Tekane rê Partiya Çepên Kesk

Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de du tişt girîng in: Ya yekem hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û ya duyemîn jî Partiya Çepên Kesk ya ku sîwana hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ye bi hêz û komeke xurt têkeve meclîsê.

Tirkiye di dîroka xwe ya sed salên dawî de di qonaxeke herî girîng de ye. Komara Tirkiyeyê ya ku li ser kavilên Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, di sala xwe ya sedsalî de ye. Di 14'ê Gulanê de hilbijartin çêdibe û rêveberiyeke nû tê serê dewletê. Ev rêveberiya nû wê sedsala duyemîn a Tirkiyeyê plan bike û sedsala nû bide destpêkirin. Pirsa dîrokî ku li vir derdikeve pêş ev e: Sedsala duyemîn a Tirkiyeyê wê çawa be? Yan jî, wê li ser kîjan nirx û prensîban be? Gelo wê wekî sedsalaya yekemîn li ser bingeha zîhniyet û polîtîkaya faşîst, mêtinger û qirker be; yan jî wê li ser esasê azadiya Kurd û jinê guhertin û veguhertineke demokratîk pêk bîne? Hilbijartina 14’ê Gulanê û têkoşîna li ser vê bingehê wê bersiva vê pirsê bide.

Dema ku em li paş xwe dinihêrin, sedsala yekem a Tirkiyeyê geh daketiye û geh jî rabûye. Di warên cuda yên jiyanê de di serdemên cihêreng re derbas bû. Serdemên li gorî rêveberiyên siyasî, li gorî avadaniya aborî, li gorî destûra bingehîn a nû, li gorî têkiliyên derve hatin diyarkirin. Hinekan sedsal kirin du parçe û wekî komara yekemîn û duyemîn binavkirin. Lê li gel van hemû cudahiyan jî cewherê meseleyê, ango zîhniyet û siyaseta ku komar bi rê ve biriye, neguheriye. Komara sedsalî da ser rêya zîhniyet û polîtîkayeke dij-kurd, faşîst, mêtinger û qirker. Ji ber vê sedemê, Tirkiye her çiqas bi awayekî ber bi kombûna rengên nû çûbe jî tu carî demokratîk nebû. Her dem wekî dîktatoriya faşîst û leşkerî ma. Di esasê xwe de ji aliyê kesekî û partiyekê hate birêvebirin.

Di sedsala dawî de sîstemeke wisa hat avakirin ku ne tenê gelê Kurd, Ermenî, Yewnan û Asûrî qir kirin; ne tenê li ser jin, kedkar û karkeran zext, îstîsmar û zordarî pêk anîn, ji xeynî jiyana madî ya rehet a hin kesên ne li ber çavan, bi kesên dewlet bi rê ve dibirin jî êş dan kişandin. Ne her dem be jî di hinek aliyên jiyanê de ev tişt da jiyîn. Dema mirov li rewşa kesên ku ji destpêkê ve dewlet bi rê ve birine li serpêhatiyên Mûstafa Kemal, Îsmet Înonû, Menderes û Bayar, Demirel û Ecevît, Ozal û Erbakan, Kenan Evren û Çevik Bir, Îlker Başbûg û Yaşar Buyukanit dinihêre, ev tişt bi zelalî tê dîtin. Ev aliyê wê nîşan dide ku dewleta bi navê komarê çi ye.

Ev tê wê maneyê ku komarê di sedsala yekem de ne tenê li ser Kurdan, Elewî, jin, karker û kedkaran û gelên cuda zilm, zext û zordarî kiriye; li gel wan êş û eşkence li kesên ku ew bi rê ve birine jî dane jiyîn. Yanî sîstemeke dewlet û îdarî ya wiha dikare bê parastin? Ma mirov dikare bibêje ku divê heman sîstem bi vî rengî bidome? Gelo mirov dikare bibêje ku divê heman zîhniyet û polîtîka wisa bidome? Di encama nirxandineke kin de diyar dibe ku wê pirsên li ser mijarê bi neyînî bên bersivandin. Lê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê û tifaqa wan a Cûmhûr û Fatîh Erbakan, Huda-Par, BBP û DSP ên ku tevlî vê tifaqê bûn, dixwazin ev sîstem îro dîsa wisa bidome. Dixwazin sedsala duyemîn a ku jê re dibêjin ‘Sedsala Tirkiyeyê dîsa li ser esasê feraset û siyaseta li dijî Kurd, Elewî, jin, karker û kedkaran ava bibe. Gelekî zelal e ku ev kes dixwazin vê felaketê kûrtir bikin û bidomînin.

Wekî din 'Tifaqa Milet' heye ku di bin sîwanê CHP'ê de dikeve hilbijartinê. Tê dîtin ku Mûstafa Sarigul ê CHP'iyê berê jî tevlî van bûye. Ev 'sîstema serokkomariyê' ya faşîzma AKP-HDP'ê rast nabînin û dixwazin li sîstema beriya pênc salan vegerin. Dixwazin sîstema heyî li gorî ya pênc sal berê restore bikin. Gelo restorasyoneke bi vî rengî wê karibe komarê 'zarokên xwe jî dixwe' biguherîne? Gelo wê karibe sedsala duyemîn a Tirkiyeyê bike sedsala demokrasî û azadiyê. Eşkere ye ku wê nikaribin vê bikin, wê nikaribe siyaset û mejiyê sedsala derbasbûyî biguherîne. Wê demê wê nikaribin felaketa heyî ji holê rakin, wê nikaribin sedsala duyemîn bikin sedsala demokrasî û azadiyê.

Tenê 'Tifaqa Ked û Azadiyê' dimîne ku di bin sîwanê 'Partiya Çepên Kesk' de tevlî hilbijartinê dibe. Ev tifaq dixwaze siyaset û mejiyê di sedsala destpêkê de serwer bû, biguherîne. Yanî dixwaze siyaset û mejiyê dijminê Kurdan, jinan, Elewiyan, karker-kedkaran û dijminê gel ji holê rake, jiyaneke bi biratî, demokratîk û azad ava bike. Di vê mijarê de bernameyeke xwe ya şênber heye. Di beyannameya hilbijartinê de ya ku pêşkêşî civakê kir, ev rewş bi şênberî raxist pêş çavan. Bi kurtasî eger 'Tifaqa Ked û Azadiyê' di hilbijartinê de bi ser bikeve û bernameya xwe bi cih bîne, sîstema heyî wê ji bingehên ve bê guhertin, sedsala duyemîn a Tirkiyeyê kare bike sedsala demokrasî û azadiyê.

Lê belê ev ê çawa bibe? Gelo tenê bi serketina li hilbijartinê di vê astê de guhertinek dikare bê kirin? Di rewşa heyî de 'Tifaqa Ked û Azadiyê' dikare di hilbijartinê de bi ser bikeve? Gelo faşîzma AKP-MHP'ê bi hilbijartinê dikare ji rêveberiyê bê xistin? Diyar e ku ev hîn ne zelal e. Lewma di mijara 'Tifaqa Ked û Azadiyê' de divê mirov li pey xeyalan nekeve, nekeve nava wê têgihiştinê ku her tiştî bi hilbijartinê karibe bi ser bixîne, tifaqa bi Kemal Kiliçdaroglû re di ser her tiştî re nebîne. Lê belê li ser vê bingehê dîktatoriya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî dikare bê hilweşandin û ev jî gelekî girîng e. Bi vî rengî dikare pêşî li serdemeke din a desthilatdariya AKP-MHP'ê were girtin. Her wiha Tirkiye dikare bi pêşîvekirina li guhertina demokratîk û bi biryardarî bikeve sedsala duyemîn.

Wê demê eşkere ye ku her tişt wê bi hilbijartinên 14'ê Gulanê neyê çareserkirin. Lê belê pêşiya çareseriyê jî bi hilbijartina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya di 14'ê Gulanê de wê bê vekirin. Jê û pê ve jî wê bi taktîkeke rast û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bênavber bi ser bê xistin. Şoreşa demokratîk a pêşî lê bê vekirin wê timî bibe û bi têkoşîneke rast wê bê meşandin. Ev jî kar û wezîfeyeke bênavber a sosyalîstên şoreşger e.

Wê demê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 2 tiştên girîng hene. Y a yekemîn; hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û ya duyemîn jî serketina 'Tifaqa Ked û Azadiyê' ya di bin sîwana Partiya Çepên Kesk, bidestxistina komeke xurt a li meclîsê ye. Ji xwe namzetên ku pêşniyar kirine giraniyeke xwe heye û tecrûbe û danheviyek jî heye ku karibin sedsala duyemîn li ser bingeha demokrasî û azadiyê ava bikin. Wê demê ya ku sedsala nû bi rengekî rast diyar bike Partiya Çepên Kesk e. Partiya Çepên Kesk ji bo Tirkiyeyê di asta diyarker de ye. Ji ber vê yekê rewşenbîrên şoreşger ên pêvajoyê nîqaş dikin, ji bo dirûşma demê gotin 'Rêya yekane Çepên Kesk e'. Ji bo di rêya rast de bimeşin divê her kes ji bo Partiya Çepên Kesk bixebitin û tevkariyê li serketina Partiya Çepên Kesk bikin. Helwest û wezîfeya vê serdemê ya şoreşgerî û demokratîk bi vî rengî ye.