadiyê ye. Tenê divê di warê hişmendî de xwe bigihîne wê têgihîştinê ango pirsgirêkê wê yê herî bingehîn ne pirsgirêkên mîna aborî û hwd e, berku pirsgirêka wê azadî ye . Aliyê herî baş jî eve ku ev rastî bi saya têkoşîna dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, bi rengekî vekirî di hişmendiya hemû pêkhateyên civaka Kurdewarî de pêşxistiye.

Çawa ku berxwedanî şertê serkeftina demê ye, lewre ji bo pêşxistina berxwedaniyê jî divê yekîtî û rêxistinbûyîna xwe ji her demê bêhtir xurttir bike. Ji bo ku dawî li faşîzm û dagirkeriyê bîne, divê hemû hêzên xwe bike yek û weke her carê bi hêza vîn û baweriyê ya ji bo pêşeroja azad, hev bigirin û bi awayeke rêxistinî li hemberî her cûre êrîşan li berxwe bide.

Di rewşên wisa giran ku gelê Kurd ji wê ne biyanî ye, êdî dizane ku ev êrîşên tên kirin ne ji bi hêzbûna dijmin e, berku lewaztiya wê nîşan dide. Bêguman divê mirov wê jî piştguh neke ku ji aliyekî ve jî ji lewaztiya rêxistinbûyîna gel bi xwe ye ku zemîn dide êrîşkariya dagirkeran. Wexta ku civak li hemberî êrîşan bertekên bi bandor nîşan bide, êrîşkar nikarin bi hêsanî êrîşên xwe bidomînin yan jî zêde bikin. Sedema din jî rûreştiya hin hêzan e ku xwe weke Kurd nîşan didin. Ango hêzên noker û xayîn ên nava gel e ku hêz û wêrekiyê dide neyaran da êrîşan bike. Ji xwe ya îro li Başûrê Kurdistanê diqewime jî wê rastiyê pir eşkere raxistiye ber çavan. Mirov dikare derbarê kiryarên wan ên qirêj yên ku tu dijminekî heya niha nekariye pêkbîne gelek tiştan bêje, lê ne hêjaye. Ya bingehîn eve ku gel bi hevgirtin, yekîtî û rêxistinbûyîna xwe ve dikare wana jî li pey xwe bihêle û derbas bike. Ji xwe êdî tu îtîbarekî wan jî nemaye û her kesî/ê rastiya wan dît bê ka çawa ji bo du qirûşê pereyan pêşengtiyê ji dagirker û neyarên Kurdan re dikin. Bê guman gelê Kurd wê di dema wê de hesabê wan kiriyaran ji wan bipirse.

Îro eger li her devera Kurdistanê gelê Kurd bêyî ku li pey hesabên biçûk bikeve, bi rê û rêbazên dewlemend dikare enerjiya xwe ya mîna lehiyê kom bike, rêxistin û çalak bike, wê demê wê zêde zehmet nebe ku bi temamî wan êrîşan vala derxîne û li ser asta cîhanê ev jî bibe xwedî mafên xwe yên mirovî û rewa. Divê qenaetekî wiha di xwe de ava bike ku eger welat, xak û gelê wî/ê azad nebe wê nekaribe hesabên xwe yên biçûk jî biparêze. Lewma şertê demê ew e ku heya dawiyê li ber xwe bide. Ji xwe ji bilî wê yekê tu rêyekî din jî nemaye. Yan berxwedan yan berxwedan! weke dirûşme û erkê pêvajoyê li pêşiya her kesî/ê ye. Bi hevre berxwedanî kirin jî wê bihêle ku encamê wê zûtir û bi bandortir diyar bike.

Bi kurtî îro dewleta Tirk a faşîst û qirker ku bi fermana di serî de Emerîka û hêzên hegemonîk û yên herêmê li hevkirine û êrîşê Tevgera Azadiyê dike, bi wê hêviyê ku vê bikare bi tinekirina Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd hemû Kurdên bi rûmet teslîm bigire û planên xwe yên neoosmanî pêk bîne, li her deverê êrîşê destkeftiyên Kurdan dike û dixwaze bi vî rengî xwe li ser pêyan bigire. Divê mirov rastiya pêvajoyên bi wî rengî baş bibîne û wisa nêzîk bibe. Faşîzma Tirk ji ber ku li her deverên wek Kurdistan, Tirkiye, Sûriye, Rojava, Lîbya û hwd zilmê li gelan dike, bi tinebûnê re rûbirûye û di asta xwe ya herî lewaz de ye; ji ber wê jî eger gelê Kurd di kêliyên dawî yê tinebûna faşîzmê de berxwedaniya xwe hê xurt û berfirehtir bike, ev ê bikare di demekî pir nêz de faşîzmê têk bibe û pêşwaziyê ji bihara azadiya Kurdan re bike. Her wiha wê pêşengtiyê ji bo rizgarbûna hemû gelên bindest yên herêmê û mirovatiyê bike.

Gelê Kurd yê berxwedêr û bi rûmet weke her carê wê vê carê jî li nirx û keda xwe xwedî derbikeve û bi berxwedaniya rêxistinbûyî ve vê meydanê ji faşîzmê bigire û veguherîne goristanê. Gelê Kurd gelekî bi xîret û keramet e. Çiqasî xwestine ku wê bêdeng bikin bertek nîşan daye û li berxwe daye. Dem dema têkoşîn û berxwedanê ye û bi vê rêyê re encax bikare xwedî li keda Rêbertî û şehîdên xwe derbikeve.