Têkoşîna li dijî komployê -2

Kurd ku 15’ê Sibatê pê hisiyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin, têkiliya xwe bi awayekê din bi jiyanê re danî. Kurdan li dijî komployê agir berda canê xwe.

Pêvajoya komployê ku bi derketina ji Sûriyeyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cotmeha sala 1998’an dest pê bû, bi dana destên Tirkiyeyê ket qonaxeke din. Hêzên dixwest Kurd ji azadiya xwe bêpar bimînin digot qey bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd û hiştina Kurdan bê rêber, şikestina vîna Kurdan da ber xwe. Wê bi vî li pergala xwe ya parçebûna Kurdistanê dewam bikira. Pirsgirêka Kurd ne êdî ne bi tenê pirsgirêkeke herêmî bû ku Tirkiye eleqeder dikir. Ji ber vê li dijî PKK’ê û Rêbertiya wê bi tevlêbûna gelek dewleta pêvajoya komployê hat amadekirin. Dixwest bi îmhakirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina PKK’ê ji holê, cihê xwe qewîn bikin. Lê tu tişt bi awayê hesab dikirin nebû. Yên pêvajo amade kir tevî bikaranîna ewqas derfetan nekarî vîna Kurdan bişikînin û hezkirina ji Rêbertiyê ku ketiye dilê Kurdan, biqedînin. Rastiyeke ku hesab nekiribûn hebû. Kurdan Rêbertî bi tenê wek rêberekî nedidît. Ew ketiye nava hemû hicreyên canê Kurdan. Wek her car wê cardin nehişta ku Rêbertî tune bibe. Wek peykerekê bi heybet derket holê ku Kurd li Rêbertiya xwe dibin xwedî.

Kurd ku pê hisiyan Rêbertî dîl hatiye girtin, êdî bi awayekê din têkilî bi jiyanê re danî. Di dilê her kesî de mijarek hebû. Êrîşâ li Rêbertiya hatiye kirin û rabûna li ber wê. Ki çi ji dest bihata wê bikira. Bi pratîkeke bi dana cana xwe ya nedîtî rabû. Kurdan ji bo protestokirina vê komployê li gelek welatên cîhanê bi awayekê bêhevta li ber xwe da.

Bi çalakiyên bi heybet ên ciwanên Kurd ku ji bo protestokirina komployê canê xwe danî meydanê, hêzên komploker jî man matmayî. Hêzên komploker encama çalakiyên bi heybet ên Kurdan nedipa.  Ji bo çalakiyên bi heybet û biryardar negihîjin armanca xwe gelek teorî çê kirin. Kurdan dana canê xwe da ber çavên xwe û li rêberê xwe bûn xwedî û komplo puç kir.

Di vê nûçeya dosyeyî bi dîlgirtina Rêber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re  li çar aliyên Kurdistanê, Ewropayê û bajarên mezin ên Tirkiyeyê û welatên cur bi cur ên cîhanê, çalakiyên ku Kurdan kirine hatine berhevkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an ji Sûriyeyê veqetiya Kurdan li qadan çalakî li dar dixistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15’ê Sibatê dan destên Tirkiyeyê, Kurdan li lidarxistina çalakiyên xwe yên bi heybet dewam kir. Kurd ji 15’ê Sibatê re dibêjin ‘’Roja Reş’’. Bi kevneşopiya têkoşînê ku 25 sal in berdewam e Kurdan xwe li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe kir çembereke agirîn.

ÇALAKIYÊN ‘HÛN NIKARIN ROJA ME BIBIN AVA’

Mehmet Halît Oral 9’ê Cotmeha sala 1988’an di Girtîgeha Mereşê de canê xwe da ber agir û çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me bibin ava’ dest pê bû. Heta 15’ê Sibata sala 1999’an çalakî li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Îran, Rûsya û welatên Kafkasyayê berbelav bûn. Di çarçoveya çalakiyan de zêdeyî 100’î kesan agir berda canê xwe.

Bi taybetî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîşt Îtalyayê, ev çalakî bi tenê bi kadroyên PKK’ê û girtiyan sînordar neman. Kurdan xwe li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir xelekeke agirîn û li ber hêzên komploger li ber xwe da. 13’ê Mijdara 1988’an li girtîgehê Mêrdînê girtiyê edlî Erdal Çeken, Cemîl Ozalp ku 27’ê Mijdara sala 1998’an kurekê di nava refên gerîla de bû şehîd, 13’ê Çileya Pêşîn a 1998’an li Bagcilara Stenbolê Hatîce Falay (55) canê xwe da ber agir û bûn şehîd.

Piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek ciwan û jinan di bûyerên civakî de canê xwe, komplo protesto dikir.

17’ê Mijdara sala 1998’an Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan), li ber parlamentoya li Moskowa paytexta Rûsyayê, agir berda canê xwe. Ev çalakî bû xala werçerxê ya çalakiyên ‘’Hûn nikarin roja me bibin ava.’’ Dinyayê dît ku Kurd dikarin ji bo Rêberê xwe çi bikin.

ÇALAKIYÊN LI TIRKIYEYÊ DEST PÊ BÛN

Gava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê bû, dewleta Tirk zexta xwe li ser siyaseta legal a Kurdan zêde kir. Li gelek metropolan êrîşên nijadperest û faşîst li dijî Kurdan zêde bûn. Boykot û çalakiyên protestoyî yên berpêyî Îtalyayê di heman demê de bûn kampanyaya ricimandinê. Êrîş li avahiyên HADEP’ê di bin çavdêriya polîsan de dihatin kirin. Li dijî kesên dihatin partiyê diketin hewila recimandinê. Dewleta Tirk ji bo rê li ber bertekên civakî bigire, dewleta Tirk zexta xwe li ser siyaseta Kurdan a legal pir zêde kir.  Dor li avahiyên HADEP’ê hat girtin. Li avahiyên navçe û bajaran ên HADEP’ê ji bo protestokirina komployê bi hezaran kesan dest bi greva birçîbûnê kir. Tevî ewqas zext û hewila recimandinê Kurdan tu gav ji paş re neavêt.

19’ê Mijdara sala 1998’an Serokê Giştî yê HADEP’ê Mûrat Bozlak li ser pêvajoya komployê û aştiya civakî daxuyanî da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê Navenda Giştî ya HADEP’ê jî di nav de, bi ser avahiyê partiyê yên navçe û bajaran de hat girtin. Serokê Giştî Bozlak jî di nav de bi sedan rêveberên partiyê û bi zêdeyê 3 hezarî kes di rojekê de hatin binçavkirin.

Kurdan tevî hemû zextan bi biryar li çalakiyên xwe dewam kir. Bi hezaran kesan li avahiyên HADEP’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. 6’ê Çileya Pêşîn cardin bi ser avahiyên HADEP’ê de hat girtin. Bi hezaran kes hatin binçavkirin. Bi ser gelek malan de hat girtin.

ÇALAKIYÊN LI KURDISTANÊ Û SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV BÛN

Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera Kurd lê dijîn, bi serhildan û çalakiyan hat protestokirin. Li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran derketin kuçe û kolanan. Li Sineyê serhildaneke mezin çê bû. Li Rojhilat û Îranê bi sedan ciwan gihîştin gerîla. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê gel bi rojan çalakiyên protestoyî li dar xistin. Tevî ku polîsên herêmî zext kirin, çalakî zû biz û veguherîn xwepêşandanên protestoyî û serhildanan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dan destên Tirkiyeyê, bi pêşengtiya jin û ciwanan her der bû cihê çalakiyê. Ciwanên Kurd bi şev û roj li metropolan çalakî li dar xistin. Çalakî bi biryardarî li her warê jiyanê belav û berdewam bûn.

ÇALAKÎ LI EWROPAYÊ Û DINYAYÊ

* Kurdan li Ermenistanê bi rojan çalakî li dar xistin. Li Erîvanê dest dan ser avahiya NY’yê.

* Li Sydneyê ku bajarekê Awûstûryayê ye, çalakger ketin Balyozxaneya Yewnanistanê û bi saetan tê de man. Li Viyanayê avahiya Partiya Demokrat a Civakî, balyozxaneyên Yewnanistanê û Kenyayê hatin dagirkirin.

* Li Vancouverê ku bajarekê Kanadayê ye, Balyozxaneya Yewnanistanê, li Montrealê Bankaya Neteweyî ya Yewnanistanê, hatin dagirkirin. Li Ottawayê jî sefaretxaneya Tirk hat dagirkirin.

* Li Kopenhaga Danîmarkayê avahiya Komîsyona Ewropayê hat dagirkirin.

*Li Parîsa paytexta Fransayê çalakger ketin balyozxaneyên Kenya û Yewnanistanê û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Li Marsîlyayê Balyozxaneya Yewnanistanê hat dagirkirin.

* Li Elmanyayê jî; di çalakiyan de ku li dijî Balyozxaneya Îsraîlê li Berlînê hatin kirin, sîxurên MOSSAD’ê gule berdan çalakgeran û 3 Kurdistanî qetil kirin, bi dehan kes birîndar kirin.

Li Hambûrg, Bonn, Frankfûrt, Dusseldor û gelek bajaran, Kurdistaniyan bi rojan çalakiyên protestoyî li dar xistin.

*Kurdistanî li Yewnanistanê jî rabûn ser pêyan û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Hikumeta Atînayê ji ber ku çalakiyên protestoyî tirsiya, bi sedan Kurd bi rojan di kampeke leşkerî de ragirtin. Kurdistaniyan û heval û hogirên wan, bi rojan çalakî li dar xistin û Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Theodoros Pangalos, Wezîrê Nîzama Raya Giştî Fîlîppos Pecalnîkos û Wezîrê Karên Hundirîn Alekos Papadopoulos îstîfa kir.

*Kurdan Balyozxaneya Yewnanistanê ya li Mîlanoya bajarê Îtalyayê dagir kir.

*Li bajarê Lahey ê Hollandayê Balyozxaneya Yewnanistanê hat dagirkirin.

*Li Moskowa paytexta Rûsyayê bertekên cuda hatin nîşandan û Balyozxaneya Yewnanistanê hat dagirkirin.

*Li Swîsreyê Avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, li Zurîh û Bernê avahiyên dîplomasiyê yên Yewnanistanê hatin dagirkirin.

*Li Îngilistanê sefaretxaneya Yewnanistanê bi sê rojan dagirkirî ma. Li DYE’yê jî li dijî balyozxaneyên Kenya, Tirkiye û Yewnanistanê bi rojan çalakî hatin lidarxistin.