Nêzîkî neh mehan e şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de berdewam dike û heta niha 39 hezar Filistînî hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne. Di şerê navbera her du aliyan de gelek hewl hatin dayîn ku eniya şer bê berfirehkirin, bi taybetî li Sûriye, Iraq û Yemenê xwestin ku bi awayek ji awayan rejîma Îranê jî bikişînin nav vî şerî. Hetta ji bo vê mebestê jî Îsraîlê Balyozxaneya Îranê ya Şamê kire armanc û çend kesên payebilind ên dewleta Îranê kuştin û piştre jî dewleta Îranê û Îsraîlê bi awayekî kontrolkirî bi rêya dron û çend mûşekan bersiva hev dan û şiyana hev ceribandin. Lê belê dewleta Îranê û Îsraîlê nexwest ku agirê rikaberiyê gurtir bibe.
Li gel derketina şerê Îsraîl û Hamasê dem bi dem ji hêla Hîzbulaha Lubnanê ve hin mûşek ber bi Îsraîlê dihatin avêtin û Îsraîlê jî bi rêya dron û topan cihên Hîzbulahê yên li ser sînor dikirin armanc. Lê belê ev deh roj in şerê navbera her du aliyan zêdetir bûye û bi ragihandina agirbesta navbera Hamas û Îsraîlê dronên Îsraîlê serkirde û cihên hestyar ên Hîzbulahê dikin armanc û li hember vê yekê jî Hîzbulah bi dron û mûşekan bersiva Îsraîlê dide. Emerîkayê li hember zêdebûna rikaberî û nakokiyên Îsraîl û Hîzbulahê fikarên xwe anîn ziman û hişyarî da ku çênabe şer li her du sînoran dîsan geş bibe. Biden ji bo vê mebestê şêwirmendekî xwe ji bo nermkirina rewşa navbera Hîzbulah û Îsraîlê şande Îsraîlê. Gelo Emerîka bi rastî wekî ku propagandayê dike, alîgirê aştî û lihevhatina Hîzbulah û Îsraîlê ye yan jî dixwaze Hîzbulahê jî wekî Hemasê ji ser sînoran dûr bixe?
Ji wî şerê 34 rojî yê Îsraîl û Hîzbulahê ku di sala 2006’an de qewimî, heta niha şerekî wisa mezin di navbera her du aliyan de neqewimiye. Di sala 2011’an de ku şoreşa gelên Sûriyeyê destpê kir, Hîzbulahê jî wek hevpeymaneke Sûriyeyê li gel dewleta Îranê hezaran endamên xwe şandin eniyên şer li Sûriyeyê. Car caran jî Îsraîl bi rêya balafirên bêmirov hêzên Îran û Hîzbulahê dike armanc ku li Sûriyeyê li ba leşkerên Sûriyeyê şer dikin. Vê rewşê heta şerê navbera Hamas û Îsraîlê berdewam kir. Êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê, kuştin û dîlgirtina sedan Îsraîliyan bû kartek ji bo dewleta Îsraîlê da ku wan hêzên li pişt Hamasê bike armanc. Ji hêleke din ve hevpeymaniya Emerîka-Îsraîl-Erebistana Siûdî û piştî ku sala par di civîna welatên G-7’ê de biryar hat dayîn ku korîdoreke nû ya bazirganî û enerjiyê ji Hîndistanê ber bi Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban û ji wir jî ber bi Îsraîl û Yewnanistanê bê çêkirin. Ev yek bû faktoreke din ku ew hêzên li ser vê korîdorê û dibe ku di siberojê de bibin asteng li ber keştî û paporên bazirganî û enerjiyê, divê bi awayekî bêne jinavbirin yan jî bêne bêbandorkirin. Yek ji wan hêzan Hamas e û hêza din jî wisa diyar e ku Hîzbulaha Lubnanê ye.
Bi teşwîqkirina dewleta Tirk a dagirker, Hamas li hember Îsraîlê kete nav liv û tevgerê û 9 meh in ew şer bi hemû wehşeta xwe berdewam e û bi hezaran zarokên Filistînî bûne sotemeniya vî şerê nexwestî ku bi sorkirina dewletên dagirker û nokerên sîstema kapîtalîst derketiye. Niha jî wisa hest dikin ku Hamas heta astekê hatiye bêbandorkirin û dikarin bi rêya ragihandina agirbestê berê çekan bidin Hîzbulaha Lubnanê û Emerîka û Tirkiye jî dê bibin piştevanê vî şerî û hetta Erebistana Siûdî jî bi destpêkirina şer qayil e ji bo ji navbirina Hîzbulahê.
Niha ji bo ku darbeyê li Hîzbulahê bidin, hêdî hêdî zemînê madî û manewî û leşkerî û siyasî tê amadekirin. Nêzîkî 25 welat Hîzbulahê wek tevgereke qedexekirî pênase dikin û nas dikin. Her wiha Yekîtiya Welatên Erebî û Encumena Hevkariyê ya Kendava Xelîcê û NATO û Ewropa jî li dijî Hîzbulahê ne. Dibe ku Erebistan û Misir jî hemfikir bin ku Hîzbulah were bêbandorkirin. Ji ber ku di sala 2009’an de dadgehên Misirê Hîzbulah bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo bêîstiqrariya Misirê bi rêyên qaçax bazirganiya çekan dike û wê demê endamekî payebilind ên Hîzbulahê yê bi navê Samî Şehab mikur hat ku ji hêla Hesen Nesrelah ve hatiye erkdarkirin ku rewşa Misirê têk bide. Lewma vê carê qada şer ji bo Hîzbulahê wekî salên 2000 û 2006’an nabe. Ji ber ku hem hevsengiya leşkerî û hem hevsengiya siyasî, herêmî û cîhanî guheriye û ev yek jî bê guman ne di berjewendiya Hîzbulahê de ye.
Di şerên berê de qet nebe piraniya welatên Ereban bi awayek ji awayan li dijî Îsraîlê bûn, hetta dewleta Lubnan, Sûriye, Îran, Rûsya û Çînê bi awayekî çalak piştgiriya Hîzbulahê dikir, lê belê niha welatên NATO’yê û Emerîka, Îsraîl û Tirkiye dixwazin bi derxistina şerê Hîzbulah û Îsraîlê bi awayekî nerasterast dewleta Îranê jî bikişînin nav şer. Ji hêla din ve ne rejîma Beşar Esed û ne welatê Lubnanê di rewşeke wisa de nîn in ku piştgiriya Hîzbulahê bikin û hetta rewşa Rûsyayê jî ji Îran û Sûriyeyê baştir nîne.
Di 18’ê Hezîranê de Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê tevgera Ensarulahê ya li Iraqê xiste nav lîsteya tevgerên qedexekirî û ev yek wek amadekariyek hate nirxandin. Ji ber ku eger dewleta Îranê bixwaze bi rêya vê tevgerê êrişî Îsraîlê bike, wê demê dê Nesrulahê bike armanc û bi vî awayî dê dewleta Îranê di nav du rêyan de bihêle. Yan rasterast li ba Hîzbulahê li hember Îsraîlê bikeve şer ku ev yek armanca esasî ya dewleta Tirk a dagirker, Îsraîl û Emerîkayê ye yan jî xwe bêdeng bike ku ev jî tê wê wateyê ku Îran dest ji Hîzbulahê berdide.
Dewleta Tirk a dagirker di mijara Hîzbulahê de dê tenê di çapemeniyê de hinekî deng derxe û nêzîkbûna wê ya li Hamas û Hîzbulahê dê cudatir be da ku ji hêla Emerîka, Îsraîl û Ewropayê ve li hember tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê piştgiriya wê bikin. Dewleta Tirk dê bi awayekî çalak li hember Hîzbulahê piştgiriya Îsraîlê bike. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li Rojhilata Navîn şer û nakokî kûr bibin, bi vê rêyê jî dixwaze hem siyaseta xwe ya qirkirina gelê Kurd û tevgera azadiya gelê Kurd bidomîne û hem jî dixwaze dengên navxweyî Tirkiyeyê bitepisîne û bi vî awayî agirê şer li Rojhilata Navîn gur bike.