'Xwedîderketina li axa xwe, xwedîderketina li xwe ye'

Hêzên xweparastinê ne li dijî pêşmergeyan e, berevajiya wê li dijî dagirkeriyê ne. Yên ku bi dagirkeran re hevaltiyê bikin ew ê bibin hedefa hêzên xweparastinê.

Gelên başûrê Kurdistanê her di nava şer û berxwedanê de ne. Gelê Başûr bi şoreşgertiya xwe tên nas kirin. Ligel ku bi dehan komkujî ji ser wan derbas bûye, mînaka wê Enfal û Helebçe ye û bi dehan mînakên wekî Enfal û Helebçeyê li holê ne. Lê dîsa jî her dem li ber xwe dane. Lê berxwedana wan û keda wan îroj bi destê PDK’ê tê binpêkirin. Her bihustek ji axa Başûrê Kurdistan bi xwînê hatiye avdan. Lê îroj ev ax ji aliyê dewleta Tirk tê dagirkirin. Ligel bêdengiya hikumeta herêmê îroj gel tê qetlkirin li ser vê axa pîroz. Gel wê li hêviya hikumeta herêmê nemîne, ji ber ku dîroka vê hikumetê baş nas kirine.

GEL JI MIRINÊ HIŞYAR BÛ, WÊ DÎROK XWE DUBARE NEKE

Li Başûrê Kurdistanê hêza xweparastinê ava bû. Tê gotin ku ev hêz ji ber valatiya siyasî û leşkerî ava bûye. Ev hêz ne tenê ji bo hêza çekdarî ava bûye, lê belê ji bo hêza civakî, siyasî, çandî ava bûye. Di gotina ragihandina vê hêzê de rûyê wan li hikumeta Iraqê û hikumeta herêm Kurdistanê ye, ji ber ku bêdengî û bêhelwestiya wan bû sedema ragihandina hêzeke bi vî rengî. Ev hêz ne metirsiyek e ji bo Başûr û Iraqê, ev hêz reflêkseke xwezayî ya xweparastina her kesên ji civakê ye. Piştî ragihandina vê hêzê gotinên mîna ‘Ev hêz çima çêbû, jixwe pêşmerge hene’ hat gotin. Pêşmerge yek ji hêzên pîroz e ji bo Kurdistanê. Lê hêza pêşmergeyan ya ku niha li Başûrê Kurdistanê heye, ji hêzeke neteweyî zêdetir di bin siya partiyan de ye. Ev jî dibe sedem ku bi rihê berjewendiyên netewî tevgerandinek çênebe. Hêza xweparastina li başûrê Kurdistanê hêza rasteqîneya civaka Başûrê Kurdistanê ye. Ew ê ji îroj û şûnde derkeve holê ku wê kî li hemberî civakê dagirkeriyê bike û wê kî nûnertiyê bike. Hêzên xweparastinê ne li dijî pêşmergeyan e, berevajiya wê li dijî dagirkeriyê ne. Yên ku bi dagirkeran re hevaltiyê bikin ew ê bibin hedefa hêzên xweparastinê.

Ev gelê ku ji xew şiyar bûye, niha di bin siya partiyan û li gorî berjewendiyên herêmekê an jî parçeyekî nafikire. Niha tekane armanca gelê Başûrê Kurdistanê, azadiyeke bi rûmet û welatekî rasteqîn e. Ev gelê ku ji nû ve hate birêxistinkirin, ji bo azadiyê têdikoşe. Yê ku ew bi rêxistin kirin û rêya rast nîşanî wan de jî Rêber Apo ye.

PDK JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DESTKEFTIYÊN KURDAN NAKE ESAS

Hebûna rêveberiyekê şeklî û dûrî rastiya xwe ya civakî, li Kurdistanê berjewendiyên xwe yên eşîrî û malbatî ava dike. Vê rastiya lanetkirî heta îroj didome. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ku bi destê malbata Berzanî dimeşe, li ser nave Kurdîtiyê dagirkeriya li ser Kurdistanê qebûl dike. Li Başûrê Kurdistanê gelek baragehên dagirkeriya dewleta Tirk hatine avakirin. Gelek girên stratejîk hatine radestkirin û leşkerên dewleta Tirk a dagirker lê bi cih kirine. Her roj gel tên qetilkirin bi destê vê dagirkeriyê, lê PDK’ê tu carî dengê xwe dernexist. Dema ku dengê xwe derxist jî got ku “Sedema qetilkirina gel, hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ye.” Gelo ev gotin çiqas rast e? Di gelek daxuyaniyên xwe de dibêjin bila PKK biçe li gundên Bakur şer bike, lê her kes dizane yên ku Hewlêr parast, yên Kerkuk parast û yên ku Şengal parast PKK bû. Lê PDK nikare dengê xwe bike, ger bibêje gel bi destê dewleta Tirk tên qetilkirin, wê demê pêwîst e bibêje dewleta Tirk bila ji axa Başûr derkeve. Lê ew hêza wê, ew îradeya wê tune ye ku wisa bibêje.

TIRK ÇI JI BAŞÛR Û KURDAN DIXWAZIN

Armanca dewleta Tirk ya dagirker qirkirina Kurdan e. Di warî çandî de jî dixwaze wan bixe bin destê xwe. Gelek sal in ku AKP bi lîstikên xwe hewl dide Kurdan qir bike. Ev qirkirin di serdema Erdogan de derket asta herî jor. Meseleya qirkirina Kurdan, ne bi tenê girêdayî îro ye. Di dîroka me de mînakên wekî Geliyê Zîlan, Mereş, Qelqelî, Dêrsim hene. Duh Evdilhemîdê duyemîn îro jî Erdogan dixwaze Kurdan qir bike. Lê ew ê Evdilhemîdê duyemîn derbên giran bixwe.

Cografyaya Kurdistanê, yek ji cografyaya dewlemend a herêmê ye. Başûrê Kurdistanê jî pareke sereke ye. Her dem ev dewlemendî bûye sedema êrîşa dagirkeran lê gelê herêmê her dem li ber xwe dane û dev ji axa xwe bernedane. Niha jî li ser Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirkirinê heye. Vê tevgera dagirkeriyê sala borî xwe li ser Efrînê diyar kir û niha jî li ser Xakurk û Bradostê, hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mesele ne bi tenê beşeke Kurdistanê ye. Mesele, konsepteke nû ya dagirkerî û tunekirina gelê Kurd e.

Erdogan bi feraseta xwe ya yek netewe, yek al, yek welat û yek ziman, li pey xeyalên nijadperest ên Osmaniyan ketiye. Xeyala wan a dagirkirina giştî ya Başûrê Kurdistanê, xwe dispêre Mîsak-î Mîllî. Dema mirov li vê tabloyê dinihêre, du dîmenên cuda derdikevin holê. Dîmena yekemîn berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê û sekna serhildêriya gelê Başûrê Kurdistanê ye. Dîmena duyemîn jî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê ya bi nokertiya malbata Barzaniyan e ya ku piştgiriyê dide dijmin û li hemberî gel şerekî dijwar û qirêj dide meşandin. Di dawiya tabloyê de jî hilweşandina xeyalên Evdilhemîdê vê serdemê Erdogan û sekna mezin a gelê Kurd heye.

WÊ HÊZÊN AZADÎXWAZ BI SER BIKEVIN

Rêberê Gelê Kurd sîstema demokratîk hildibjêre û li gor wê civakeke hevbeş û pirreng tê avakirin. Lê îroj Rêberê Gelê Kurd li zindana Îmralî dîl girtiye. Ger gelê Kurd û gelên herêmê fikrên Rêber Apo ji xwe re esas bigirin û li gor wê bijîn, wê jiyaneke bi rûmet û azad ava bikin ya ku hemû gel di nav de cih digirin. Wekî mînaka Rojava, heke paradîgma û felsefeya Rêber Apo were esasgirtin, ew ê careke din aştî were herêmê. Dema wisa bibe, wê tu rol û girîngiya demokrasiya sixte û berwejendiyên malbatî yên malbata Barzanî nemîne. Jixwe yek ji tirsa PDK’ê jî, ji felsefe û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber ku hêza leşkerî, dîplomasî û civakî ya PKK’ê dîtine, çavê wan tarî bûne. Lê tişta ku ew ê bi ser bikeve, ew ê hêzên azadîxwaz bin. Ya ku ew ê têk biçe jî wê îxanet û nokertî be.