Trafîka dîplomasiyê ya li Iraqê gelo nîşaneya operasyoneke nû ye?

Bi mehane di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de bi dehan hevdîtinên di asta bilind de hatine kirin. Ev jî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê sînyaleke nû dide. Dewleta Tirk; ji xeynî PDK û Iraqê dixwaze Îranê jî tevlî vê planê bike.

Li Rojhilata Navîn yek ji navnîşanên herî mezin ku krîz û nakokî lê diqewimin, dibe Iraq. Iraq hem ji ber cihê xwe hem jî dewlemendiyên sererd û binerd qada şer a hêzên navneteweyî û herêmî ye. Ji sala 2003’yan ve dema ku rejîma Seddam Huseyîn hate rûxandin, li Iraqê ne di aliyê siyasî, ne leşkerî û ne jî ekonomiyê de îstiqrarek çênebûye.

Şerên hêzên hegemonîk ên li ser Iraqê, herî zêde di encama hewldanên DYE û Îranê yên ji bo zêdekirina nifûsa herêmê de derdikeve holê. Aktorên Şiî, Sunnî û Kurd 3 dînamîkên herêmî yên welêt in. Şerên desthilatdariyê yên di navbera aktoran de li Iraqê dibe sedemê valetiyeke mezin û hêza herî mezin a ku dixwaze ji vê yekê sûd werbigire jî dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk ji şer, nakokî û lihevnekirinên di navbera kesên navborî de sûd werdigire û li gorî polîtîkayên xwe krîza siyasî ya li Iraqê hîn kûrtir dike. Di heman demê de hewl dide ji valatiya heyî ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê sûd werbigire û li pey konsepteke şer a nû ye. Hevdîtinên ku bi mehane di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de tên kirin, îşaret bi operasyoneke nû ya li dijî Tevgera Azadiyê Kurdistanê dike.

Li Iraqê li peyhev geşedanên siyasî, leşkerî û dîplomatîk diqewimin. Geşedanên li giştî Iraqê di heman demê de ji bo herêmên din jî agahiya şer û krîzên nû dide.

BEXDA WÊ ÇI BIKE?

Li Iraqê ku krîz û kaos lê naqedin, fitîla hevdîtinên dawî bi sewqiyata PDK’ê bi agir ket ku ev sewqiyat 20’ê Sibatê bi navê Yekîneyên Muhafizên Sînor a Iraqê li qadên gerîla pêk hat. Hêzên PDK’ê di serî de li Duhok û Şêladizê xwe li qadên gerîla bi cih kiriye û bi vê yekê re planên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ketin meriyetê. Dewleta Tirk a ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tişta ku dixwest bi dest nexist, vê carê plan dike ku PDK û Iraqê jî tevlî vî şerî bike û encamê bi dest bixe. Bi dîmen, wêne û agahiyên ku ANF’ê xwe gihandiyê re, plana nû ya dagirkeriyê teşhîr bû ku dewleta Tirk dixwaze vê planê bi PDK’ê re pêk bîne. Hewl tê dayîn ku Bexdayê jî tevlî vê gava nû bikin û konsepta şer bê pêşxistin. Dewleta Tirk hewl dide bi destê PDK’ê refleksên hikûmeta navendî ya Iraqê jî bipîve. Tê ragihandin ku dewleta Tirk bi bêdengiya Iraqê re van polîtîkayan didomîne û bi navê Yekîneyên Muhafizên Sînor a Iraqê hîn bêhtir hêzê bi cih bike.

JI BO BAŞÛR DEMA NÛ

Piştre Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 21’ê Sibatê derbarê Herêma Kurdistanê ji bo mijarên hilbijartin û ekonomiyê biryar dan. Ev biryar ji bo pirsgirêka rêveberî û hilbijartinê ku demeke dirêje li herêmê didome, rê li ber rewşeke nû vekir. Tê diyarkirin ku bi van biryaran ji bo krîza ekonomî û îdarî ya li Başûrê Kurdistanê li çareseriyê digerin. Tê texmînkirin ku biryarên nû li pêşiya nelirêtiya PDK'ê ya di hilbijartinê û aboriyê de bibe bendek, lê di heman demê de weke derbek li sîstema Başûrê Kurdistanê hate pênasekirin. Ji xeynî nirxandina Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya di bin bandora Îranê de, van biryaran; nakokiyeke din xiste navbera PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê de.

MESRÛR BARZANÎ LI DYE’YÊ ÇI BAZARÊ DIKE

Biyarên dadgehê hem li seranserê Başûrê Kurdistanê hem jî li Iraqê bû sedema nîqaşan û ev nîqaş didomin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo ku di doza berê derbarê wan hatî vekirin de îfade bide, hate vexwendina DYE’yê. Barzanî 25’ê Sibatê çû DYE’yê. Tê texmînkirin ku bi îdîayên “cînayet, nelirêtî, qirkirin, revandina mirovan, êşkence, dîlgirtin û hevkariya bi DAÎŞ’ê re” were darizandin. Ev vexwendina Barzanî ya li DYE’yê, pirsê di serê mirov de çêdike. Lê tê ragihandin ku PDK a ku her diçe lewaz dibe, ji DYE’yê alîkarî bixwaze. Tê gotin, DYE ku li gelemperiya Iraqê li pêşberî Îranê lawaz bûye, vê rewşê ji bo polîtîkayên xwe erênî dibîne û ji bo hîn bêhtir tawîzan ji PDK'ê werbigire zend û bend ba daye. Di rewşa heyî de tê texmînkirin ku wê PDK li Iraqê di polîtîkayên ku ji aliyê DYE’yê ve hatîn diyarkirin de, li dijî Îranê hîn bi çalatktir rol dilîze û bi vê yekê re hêzên DYE’yê wê li Herêma Kurdistanê hîn bêhtir bi cih bibe û li beramber vê yekê jî; wê PDK bixwaze ku biryarên derbarê Herêma Kurdistanê de hatine girtin vale bên derxistin û ji bo ku bikare deynê xwe yê zêdeyî 32 milyar dolarê bide wê derfetê bixwaze. Di vê rewşê de PDK xaka Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir ji bazarê re vedike û rêya mudaxeleyên derve hêsan dike.

WÊ HÎN BÊHTIR LI QADÊN GERÎLA ZEXT BÊ KIRIN

1’ê Adarê jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Antalyayê. Roja piştre Barzanî tevlî Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû û li wir bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler re hevdîtin kir. Her çendî ku ji raya giştî re hatibe gotin ku di hevdîtina dualî de rewşa Rojhilata Navîn hate nirxandin, lê di rastiyê de tê diyarkirin ku dewleta Tirk bi PDK’ê re planên ji bo hîn bêhtir êrîşî qadên gerîla bikin, nirxandiye. Tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya van planan de di rojên li pêş de, li qadê tevgereke hîn zêdetir çêbibe.

PDK’Ê JI BIRYARÊN DADGEHÊ RE GOT ‘ERÊ’

Dîsa 3’yê Adarê bi biryarnameya ku Nêçîrvan Barzanî îmze kirî, biryar hat dayîn ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 10’ê Hezîrana 2024’an de bên kirin. Bi vê gavê re biryara hilbijartinê ya ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal ve hatî dayîn, ji aliyê PDK’ê ve hate erêkirin. Li Herêma Kurdistanê wê 10’ê Hezîranê hilbijartinên giştî yên parlamentoyê ya dema 6’emîn were kirin. Tê texmînkirin ku bi van hilbijartinan re PDK wê bi tena serê xwe nekare hikûmetê ava bike û wê ev yek hevsengiya hêza wê ya siyasî biguherîne. Eger encam bi vî renbî bû, wê li Başûrê Kurdistanê deriyên demeke nû vebin.

MÎT, PDK Û CIA LI MASEYA 3 KESÎ NE

Mesrûr Barzanî ji bo temenê PDK’ê dirêj bike, li DYE’yê bazariyên xwe didomîne, serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li DYE’yê jî geşedaneke din a girîng e ku bal dikişîne. Ji raya giştî re hate gotin ku Kalin wê li DYE’yê di hevdîtinên bi CIA û hin derdorên siyasî re ji xeynî mijarên navneteweyî û herêmî, wê geşedanên li Iraq û Sûriyeyê jî binirxînin. Hevdîtina rast di navbera DYE, PDK û dewleta Tirk de bi awayê hevdîtina 3 kesî bê organîzekirin û di rojevên esas ên hevdîtinê de jî ji xeynî xurtkirina PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, wê were nîqaşkirin ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê wê aktorên navborî di planên xwe yên dagirkeriya nû de roleke çawa bilîzin.

LI KERKÛKÊ NAKOKÎ DEWAM DIKIN

Ji xeynî van hevdîtinan, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî jî 4’ê Adarê li Bexdayê têkildarî mijara diyarkirina waliyê Kerkukê bi hin derdorên muxatab re hat ba hev. Di hevdîtinê de ji bo lihevkirin çêbibe qasî du hefte wext hat dayîn. Piştî hilbijartinan li Kerkukê ku normalbûn lê çênebûye, hema bêje hemû hêz di tetîkê de ne. Li gorî encamên hilbijartinên meclîsa Giştî ya Bajêr ku 18’ê kanûna 2023’yan pêk hat, tevî ku bi pêşengiya YNK’ê Kurdan piraniya endaman bi dest xist, ev rewş ji aliyê Eniya Tirkmen a Iraqê, Koalîsyona Ereb û PDK’ê ve nayê qebûlkirin. Li Kerkûkê sedemê esas ê nakokiyê jî weke Eniya Tirmen a Iraqê ku dewleta Tirk piştgiriyê diditê, tê dîtin. Tê diyarkirin ku Eniya Tirkmen a Iraqê daxwaz kiriye ku her 18 mehan carekê nûnereke ji aliyê Kurdan, Ereb û Tirkmenan ve bajar birêve bibe û di vê daxwaza xwe de israr kiriye. Derdorên din ev yek qebûl nekirine û eger pêvajoya bi vî rengî şêwe bigire de wê lihevnekirin bigihije astên hîn mezintir û dibe Kerkuk bikeve nav pevçûnan.

9’Ê COTMEHÊ LI ŞENGALÊ TÊ FERZKIRIN

Sûdanî piştî Bexdayê çû Mûsilê, piştre çû Şengalê ku yek ji cihên girîng a herêmê ye. Sûdanî li vir serdana baregeha leşkerî ya ayîdê Tabûra 20’an a artêşa Iraqê kir û hevdîtinên ku kirî jî ji çapemeniyê re girtî pêk hatin. Şengal jî ku di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ne, li dijî peymana 9’ê Cotmehê ku wê îradeya wê xesp bike û bibe sedemê qirkirinên nû, li ber xwe dide. Ev 4 sal in ji bo li Şengalê ev peyman bikeve meriyetê, dewleta Tirk zorî li hemû aliyan dike û têkildarî vê yekê herî zêde jî dixwaze Bexdayê bixe nav liv û tevgerê. Hevdîtina Sûdanî jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Xelkê Şengalê jî destnîşan dike ku ji dervey îradeya xwe wê ti pêkanîn û îdareyê qebûl nekin.

SÎNYALÊN OPERASYONA NÛ

Di dema qewimîna van geşedanan de, şeva 5’ê Adarê Musteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Araj li Enqereyê bi Wezîrê Parastina Tirk Yaşar Guler re hevdîtin kir. Bi mehane di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de bi dehan hevdîtinên dîplomatîk ên di asta bilind de pêk tên. Ev yek jî çarçoveya “operasyona” ku tê plankirin li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê were pêkanîn, radixe ber çavan. Tê armanckirin ku gelek hêzan tevlî vê operasyonê bikin. Dewleta Tirk a ku hewl dide bi DYE’yê bide erêkirin, ji xeynî PDK û Iraqê hewl dide Îranê jî bi rengên cuda tevlî vê planê bike.