Xeta Rêbertî û têkoşîna şoreşgerî wê bi ser bikeve

Fêhmkirina Rêbertî têrê nake; divê mirov bijî, bide jiyîn û bi cih bînin. Dema ku me ev kir, hingî wê xeta Rêbertî û têkoşîna şoreşgerî bi ser bikeve, dijmin wê têk biçe.

Rêber Apo hişmendiyeke azadiyê û çandeke berxwedanê afirand ji bo di şexsê gelê Kurd de li nava gelên Rojhilata Navîn û ji wir jî li nava civaka cîhanê belav bibe. Her gava rêwîtiya Rêber Apo ku ji şexs destpê kir û bû gerdûnî, ji Amarayê destpê kir û xwe gihand civaka Kurdistanê, ji rizgariya ji mêtingeriyê destpê kir û paradîgmaya neteweya demokratîk afirand, berhema ked, berdêl û afirîneriyeke mezin a fikrî û fîzîkî ye. Şopên kûr li dîrokê hişt û ev çand afirand.

Rêber Apo hişmendiya me bi wate û wêrekiyê xurt kir û veguherand îradeyeke mezin. Teslîmiyet û koletî ji kesayetiya me avêt, ruhê me bi hişmendiya azadiyê xemiland. Manewiyata me bi exlaqê azadiyê dagirt, dilsoziya me ya bi civakê re qewîn kir. Rêber Apo hişmendiya me ya dîrokê afirand, kir ku em bi xurtî xwe li koka xwe bigirin. Em hîn kir ku ji bilî nasname û çanda me jiyanek nabe, divê em jiyana lanetbûyî ji bo xwe qebûl nekin. Weke şagirtên wî divê em Rêberê xwe çawa binirxînin, ev yek eşkere ye.

RÊBERTÎ HEQÎQET E

Rêber Apo 'gotin', 'wate' û 'çalakî' ye. Hezkirina ji Rêbertî hezkirina ji gotin û çalakiya bi Rêbertî şênber bûye. Hewldana ji bo fêhmkirina Rêber Apo baweriya bi hêza gotin û watedayina ji gotina Rêbertî ye. Têgihiştina Rêbertî têgihiştina hişmendiya gotinê ya Rêbertî ye. Rêbertî heqîqet e. Heqîqeta ku di nava xweza, civak û jinê de geş bûye û dest bi berxwedanê kiriye. Zarokê ku têgihiştina civakê fêhm kiriye, ewladê bi xêr ê civakê û kurê esîl ê jin a dayikê ye. Rêbertî di diyalektîka rabirdû-niha-paşerojê de pireke di lêgerîna heqîqetê de ye, rawestgehek li ser rêya heqîqetê ye, asta herî bilind e.

RÊBERTÎ BI ME RE YE

Rêwiyên rêya heqîqetê û parêzvanên bi biryar ên lêgerîna heqîqetê divê li ser xeta Rêbertî bimeşin. Xwendin, fêhmkirin û bicihanîna Rêbertî rêya xwegihandina li heqîqetê ye. Rêber Apo nivîsandina gotina bilêvkirî ye. Rêbertî analîz e, parastin e, paradîgmaya nû ye. Rêber Apo xwe kir gotin, xwe kir nivîs, bû pirtûk. Yên ku dixwazin ji Rêber Apo hez bikin, yên ku dixwazin bi Rêbertî zanibin û bibînin, divê neçin dûra. Rêbertî bi me re ye. Pirtûkek, gotinek bi me re ye. Yên ku dixwazin Rêbertî fêhm bikin divê giraniyê bidin ser hêza wateyê. Yên ku dixwazin Rêbertî nas bikin divê xwe bispêrin hêza gotinê.

RÊBERTÎ RONAHIYA ME YE

Fêhmkirin ronîbûn e. Ronîbûn jî ronîkirina bi meşaleya gotinê li labîrentên kûrahiya me ye. Ronahî lez e, di leza xwe de rawestîn e. Ronahî bêdem û bêmirin e. Ronahî dîtin e. Çavên me bi rêya ronahiyê dibînin. Çavên dîtî digihêje hêza têgihiştinê. Zanebûn ronîbûn û watedayin e. Rêbertî ronahiya me ye, ronahiya mejiyê me ye. Çavên mejiyê me ye. Ronahî fêhmkirin û têgihiştina di leza ronahiyê de ye.

HEVRÊTIYA KÊMMAYÎ

Rêbertî 23 sal in di nava tecrîdeke giran û sîstema êşkenceyê de dîl tê girtin. Zilma dijmin li barbariya wî tê. Em eman û hêviyê jê nakin. Ya ku divê em lê bipirsin em bi xwe ne. Weke şopdarên Rêberê xwe divê em xwe ji hevrêtiya kêm rizgar bikin. Rexnedayina me tenê bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêkan e. Em zanin ku ev yek jî bi têkoşîna herî rast û mezin dibe.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanya têne lidarxistin, çalakî têne kirin. Bêguman ev bi wate û girîng in. Divê hîn bêhtir bêne xurtkirin û mezinkirin. Lê belê hîmê herî girîng ê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, jiyan û bicihanîna Rêbertî ye ku divê ji bo kêliyekê jî em vê yekê ji bîr nekin. Bi qasî ku me çand û jiyana Rêberê xwe di kesayetiya xwe û pratîka xwe de bi cih kir, ewqasî wê Rêbertî li wir be. Dema ku Rêbertî di kesayetiya me de hate temsîlkirin hingî wê jiyan bi rengê Rêbertî bixemile.

RÊYA LÊXISTINA LI DIJMIN

Dijmin bi qasî ku bixwaze Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve li Îmraliyê di nava çar dîwaran de bihêle jî fikir û ruhê wî azad e. Weke şopdarên Wî, ruh û fikrê wî yê azad, li ku dibe bila bibe bi qasî ku di kesayetiya me de şênber bû, Rêbertî wê li her qada jiyanê be. Yekane rêya lêxistina li dijmin, hilanîna tolê ji dijmin ev e.

Wezîfeya rojane ya bicihanîna Rêbertî jî ew e ku gelê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin, perwede bike û bixe nava liv û tevgerê. Ji bo pêşengî ji vê yekê re bê kirin bêrawestan divê têkoşîn bê meşandin. Fikir û fêhmkirina Rêbertî têrê nake, divê mirov wî bijî, bidin jiyîn û bi cih bînin. Bi qasî ku me ev kir wê xeta Rêbertî û têkoşîna me ya şoreşger bi ser bikeve, dijmin wê têk biçe.