Xefleta PDK'ê beramberî dagirkeriyê

PDK hem li dijî dagirkirina Başûr dernakeve, hem zextê li gel dike, gelê ku dixwaze li dijî dewleta Tirk rabe. Yên vê dikin di nava xefleteke dîrokî de ne. Li ber dagirkeriya dewleta Tirk ranabin, sûcekî neteweyî dikin. Kurd vê helwêsta PDK'ê napejirînin.

Ev 25 roj in ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke giran a dagirkirinê pêk tine. Herêm bênavber tê bombekirin. Suleyman Soylu got, ew ê li Metîna û hin deverên din ên Başûr baregehên nû ava bikin. Maneya vê eşkere ew e ku ew dewleta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ciddî nagirin. Jixwe, dema Malikî serokwezîrê Iraqê bû, Erdogan jê re got, tu kî yî, kî dê te ciddî bigire. 

Di serî de Tayyip Erdogan rayedarên AKP’ê dema referandûma Başûrê Kudistanê, çi nema ji Barzaniyan û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re negotin. Niha jî heman dewlet Başûr dagir dike. Li gel vê jî li dijî tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk rêveberiya Başûrê Kurdistanê heta niha ti reaksyon û nerazîbûn nîşan nedaye. Dijberê vê, Mesrûr Barzanî got, dewleta Tirk ne dijminê Kurdan, lê dijminê PKK’ê ye. Bi vî rengî dagirkeriya Tirk normal û rewa nîşan da. Kurd li pêşberî van daxuyaniyên Mesrûr Barzanî şaş û matmayî man. Her kesî di dilê xwe de got, dibe ku nabihîze çi dibêje. 

Bi rastî jî ev hevokeke wisa ye ku divê ti carî û di ti rewşê de siyasetvanekî Kurd bi lêv neke, nebêje. Dewleta Tirk hebûna Kurdan napejirîne, bi zext û zorê dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biperçiqîne, têk bibe û Kurdan qir bike. Di dema komkujî û qirkirinên Şêx Seîd, Agirî û Dersimê de PKK tine bû. Herhal, xwediyê van gotinan van jî Kurd nabîne. Niha li Tirkiyê bi deh hezaran siyasetvanên Kurd girtî ne, rehîngirtî ne. Naxwe, li gorî Mesrûr Barzanî ew jî ne Kurd in. Bi deh hezaran Kurdên sivîl ên hatine kuştin jî ne Kurd in. Ew keç û xortên Kurd ên li qereqolan dest dirêjî wan kirine, ew jî ne Kurd in. Yên zimanê wan yê dayikê hatî qedexekirin, yên li metropol û bajarên Tirkiyê ji ber ku bi Kurdî axivîn, yan stran gotin, hovane hatine kuştin, ew jî ne Kurd in. Em dikarin yek bi yek zilm û zora polîtîkayên qirkirinê ya dewleta Tirk li Kurdan kirî û dike, bijimêrin û bipirsin ‘ev dewlet vê zilmê li kê û çima dike? 

Li Mersînê êrişî malbatekî Hewlêrî kirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ya ku herdem tînin serê Kurdan, vê carê anîn serê malbateke Hewlêrî. Hikûmeta Hewlêrê vê carê xwedî li malbatê derket. Divê heman helwêst ji bo her Kurdî hebe. Ma dema êrişî Kurdekî ji Başûr dikin, ew dibe Kurd, lê Kurdê Bakur bê kuştin û qirkirin ew ne Kurd e. Li gorî vê nihêrînê, ji ber ku dewleta Tirk ne dijminê Kurdan e; ti tiştî bi Kurdan nake. Em bi bîr bixin, dewleta Tirk Kurdên li Efrînê ji warên wan derxistin, ew qir kirin, ma ev ne dijminahiya Kurdan e! Bi salan got, ‘em ê destûrê nedin korîdora Kurdan’. Ma ev nabe dijminahiya Kurdan! Ma dagirkirin û qirkirina li Serêkaniyê û Grê Spî ne dijminahiya gelê Kurd e! 

Di encama van êrişan de bi sedan sivîl, jin û zarok hatin kuştin. Naxwe, ev jî li gorî Mesrûr Barzanî ne Kurd in. Dewleta Tirk bi êrişên hewayî li ser axa Başûrê Kurdistanê bi sedan sivîl kuştin; lê ew jî ne Kurd in. Ma tenê yên di bin serweriya siyasî û leşkerî ya PDK’ê de Kurd in, yên li deverên din yên Başûr, li Bakur, Rojava ne Kurd in! Mixabin, di bin serweriya xwe de jî rê dide ku heman kiryarên dewletê pêk bên. 

Dostê Erdogan Trump jî li xwe mukur hat û got, dewleta Tirk dijminê Kurdên li Bakur û Rojava ye. Lê serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nikare bêje dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Ma ev çiqas karê aqilan e? Heger mirov nikare rastiyê bîne ziman û bêje, qet nebe bila bêdeng be, neaxive. Bi axaftina xwe zilma dewleta Tirk li Kurdan dike, rewa û normal neke. Kurd dizanin, xwediyê van gotinan dewleta Tirk e, ji bo dagirkerî rewa bibe, dide gotin. Yekane encama ji vê axaftinê derkeve, ev e. 

Gelê Kurd hemû dizane dewleta Tirk dijminê sondxwarî yê Kurdan e. Heke referandûmek bê çêkirin, ji %90’ê Kurdan dê bêjin dewleta Tirk dijmin e. Ji vir ne zor e em bigihin encameke wiha: Fikir û ramanên Mesrûr Barzanî û yê gelê Kurd ji hev cuda ne. Mesrûr Barzanî bi vê axaftinê eşkere danî hole ku nûnertiya Kurdan nake. Li Başûrê Kurdistanê hûn li kolanê ji Kurdekê/î bipirsin, ka dewleta Tirk çiyê Kurdan e, bersiv eşkere û zelal e. Lê Mesrûr Barzanî biryarê dide ka kî Kurd e, kî ne Kurd e. Yanî yên alîgirên PDK’ê tenê Kurd in; yên din ne Kurd in. Bi rastî jî hizra neteweyî ev e gelo? 

Ev gotin wê di bîra gelê Kurd de bimînin, nayên jibîrkirin. Demekê Seddam jî digot, ez ne dijminê Kurdan, lê dijminê PDK û YNK’ê me. Dewleta Tirk a ku Kurdan înkar dike, zilm û zorê dike jî heman rêyê dişopîne. Çima rayedarên PDK’ê bi vê hizrê tevdigerin gelo? Çima li dijî dagirkeriya Tirkiyê dernakevin? Jixwe rayedarên dewleta Tirk jî di her firsendê de dibêjin, PDK dost e, ku em li dijî Kurda bin, em ê bi PDK’ê re nebûna dost. Bi vî rengî dagirkirina Başûrê Kurdistanê rewa nîşan didin. Bi vî rengî êrişên li dijî Kurdan rewa nîşan didin. 

PDK hem li dijî dagirkirina Başûr dernakeve, hem zextê li gel dike, gelê ku dixwaze li dijî dewleta Tirk rabe. Yên vê dikin di nava xefleteke dîrokî de ne. Li ber dagirkeriya dewlta Tirk ranabin, sûcekî neteweyî dikin. Kurd li vê helwêsta PDK’ê dipirsin, napejirînin. Eşkere beşek jî wisa difikire ku PDK hevkariya dewleta Tirk dike. Ji ber ku, heger li dijî vê tevgera dagirkirinê ya ewqasî berfireh nebe, bêdeng bimîne, maneya vê hevkarîkirin e. Ev jî dê wekî sûcekî li dijî gelê Kurd bê dîtin. Mafekî rewa û wezîfe ye ku rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û her kesa/ê Kurd ji PDK'ê daxwaz bike ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe. Em hêvî dikin ev daxwaza gelê Kurd serwer bibe, PDK ji vê rewşa bêdengiyê rizgar bibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA