Sînema Şoreşê bi pêş dikeve

Wê demê sînema me dibe sînema şoreşê û rêya şoreşê ronî dike di bin perspektîfa sînema gelê şoreşgerî de.

Bi pêşketina şoreşê ve gelek xebatên çand û hunerê rê jî bi pêşketin. Yek ji van xebatên çand û huner xebata sînema yê ne. Bê goman sînema weke huner roleke wê sereke di şoreşê de heye. Ji ber sînema çanda ku şoreş dide avakirin, rola sînema wê çandê mayînde dike û têxe malê dîrokê. Ji ber vê yekê jî rola sînema di şoreşê de pir giringe.

Dema em li dika hunerê bigiştî û bi taybet a sînema dinêrin em rastî gelek berhemên giring tên. Yek ji van berheman filmê kobanê ye. Yek ji filmên ku di sala 2022 an de kete sezonê, di cîhana sînema de bi giştî û di cîhana sînema kurdî de bi taybet. Di  sînema de temsiliyeta şoreş û nirxên şoreşê û yekbûna çanda gelan li himberê dijminê mirovahiyê. Her wiha emê bi rêya vî film çend mînakên ku temsîla çanda berxwedanê dike di kesyeta jina azad de û rola jinê di sînema şoreşê de, li himber xiyanet û temsîlkariyê bikin û di sînema şoreşê de cerserat û wêrekî ku temsîla çanda APO yîzimê dikin bikin.

Mirov dikare filmê kobanê weke filmê şoreşê pênas bike. Ji ber ev berhem, çîroka berxwedana pêkhateyên bakûr û rojhilatê suryê tîne ziman. Çîroka film li ser çend lehengên berxwedana dîrokî a kobanê ye, li himber DAÎŞ ê tîne ziman. Di çîroka van çend qehermanan de em dibînin ku çawa îrada azad û fikirê berxwedanê li himber hovîtî û tarîtî bi ser dikeve.

Tişta di film de wer xwiya dike û bal dikşîne an jî cudatiya wî ji gelek filman eve, ne çîroka şervanên kurd tenê ye, an jî serpêhatiya şervanên netewekî tenê ye. Serpêhatiya çîroka film behsa rola netewa ereb jî dike, ku çawa rola şervanên ereb di berxwedana dîrokî de heye û qala wê dike. Ev di karakterê Feysel Abû Leyla de, ku weke fermandarê şer di berxwedana kobanê de cihê xwe diger li kêleka gelek şeranên din ên erebe. Em di film de dibînin ku çawa Feysel Abû Leyla bi ruhê berxwedanaê tekoşîneke mezin dide meşandin. Her çiqas dujimin dixwaze bi riya wî derbe li şoreşê bide û şoreşê têk bibe. Tişta balkêş ji xwe eve, dujimin dixwaze carek din dujmintiya kurd û ereb pêş bixîne û bê bawerî di navbera gelê ereb û kurde bide avakirin. Lewma dixwazin dest bavêjin Fîsel Abû Leyla yê ku serkêşî û sembola hêzên erebe di film de dike, bi riya wî  dixwazin dijmintî û çanda neyartiyê care din vejînin. Li himber çand û felsefa biratiya gelan, lê ji ber damarên berxwedanê û hişmendiya felesfa berxwedanê di karakterê Fîsel Abû Leyla ava bûnê û zindî ne. Her çiqas dixwazin bi riya malbata wî a ku didest DAÎŞ deye gef lêbixwin. Lê karakterê wî karktereke wihaye. Welat û şoreşê berî malbatê dibîne, ji ber vê jî bi hişmendiya fermandarê şer tev diger û dujmin têxe xefkê. Bi plana xwe gelek hêz û moral dide şervana. Ev plana wî tam dibe plana serkeftinê di kobanê de. Bi serkeftina vî ruhê berxwedêr em dibîn ku di roja me a îro de çawa teysandina xwe li ser gelên bakûr û rojhilatê suryê dike. Bi hişmendiya berxwedan û felesfa biratiya gelan, gelên herêmê xwe bi rêxistin kirine û têdokşin. 

Weke din jî di film de kesayeta jina azad û têkoşer dibînin ku çawa dibin pêşengên vê berxwedana dîrokî. Yek ji karaktera ku behsa çîroka serpêhatiya jina azad dike û temsîla xeta jina azad dike, karaktera Arîn Mîrkane. Ji xwe berxwedana kobanê dema tê ziman yekser di mejiyê mirov de çalakiya Arîn ê tê bîra mirovan. Ji ber Arîn sempola berxwedana kobanê ye. Em di film de jî dibîn ku çawa xeta berxwedanê di şexsê Arîn de serdikeve. Her çiqas çîroka Arîn di film de kême weke sembol hatiye dayîn, lê ji bona me a giring tê dîtin eve; ruhê berxwedêr a ku muhra xwe li dîrokê da giringe. Li vir pirsek di serê mirovan de ava dibe. Ev ruhê ku Arîn bi ser dujmin de çû kîjan ruhe?. 

Helbet ev ruh, ruhê APOyîzimê ye ku di şexsê rêheval Zîlan de hate pêşxistin. Çawa zîlan bi ser dujmin de çû û got gav paşde avêtin nemaye û kete nava dujmin . Li navenda dujmin ku dujmin ji xwe pir bawer bû çalakiya xwe kir. Di kobanê de jî bi heman hestan û bi heman ruhî  rêheval Arîn di film de em teysandina wî ruh berxwedanê dibînin. Ew jî dibêje gav paşde avêtin nemaye û li ser girê miştenûr canê xwe feda dike û bi çalakiya xwe xof û tirs dike nava dilê dujmin û neyarana. 

Her wiha yek ji karakterên din di film de ji mirovan re hêvî dide ava kirin karaktera Asmîne. Asmîn jinek ciwan û bedewe, hîna di dest pêka ciwaniya xwe deye. Em dibîna ew jina ciwan çawa bi hawara çend rêhevalên xwe ve diçe ku ketina çembera dujmin û dixwaze wan ji çemberê rizgar bike. Dema bi wan ve diçe ew bixwe jî dikeve nava çemberê. Em di çîroka wê de dibîn ku ew jina ciwan bi tena serê xwe bi sedan kes re şer dike. Li vir pirsa ku di serê mirovan de ava dibe eve. Ew jina ciwan ewqas cesaret ji ku girt?. Cesareta reheval Asmîn cesareta reheval Bêrîtane, Bêrîtana ku li himber artêşek a dujimin li berxwedide û teslîmiyetê qebûl nake. Rêheval Asmîn jî heman cesareta wê demê tîne bîra mirovan. Em dibîn ku çawa li himbe hovîtiya DAÎŞ jina ciwan bi tena serê xwe şer dike û heval diparêze. Dema cebilxana wê bi dawî dibe bi awayîke wêrekî û merdane bi ser mirinê de diçe. Piştî ku bi dehan ji dujmin dikuje û bi mermiya xwe a dawî xwe şehîd dixe. Ev ruh û cesaret mirovan şoqêre derbas dike ev ruhê fedayî yê ruhê ciwanên APO yîye.

Ev mînakên ku me behsa wan kirin di filmê kobanê de hatin dayin mînakên dîrokîne ên şoreşê ne û şoerşgerên demê û azadîxwazin. Ku tevahî hestên mirovan bi van mînakên berxwedanê diheje. Di vî alî de film bandoreke xwe li ser mirovan dike. Ji xwe yek ji xalê giring yê filmê kobanê ku bandoreke xwe wiha dike  di milê hestewarî deye, Dibe ev karakterên ku film li ser wan hatiye hunandin gelek kes tenê bi navê wan bihîstibin û çîroka berxwedan wan nizanin û nizanin çawa li ber xwedan û çawa serketin. weke din çîroka van şervanên azadiyê  wê ji nêz ve wê ji her kesî re were naskirin.  Ev film wê ji her kesî re, wî ruhê berxwedanê û wê hişmendiya ku wan birin serkeftinê ji nêz bide nas bikin.

Wê her kes êdî bizanibe ku hişmendiya ferdê azad dibin kîjan felsefê re derbas dibe û wê bandoreke xwe jî çê bike. Her wiha wê her kes bizanibe disa ku çawa çanda berxwedanê li himber çanda hovîtî û tarîtî bi ser ket. Tovên berxwedanê ên ku ev bûn 45 salin ji dîrokê re û ji gelên bindest re pêşengtiyê dike di şexsê Tevgrea Azadiya Kurdistanê de. Bi saya endeziyarê mezin  rêber APO ev ku ev hişmendî da  avakirin di kurdistanê de. Rêber APO ew damarê kurdê ketî, kurdê bê îrade û bê nasname ji holê rakir. Damarê kurdê azad, îrada azad û nasnama kurdê azad ava kir û niha ev fikir û felsefe li tevahiya rojhilata navîn û beşek mezin a dunya yê belav dibe.

Tiştek din di film de bala însan dikşîne eve, her çiqas nasnama jina azad jî di film de bi awayekî gelemperî heye ev yekê teysandina xwe ji mileke din ve li ser film şopeke xwe dîrokî hişt. Ew jî ev film bi derhênertiya jinê ve ev hatiye derxistin û her wiha nivîsandina senaryo jî ji milê  jinê ve hatiye nivîsandin.  Îlhama berxwedanê û ruhê berxwedanê ku li kobanê çû serketinê bandora xwe li ser van jinan kir ku ji xebata vî filmî re pêşengtî bikin û ev berxwedana dîrokî di pêşengtiya jina azad de hat kirin û girtin dest û kirin film. Ji ber girtina mijara weke berxwedana kobanê erkeke dîrokî ye û cesaretek pir mezin dixwaze ku mirov biserde biçe bike film. Dibe vê yekî bandora xwe da ku senarîsta film û derhênera film herdû jî jin bin. Ev hemû nîşanê serketina xeta jina azadin li dijî hişmendiya zilamê serdest. Ev berxwedan di şexsê jina kurda azad de hat meşandin û bû destpêkirina ruxandina hişmendiya zilam û textê desthilatdariya wî.

Weke din jî weke film li kêlka van tiştên ku me li jor weke mînak dan hinek aliyê ku kêm man hene di film de û film temam nekirin jî hene. Di film de çîroka her karakterekî wek pevçûnên çîrokê, ku hev dû temam bike  kêmanî hebûn, dibe çavkaniya xwe ji vê digre. Senarîsta ku sanryo nivîsandiye di çîroka xwe weke karakterê sereke ne daye fam kirin û kombûna çîrokan hemûyan ava nebûne û hev temam nakin.  Di milê hunandina çîroka sereke baş nehatiye îfade kirin. Van pirsgirêkan di ava kirina çîroka karakter û yekîtiya çîrokan de di senaryo de hiştiye ku film kêm bimîne. Ev yekê bandoreke xwe neyînî li ser xeta giştî a berxwedanê di film de kiriye. Di film de girêdana karakteran di milê bûyer û pevçûnan de ku di film de hatin hunandin ji hev qut mane. Her çiqas senarîstê xwestiye lê ji ber ewqas karakter û çîrokên wan bi hêzin. Her karakterekî çîroka wî weke çîroka sereke hatiye fam kirin. Nayê fam kirin kîjan sereke ye û kîjan çîrok alîkare. Dibe ev yek çavkaniya xwe ji vê yekê digre. Ji ber kesên ku di film de hatin dest girtin rola weke hevin kêm zêde ev yek jî bandorek mezin li ser film kiriye. Lê di rastiya xwe de ev jî heye çîroka her karakterekî bi serê xwe mijara filmekî ye. 

Her wiha di giştî de di xeta film de ji aliyê derhênertiya film de tenê li ser xeta çanda şer meşiya ye. Her çiqas raste film bixwe filmekî şere. Li aliyekî ve dikarî di nava şere de jiyanê bidibana teysandin, an jî weke şerê gelê şoreşgere teysandina xwe kêm ma ye. Ji ber ew şer û serketina wî şerî yek sedemên xwe ew bû ku hişt bi ser bikeve. Ji ber xwe dibin perspektîfa şerê gelê şoreşgerî de xwe bi rêxistin dikir û dida meşandin. Lê ev yek jî di film de gelek kêm hatiye dayin. Tiştên ku hatin dayîn baş nehatiye rûniştandin û nayê fam kirin ku ev şer, şerê gelê şoreşgere. 

Halbûkî pir rehet dikarî ji milê sanaryo û derhêneriya film de ev şer û terzê şer bihatibana hunandin di nava çîroka giştî a deberxwedanê di film de bihatibana teysandin.  Her wiha di nava film de tevlî bûna gel pir lewaz ma. Em qet girêdana gel û şervanan bi hev re nabînin. Ger hatibe dayîn, nayê fam kirin û ne rûniştiye. Kesên ku di film de ji nav gel de weke sembol hatine dayîn girêdana wan bi şervanan re nîne. Mînak karakterê ku xalê Îsmet di film de hatiye dayîn ew bi xwe ji xelkê kobanê ye û di we demê de weke wezîrê parastinê yê kobanê ye. Lê çîroka wî kême. Tikiliya wî bi şervan re nîne. Kesên ku wî nas dikin dizanin ku wezîrê parastinê yê kobanê ye, an jî civaka kobanê wî nas dikin û dizanin ku ew kiye? Lê ger ku tu bi çavê keseke beyanî li film binêre çîrok, karakter û rola wî karakter çiye? Nayê fam kirin bi Çavê yek beyanî ve lê were nêrandin. Lê pêwîst bû van mijran baş li ser hundina wan di film de bihatina seknandin. Ji ber şerê ku hate kirin bi gelê herêmê re ev şer hate meşandin di bin perspektîfa şerê gelê şoreşgerî de hate rêxistin kirin.

Weke encam em dikarin wiha bi encam bikin. Em dibîn ku sînema şoreşê xwe pêşdixe û êdî zemîna ava kirina sînema şoreşê û rêxistin kirina wê li pêşin û pêşdikevin. Ger ku sînema xwe li ser hêmanên sînema gelê şoreşger ava bike encax wiha sînema şoreşê pêş bikeve û muhra xwe li cîhana sînema bide. Ji bo wê jî lazime sînema xwe li ser van esasan rêxstin bike û gav bavêje di cîhana sînema de. Ji bo şoreşê jî bibe pişt û pal ji bûna parastina şoreşê û nirxê wê, xwe rêxistin bike û têbikoşe. Wê  demê sînema wê bikare rola xwe bileyîze. Enceq riya rêxistina sînema di rojhilata navîn de bigiştî û di kurdistanê de bi taybet dibin hişmendiya gelê şoreşger rêxistina xwe ava bike. Ji ber teqez riya serkeftina sînema bi rêxistin kirineke wiha heye. Ku bibe temsîla hemû gelê herêmê û temsîla hemû pêkhatan bike.  Encax bi vî awayî sînema şoreşê ava bibe. Ji ber lingek sereke yê şorşa me bi  tekoşîna gelê din re girêdaye û bi hev re tekoşîn kirin. Ev erka sînema ye berxwedana gelê herêmê bi hemû kom civakên xwe di berhemên xwe de bide teysandin. Ger sînema ev kir mirov wê demê dikare bêje sînema heyî sînema şoreşê ye. 

Her wiha lazime filmên ku tên çêkirin teqez di milê hişmendî û îdolojiya azad de baş bên teysandin. Ji ber ya ku divê bê guhertin hişmendiya kevin û netewperest a civakê ye a ku sîstema deshiladar daye avakirin. Lazime sînema şoreşê di vî milî de rolek serek bike. Ji ber gava sereke a ku civakê ber bi azadiyê ve têxe rê ava kirina îdolojî û hişmendiya azade di nava civakê bi awayekî zanistî dana ava kirine yek pêwistiyê sereke ên sînema ne.  

Dema ku ev nebe lazime bê zanîn ku ew sînema ne di rêya şoreşê deye. Ji ber yek ji rolên sereke yên hunera sînema pêşxistina hişmendiya azad di civakê de. Ji ber hêza sînema a bi vî awayî ji xwe heye. Ger ku hêza sînema baş bê dîtin û baş bê rêxistin kirin. Wê demê wê zanista civakê kurtir bibe û bibe sedema ku civak bikaribe xwe li ser piyan bigre lihimber hemû cureyên  êrîşên candî ên li ser civakê tên meşandin. Wê demê wê sînema bibe wesîla rêxistin kirina civakê û perwerde kirina wê. Wê sînema şikl û şemal di nava civakê de ava bike, şekil û şemala  ku em dixwazin di kesyatê de bidin ava kirin, heger ku em dixwazin dinava civakê rêxistin pêşbixin. Gelek rehet dikarin werin kirin ji milê rêxistina me a sînema ve. Gerek erk û berpirsyariya xwe rast bi cih bîne û di cih û zemanê rast de bên bi kar anîn. Wê demê sînema me dibe sînema şoreşê û rêya şoreşê ronî dike di bin perspektîfa sînema gelê şoreşgerî de."