'Têkoşîna li dijî komployê, pêngaveke gelekî hêja ya mirovahiyê ferz dikir'

Komployê di sedsala 20'î de lîstikek Romayê ya arenayê amade kiribû. Komplo ewqasî kûr bû ku ji bo bê têkbirin, di asta mûcîzeyê de pêwîstî bi pêngaveke gelekî hêja ya mirovahiyê hebû.

Di darizandina li Îmraliyê de şert û mercên wê demê, pêşîgirtina li tundiya ji ber girtina min a bi komployê, astengkirina bendewariyên bingehîn ên komplogeran, her wiha pêwîstiya bi pêkanîna ya rast nîşan dida ku ji bo tevkarî li aştiyeke bi rûmet bê kirin pêwîstiyeke mezin bi hewldanan hebû. Nêzîkatiya herî pratîkî ya li vê yekê diviyabû bi wî rengî bûya ku parêznameyên min li ser bingeha çareseriya yekîtiya demokratîk û aştiyê bûya. Ti carî nayê jibîrkirin ku di nava van şert û mercan de atmosfereke lînç a siyasî hatibû serwerkirin. Bi dîtina min derdorên berpirsyar û erkdar ên li Tirkiyeyê jî di nava wan şert û mercan de dûrî fêhmkirina mejiyê pêkanîna komployê bûn, yan jî ji rêveçûneke bi vî rengî re ne amade bûn.

Şert û mercên biryardaneke baş tune bû, yan jî gelekî kêm bû. Komployê paketek pêşkêşî şovenîzma di asta hestewarî de kir û di sedsala 20'î de lîstikeke Roma ya arena amade kiribû ku bi şêran bida xwarin. Di vir de tundiyeke çavsorî dihate nîşandan ku dûr û dijberê hemû armancên PKK'ê bû. Mixabin hêzên dijber hemûyan êrîşên herî întixarwarî yên li hemberî hev û berxwedaneke di vê astê de weke mafê herî rewa qebûl kiribûn û gihîştibûn wê aste yan jî gihandibûn wê astê ku ji vê yekê bawer bikin. Aliyê herî nebaş wê meseleyê jî ew bû ku hemû alî dûrî fêhmkirina vê lîstikê hatibûn hiştin.

Yek ji xiyanetên herî mezin ên sedsalê hîn jî xwe weke alîgirê azadiyê û dost nîşan dida. Yên xwedî helwesteke mezlûm û leheng jî wê bihatina tunekirin û jibîrkirin. Qad wê pêşkêşî her cûre xayin û nokeran bihata kirin ku di kemînê de bûn.

Her tişt li gorî mirina min hatibûn amadekirin. Armanca bingehîn ew bû ku min bi fîzîkî tune bikin, ev nebe ji aliyê wateyê ve min tune bikin. Tevî ku gelekî li ser fikirîm, texmîn nakim ku ji bilî vê yekê armanceke din hebe. Komplo ewqasî kûr bû ku ji bo têkbirina wê pêwîstî bi pêngaveke gelekî hêja ya mirovahiyê ya di asta mûcîzeyê de hebû.

Cîhan tev xistibûn rewşa dijber û dost û hevrêyên herî nêz jî li gorî nirxên moralê û baweriya serwer li gorî çarenûseke bêrehm hatibûn amadekirin ku ji bilî 'mirineke bi şeref' ne li benda tiştekî din bûn. Mejiyê sedsalê ev bû. Merjiyê dost jî yê dijmin jî ev bû. Cihê ku hest û bawerî lê qerisîn ev bû. Her tişt li tenêbûneke tirsnak dihate mehkûmkirin. 'Gulereşandin' li gorî pîvanên şer ne tenê cezayekî gelekî dûr bû, tevî ku weke mafekî jî dihate dîtin ev maf ji min re nedihate naskirin. Şaristaniyê dixwest bi rengekî hîn cuda tolê ji min hilîne.

Min ti carî hewl da ku bibim leheng. Nebûm wêrekiyeke bi rengekî welê yê ji rêzê, tevî daxwaza min a ku min dixwest weke xwe bême naskirin, li gel hevalên herî nêzî xwe jî li vê rast nehatim. Lê belê aliyekî min hebû ku min ê xiyanet li wê nekiribûya: Ez ê her ew zarok bûma ku xiyanet li xeyalên xwe nekiribûya. Min ê xwedayên şaristaniyê nas nekiribûya, li nava saziyên wan nehelibûya, nebûma mêrê malbatê yê jinên wan. Diyalektîka kesayetiya min pêşketineke bi vî rengî bi ser xistibû. Mesele êdî ne nakokiyeke ji rêzê ya Tirkiyeyê bû. Rewşa min Prometheûsiyekî hemdem li min ferz dikir.

Çarmixkirina min li tehtên Îmraliyê ji çarmixkirina Prometheûs a li Çiyayên Kafkasyayê ne cuda bû. Mixabin ji aliyê neviyên heman Xwedayê Athena Zeus ve ev yek hatibû kirin. Yek ji navendên bijarte yên şaristaniyê Moskowa, lîstika namerdane ya li dijî sosyalîzmê di mijara min de jî bêyî ku li ber xwe bikeve ji bo xatirê çend îhale û çend mîlyar krediya ÎMF'ê wê bilîsta.

Li Romayê jî arenaya koletiyê ya klasîk û hesabên zirav ên kapîtalîzma modern wê ti nirxên moral û hiqûqê nas nekiribûna, bi teroreke psîkolojîk a mezin ez neçar bihişta ku şerekî mezin ê rûmetê bikim. Athena jî wê bi rengekî ku fahîşetiya herî mezin jî newêrî bike, baweriya bi navê dost bi rengê herî nemerdane bi kar bianiya, ez bişanda paytexta Kenyayê, warê yamyaman. Rûyê herî zexel, êşkencekar, bêhest û berjewendîperest ê şaristaniya sedsala 20'î ku rê nade nirxekî cuda yê mirovahiyê, di her kêliyê de wê bêhtir xwe nîşan bida û ez ê li pêşberî vê yekê mat bimam. Rastiya ku refleksa min li hemberî wê mat ma ev rastî bû.

Yên ku li benda helwesteke cuda bûn, eger rastiyê bi her awayî fêhm nekin û hîs nekin, wê nikaribin encamên pêwîst ên fikrî û moralê jê werbigirin. Min ti carî ji qederê bawer nekir. Lê belê li çarmixa hemdem a sedsala 20'an ku hêzên qederê li min ferz kirin, ez ê bi tena serê xwe bisekiniyam. Min ê ji bo xwe bikira serbilindî û wateya herî mezin ku lêdana herî dawî ya dilê xwe, mejiyê xwe ji bo mirovahiyê bi kar bînim.

Ji bo yên dixwazin sekna min a Îmraliyê fêhm bikin, vê pênaseya kurt dikim. Rexnekirin û rexnedayina bê kirin jî wê ne ji rêzê be, ne efû be, yan jî ne bendewariyeke jiyaneke bi rêbazekê be. Rewşeke bi vî rengî li wateya min a jiyanê nayê. Rewş hîn cudatir e, ferz dike ku reseniyekê, xweseriyekê bide fêhmkirin. Ji ber ku helwesta biratiyê û aştiyê xwedî cewhereke gelekî xurt e, ji ber ku guman û teredûta min di vê der barê de nîne, min ê helwesta siyasî nedabûya pêş, nebûya amûrek ji bendewariyên şaristaniyê.

Min ê li vir li rûmetê bigeriya, li pêşberî laneta şaristaniya hemdem têk neçûbûma. Eger wê cih bida hevpariya jiyaneke biratiyê ya bi rengekî azad û aştiyane ya bi rûmet, min ê her nêzîkatiya siyasî hêja bidîta.

Cewhera parêznameyên min ên Îmraliyê ev e. Hêvîdarim qîmetê wê her roj hîn bêhtir tê fêhmkirin.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.)

Wê dewam bike...