Wijdan û exlaqê Ewrûpayê

Piştî biryara dadgeriya Belçîkayê, lazim e Kurd li kîjan welatê Ewrûpayê bin, vê biryarê mînak nîşan bidin û di warê hiqûqê de bi xurtî têbikoşin.

Dawiya meha Çile, dadgeha bilind a Belçîkayê der barê PKK'ê de biryareke dîrokî da. Ev biryara girîng Kurdan hemûyan elaqeder dike. Ji aliyê dost û dijminên Kurdan hemûyan ve tê qebûlkirin ku partiya herî mezin û bi bandor a Kurdan PKK ye. Weke terorîst binavkirina PKK’ê, esas êrişeke li dijî Kurdan hemûyan bû. Jixwe, dewletên Ewrûpayê ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re PKK xistine nav lîsteya rêxistinên terorê. Lê ji bo Ewrûpa vê yekê bike ti çalakiyeke PKK'ê ku ji bo wê bibe hincet jî tine ye. Gelê Kurd di warê rêzgirtina li demokrasî û mafên mirovan de li Ewrûpayê xelkê herî li pêş e. Ew bi hebûna xwe nirx û dewlemendiyê li Ewrûpayê zêde dike.

Îcar biryara; PKK ne rêxistineke terorê ye ku dadgeha bilind a Belçîkayê da, her çend dereng jî mabe biryareke di cih de ye. Wisa xuya dike ku guh dane wijdan û hiqûqê. Her çi sazî û kesê ku guh bide wijdan û hiqûqê, jixwe ji xeynî vê biryarê nikare biryareke din bide. Dadgeriya Belçîkayê di vî warî de wijdan û hiqûqa xelkên Ewrûpayê temsîl kiriye. Dayîna biryareke bi vî rengî ji bo wan jî cihê rûmetê ye. Dîrok wê bi başî behsa wan dadgeran bike, heta wê zarok û neviyên wan jî bi wan serbilind bin.

Li aliyê din helbet bi vê biryarê re bi yek carê helwêstên siyasî wê neguherin. Mehkemeyên dewletên din ên Ewrûpayê jî wê hema yekser di vê çarçovê de biryarê nedin. Lê piştî biryara dadgeha bilind a Belçîkayê ya der barê PKK'ê de ew ê nikaribin bi heman helwêstê jî nêzî PKK'ê bibin. Ji xeynî Elmanyayê, ti welat tevî dadgeriya xwe wê nikaribe xwe li vê biryarê kor bike. Qet nebe dadgeriya her welatî wê ji sazî û dezgehên din ên wan welatan hemûyan hinekî serbixwe be. Her çend heta radeyekê hevpariya wan hebe jî, lê ji bo ku welatên din jî li gorî vê biryarê tevbigerin, îşaretek niha xuya nake. Lê tevî her tiştî jî biryara dadgeha bilind a Belçîkayê rewşeke nû derxistiye holê. Di warê nêrîna li PKK'ê de ferqên weke beriya biryara dadgehê û piştî biryarê wê derkevin holê. Ev tiştekî girîng e û bivênevê ye.

Li aliyê din dinyayê hemûyî dît ku rêxistina herî bi bandor a li dijî DAIŞ'ê têkoşiya, PKK ye. Kesên ku xeta bîrdozî û polîtîk a Rêberê Gelê Kurd dipejirînin li her derê li dijî DAIŞ'ê bi xurtî têkoşiyan. PKK li Şengalê bi parastina Êzîdiyan, ew ji qirrkirinê rizgar kirin. Bi vî awayî pêşî li şerma mezin a dinyayê ku Ewrûpa jî di nav de ye, girt. Bi vî awayî rûmeta mirovahiyê jî û Ewrûpa jî parast. Yên ku PKK xistin nav lîsteya terorê, Kurd hemû di bin tohmetê de hiştibûn. Bi vî awayî li hemberî gelê herî mezlûm û herî mafdar ê dinyayê ango li dijî Kurdan nêrîneke neerênî dihat avakirin. Yên ku bi vî çavî li Kurdan dinêrîn û wisa nêzî Kurdan dibûn di heman demê de polîtîkayên qirrkirina Kurdan jî rewa dikirin. Ji lewre, dewleta Tirk bi bahane û îdîaya; "ez li dijî terorîzmê têdikoşim" li dijî Kurdan ti zilm û zordestî nema ku nekir. Bi vê nêzîkatiya xwe dewletên Ewrûpayê jî dibûn piştevan û şirîkê polîtîkayên zilmê. Dadgeha bilind a Belçîkayê bi biryara xwe Ewrûpa ji rewşeke wisa xirab jî xelas kir. Ji ber vê biryarê lazim e welatên Ewrûpayê tevî saziyên xwe yên dadgeriyê malavahiya dadgeha bilind a Belçîkayê bikin.

Piştî biryara dadgeriya Belçîkayê, lazim e Kurd li kîjan welatê Ewrûpayê bin, vê biryarê mînak nîşan bidin û di warê hiqûqê de bi xurtî têbikoşin. Bi taybetî jî demeke ku polîtîkayên dewleta Tirk teşhîr bûne, lazim e ew jî bikevin nav hewldaneke wisa ku biryar û nêrînên neerênî yên di warê PKK'ê de ji holê rakin. Ji ber ku êrişeke welê ya li dijî PKK'ê li dijî Kurdan hemûyan e û dinyayê jî ev yek fêm kiriye. Li dinyayê terorîstê yekem dewleta Tirk e. Ev dewlet DAIŞ û El Nusrayê xwedî dike. Ev dewlet li her derê çeteyan çêdike û wan bi kar tîne. Li Sûriyê bi kar tîne, li Lîbyayê bi kar tîne... Li nava Tirkiyê jî li dijî hêzên demokrasiyê û Kurdan bi kar tîne. Heke li dijî terorîzmê têkoşînek were bipêşxistin, divê di serî de li dijî dewleta Tirk helwest were nîşandan. Her roj ya ku dinyayê, vê dewlet û wê dewletê tehdît dike kî ye? Dewleta Tirk e. Li dinyayê dewleteke wisa nehatiye dîtin. Bêguman ya ku dewleta Tirk xist nav vî eyarî jî di serî de Elmanya, welatên Ewrûpayê ne.

Dadgeha bilind a Belçîkayê bi biryara xwe dawî li derew û demagojiyekê anî ku Ewrûpa bi xwe jî di nav de bû. Ev derew û demagojî di serî de ji aliyê dewleta Tirk ve dihat bipêşxistin. Dadgeriya Belçîkayê bi biryara xwe di heman demê de nîşan da ka dewleta Tirk dinyayê çawa dixapîne. Ev biryar jî destnîşan dike ku PKK ne terorîst e, lê li gel vê jî diyar dike, heke terorîst û terozîmek hebe jî ev dewleta Tirk bi xwe ye. Yên ku radibin û PKK'a ku ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe terorîst îlan dikin, esas, ew kes in ku naxwazin gelê Kurd azad bibe û Rojhilata Navîn jî demokratîk bibe. Ev jî dewleta Tirk û piştevanên wê ne. Bi hêviya ku biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê ji bo welatên Ewrûpayê hemûyan tevî saziyên wan ên hiqûqî jî bibe emsal.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka