YBŞ’ê şehîd Dîndar, Çiya û Pîran bibîr anî

Fermandariya YBŞ’ê, şehîd Dîndar Avasta, Çiya Feqîr û Pîran Pîr ên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de di 17’ê Îlona 2023’yan de şehîd bûn bibîr anî.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya yekemîn salvegera şehadeta şehîd Dîndar Avesta, Çiya Feqîr û Pîran Pîr daxuyaniyek weşand.

YBŞ’ê, di serî de endamê xwe ya fermandariya YBŞ’ê H. Dîndar Avêsta û endamê meclîsa xwe ya leşkerî H. Çiya Feqîr û hevrêyê xwe yê ciwan û pêşeng Pîran Pîr ku di 17’ê Îlona 2023’yan de li Serdeşta çiyayê Şengalê, di encamê êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

Di daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê de ev tişt hatin gotin:

‘ROLA ISTIXBARATA PDK Û PARASTIN DI ÊRÎŞAN DE DIYARKER E’

“Em weke civaka Êzidî di roja me ya îro de, di yek ji pêvajoyên herî girîng û biwate yên dîrokî re derbas dibin. Dijminên me û bi taybet dewleta Tirk a dagirker tevî xeta hevkar û di nav de dijminê kokê ji bo ku desketiyên me têk bibin, îrada me bişkênin û me bê pêşeng bihêlin serî li her rê û rêbazî didin. Bi taybet pêşengê me yên şerê li dijî DAÎŞ’ê, hemûyan dixe hedef û dixwaze tola binketin û têk birina çeteyên DAÎŞ ji wana hilîne. Di nava vê de rola istixbarata PDK’ê ’parastin’ diyarkere. Her wiha bi mixabinî hinek kesên ku li ser Êzidiya bihesabin dibin amûr û destek ji van planan re û serê fermandarên Êzidiyan dixin bazarê de ji bo çend qirûşan. Ev hevkarî û bê rûmetî bû sedem ku em weke civak gelek fermandar û pêşengên xwe winda bikin. Ji wana fermandar û pêşengên me Dîndar, Çiya û Pîran ku di 17’ê meha Îlona 2023’yan de di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de û hevkariya xeta hevkar û dijminê kokê de şehîd ketine.

‘ŞEHÎD DÎNDAR YEK JI PÊŞENGÊN ŞERÊ ME YÊ LI HEMBER ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YE’

Hevalê me Dîndar yek ji ciwanên Êzidî yên destpêkê ye ku berê xwe daye nava refên Berxwedana Şengalê. Di heman demê de yek ji avaker û damezrînerên hêzên me ye. Ew ji roja tevlî bû û pê ve li her qada ku lê têkoşiya bûye kesayetekî pêşeng, fermandar û şoreşgerekî mezin. Her wiha ew yek ji pêşengên şerê me yê li hember çeteyên DAIŞ e. Bost bi bost li ser xaka Şengalê li hember çete û xeta hevkar şer kiriye. Di rizgarkirina piraniya deverên Şengal û derdora wê de cih girtiye. Û di nava gelek hemleyên rizgarkirinê ên li Rojavayê Kurdistanê de jî cihê xwe girtiye. Bi armanca ku rastiya Rêber Apo hîn nas bike û xwe têde kûr bike di zivistana 2015’an derbasî yekem perwerdeya akademîk a li Şengalê dibe. Bi rêbaza xwe ya fermandariya dilnizim, sekna li nava jiyanê û bi karên xwe, hevalên xwe perwerde kir, bi her hevalên xwe re têkiliyeke bi wate ya hevaltî danî, cihê xwe di dilê hevalên xwe de girt û her tim bû fermandar û pêşengek. Perspektîfa Rêbertî ku digot ‘Her kêliya ji bilî çalakiyê, dema perwerdeyê ye’ ji xwe re kir disîplîna jiyanê. Bi eşqa xwendin û hînbûnê tijî û dagirtî bû. Her ku firsend didît dixwend, pirtûk timî pê re bû, lewma teorî û pratîka xwe kir yek, bi vî rengî bû yek ji pêşengên civaka me.

‘JI BO PARASTINA DOZÊ Û DESTKETIYAN HER DI NAVA LIV Û TEVGERÊ DE BÛ’

Hevrê Çiya Feqîr jî yek ji fermandarên me yên ku xwedî rol û misyonekî mezin bû di pêşengtiya şerê li hember çeteyên DAÎŞ’ê de. Ew di her zorî û zehmetiyê de li pêş bû. Tu carî di erk û berpirsyariyên xwe de dudilî nejiya û di kesayeta xwe de hemû taybetmendiyên milîtaniya Apoyî afirandibûn. Kesekî ku bi dilnizmî, wêrekî, fedekarî û hevaltiya xwe dinava hevalên xwe de her mînak bû. Hemû kêliyên jiyana xwe bi wate û dagirtî derbas kirin. Ji bo mezinkirina hêzên me xwedî hewldanên bêsînor bû. Her wiha ji bo parastina dozê û desketiyan her di nava liv û tevgerê de bû. Li gor pîvanên şoreşgertî heya kêliya dawî ya jiyana xwe bi berpirsyarî tevgeriya ye.

Hevrê Pîran Pîr ku yek ji ewladên bi cewher ên gelê me bû. Ji tebeqa Pîra ye ku her dem nûnertiya cewher û nirxên civaka me kiriye û bi hezarên sala bi rolê xwe yê pêşengtiyê rabûye û di şexsê Pîran, Çeko û Têkoşeran de ev pêşengtî dewam kiriye û heya roja îro aniye. Hevrê Pîran di temenê xwe yê ciwan de ketiye nava lêgerîna azadiyê û bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya ser Şengalê bi demekî kurt tevlî Berxwedana Şengalê bûye. Şerê taybet ê dijmin yê li hemberî Êzidiya Şengal, bi taybetî li dijî ciwanan fêm kiriye û bi xwe naskirin, rêxistinkirin, perwerdekirinê her kêlî vala derxistiye. Ew bi tevlîbûna xwe ya bi coş her tim di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin, tevî temenê xwe yê ciwan jî di hizir û ramanên Rêber Apo de xwe kûr kiriye û milîtaniya Apoyî ya bingehîn bi serketî di sekin, jiyan û kar û xebatê xwe de her dem serwer kiriye û di asta herî jor de pêk aniye. Di nava gelek kar û xebatên cur bicur de cihê xwe girtiye û her dem serketî bi encam dane.

Her wiha, careke din em hişyarî didin kesên ku li xwe mûkir hatine û ketina firqa şaştî û sûcên xwe de û dibêjin; mayîna we çiqas di vê rê de dirêj bike ewqas hesabê we giran dibe. Ji bo vê divê her kes bizane ku her dawiya rêya sîxuriyê poşmanî û rûreşiye. Em wek civak û hêz wê tu carî kesên ku destê wan ketiya xwîna ewlad û hevrêyên me de efû nekin û em ê hesabê giran ji wan bixwazin.

Dubare, em ji gel û hevrêyên xwe re soza ku me daye wan nû dikin û didin diyar kirin ku em ê li ser rêya ku Dîndaran, Çiyayan û Pîranan bi ruhê xwe yê Apoyî nîşanî me dane, têkoşîna xwe bidomînin, desketî û qezencên ku bixwîna xwe afirandine biparêzin û mîrateya cangoriyên xwe bi Şengaleke azad û xweser tacîdar bikin.”