Hilbijartinên herêmî ew ê di 31’ê Adarê de were lidarxistin. Her kes dizane ku ev ne hilbijartineke normal û wekhev û adilane ye. Bi sed hezaran hilbijêrên sixte hatine qeydkirin. Rejîma heyî dixwaze bi terora leşker, çete û polîsan û bi dek û dolaban bi ser bikeve. Ligel vî tiştî jî ditirse. Ji ber ku hêrsa li Kurdistanê û pêla vê hêrsê ango ‘tsûnamiyê’ dibîne.
HDP ji serî ve stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser du stûnan ava kir. Li Kurdistanê hilweşandina qeyyûmên mêtinger û li Tirkiyeyê jî qelskirina bloka faşîst a AKP-MHP’ê.
Li Kurdistanê ji bo vê armancê piştî xebateke dirêj bi 7 partiyên Kurdistanî re tifaqek hate avakirin. Li gorî giyanê tifaqê namzet hatin nîşandan. Wekî her carê nerazîbûnên ji bo van lîsteyan hatin nîşandan, ew ê werin nîşandan jî. Divê mirov diyar bike ku ji bo hilbijêrên ku dil dane HDP û tifaqa Kurdan hin nerazîbûn xwezayî û rewa ne.
Ne hêsan e ku 7 partiyên Kurdan werin ba hev. Mirov rewşa kaotîk a cîhanê, krîza ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, helwesta polîtîk a partiyên ku tevlî nav tifaqê bûne, pêşdaraziyên wan ên bi salan bîne ber çavê xwe, tê dîtin ku ev mesele bi hêsanî pêk nehatiye. Lê bi ser ket. Belkî cara yekemîn tifaqek hate avakirin a ku lingê wê erdê digire.
Divê mirov diyar bike ku ev ne bi tenê tifaqa hilbijartinê ye. Heke ev tifaq di pêvajoya hilbijartinê de xebateke baş bike û serkeftinekê bi dest bixe, ev tişt ew ê ji bo dahatûyê bibe xwedî girîngiyeke mezin. Dema ku mirov xetereyên li ser Kurdistanê bîne ber çavên xwe dibe ku ev tifaq di asta kongreya neteweyî de ji bo pêngavên nû yên stratejîk re bibe bingeh.
Serkeftina tifaqê ji bo aştiya navxweyî ya Başûrê Kurdistanê û ji bo yekîtiya di polîtîkayên neteweyî de jî ew ê bandoreke erênî bike. Ew ê ji bo Rojava jî bibe moralekî mezin.
Jixwe hêz û endam û bandora li ser civakê ya partiyên di nav tifaqê de ne wekî hev e. Li vê derê yên mezin û xurt li hemberî yên qels û bêhêz peywirên xwe hene. Ji bo parastina tifaqê û ji bo xebitandina mekanîzmayên demokratik divê kêşe werin çareserkirin. Li vê derê barekî giran dikeve sere milê HDP’ê. Tişta teqez ev e ku HDP ew ê karibe vî barî hilgire.
Jixwe slogana bingehîn a HDP’ê ya ku dibêje “Ya me ye” her tiştî diyar dike. Niha divê mirov xeyidandinên deyne aliyekî, aştiya navxweyî pêk bîne û ji bo azadiyê bixebite. Heke em bi hev re di vî warî de bi ser bikevin, wê demê em ê karibin bibêjin ‘ya ma ye.’
Stûna duyemîn a stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê jî qelskirina bloka faşîst a AKP û MHP’ê ye.
HDP li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mêrsînê ji bo şaredariyan namzetan ew ê diyar neke. Nayê wê wateyê ku HDP li van bajaran nakeve hilbijartinê. HDP li cihên ku namzet nîşan nedaye bi Meclîsa Giştî ya Bajêr û Meclîsa Şaredariyê dikeve hilbijartinê. Ev tişt gelekî girîng e.
HDP li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Mêrsîn û Edeneyê dikare bandorê li encaman bike. Stenbol tê de li gelek bajaran ew ê dengên HDP’ê encamê diyar bike.
Pirsa ku herî zêde tê kirin ev e, HDP ew ê ji bo şaredariyê dengê xwe bide kê?
Di gelek waran de di navbera CHP-Îyî Partî û AKP-MHP’ê de ferqeke zêde tune. Lê ev tenê aliyekî meseleyê ye.
Pirsa ku divê were kirin ev e, Heke îro bloka AKP-MHP’ê were qelskirin ew ê ev tişt baş be yan xerab e? Heke bloka AKP-MHP’ê were qelskirin, ew ê sûda vî tiştî ji Kurdan û hêzên demokrasiyê re hebe?
Di heman demê de hêzên ku dişibin hev bi pêngavekê re dikarin qels bibin. Nakokiyên wan ên navxweyî kûrtir dibe û polîtîkayên wan ên şer dikare bixitimîne.
Li cihên wekî Stenbol û Enqereyê AKP-MHP têk biçe ew ê hevsenga wan xerab bibe. Ew ê nikaribin li ser piyan bimînin.
Gelo kî naxwaze ku di 31’ê Adarê de blokeke qelsbûyî û ya ku nakokiyên wê zêdetir bûye, bibîne?
Bi vê pêngavê re ew ê bloka desthilatdariyê were qelskirin. Bi vê pêngavê re ew ê bloka AKP û MHP’ê qels bibe û CHP û Îyî Partî jî ew ê mecbûrî HDP û hêzên demokrasiyê bibe.
Ji ber vê jî li bajarên wekî Stenbol, Mêrsîn, Enqere û Edeneyê dengdanên stratejîk Kurdbûn û demokratbûna tu kesî xerab nake.