Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Divê em li dijî îdeolojiya serdest a mêr bi îdeolojiya azadiya jinê, femînîzmê û çavkaniya wê ya kapîtalîzmê derbas bikin, çekan hilgirin û têbikoşin. Ji bo jinan saziyên mayînde yên ku têrî sed salî bike divê bên avakirin.

NIRXANDINÊN ABDULLAH OCALAN

Bê guman, wek her celeb zindiyan xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her roj bi zanistî tê piştrastkirin. Xulase, fîzîka jinan, mêr jî di nava xwe de dihewîne, lê fizîka mêran jinan di nav xwe de nahewîne. Berevajî îdiayên pirtûkên pîroz, tê fêmkirin ku ne ku jin ji mêran, ya rastî mêr ji jinan afirîne. Kromozomên jinê ji yên mêran zêdetir in. Xwîna mehane ya ku ji bo jinan weke kêmasiyekê tê dîtin jî divê wekî nîşaneya girêdana nazik a jinê bi xwezayê re were fêmkirin. Xwîna malzarokê neqediyaye, divê wekî domandina herikîna jiyana xwezayî were dîtin. Rehê jiyanê neqediyaye, divê berdewamiya wê weke nîşaneya vîna wê were fêmkirin. Xisûsên wekî nexweşiyên jineolojîk pênase dikin di rastiya xwe de hebûnên jiyanê ne. Ev yek ji ber ku jin navenda jiyanê temsîl dike diqewime. Pirsgirêkên tevlîhev ên jiyanê di zikê jinê û malzaroka wê de cih digirin. Zarokê ji xwe ber diwelide û benê navikê weke xeleka dawî ya zincîra jiyanê ye. Li beramberî vê rastiyê, mêr wek pêvek, niçika jinan xuya dike.

Tiştên ku vê diyardeyê piştrast dike, hestê dexsokî ya pir zêde û bê wate ya mêran e. Dema ku wezaya jinê ji bo wê bi ewletir be, mêr nikare di cihê xwe de bisekine. Mêr weke belayeke li dora jinê digere. Hemû çavdêrî îspat dikin ku fizîka jinê ne qels e, bêhtir navendîtir e. Ji ber vê yekê divê jin beriya her tiştî demildest pênaseya ‘qels e, nexweş e’ ya ku ji aliyê çanda serdestiya mêr ve hatiye ferzkirin red bike û bi mêran re bide hîskirin ku berevajiya vê rasttir e. Dema ku em dibêjin divê jin ji fizîka xwe bawer bin, em vê rastiya girîng vedibêjin.

Encama xwezayî ya pêkhatina vê fizîkê ew e ku aqilê hestyarî ya jinan xurttir e. Aqilê hestyarî ew aqil e ku ji jiyanê qut nabe. Ew aqil e ku empatî û sempatiyek xurt hildigire. Dema ku zîrekiya analîtîk a jinê pêşketibe jî, ji ber aqilê hestyarî ya xurt, hevsengtir e, bi jiyanê ve girêdayî ye û ji tunekirinê dûr disekine. Zilam bi qasî jinan ji jyanê fam nakin. Jina ku jiyan bi xwe ye (Jîn di kurdî de tê wateya jiyan ku ji koma zimanên Aryen e. Wateya wê jî jin e), xwedî wê cewherê ye ku ji vê durûtiyê dûr e, hemû aliyên jiyanê bi rengekî pak û sade dibîne. Ev cewhera wê bi hêz e. Em vê yekê di jiyana xwe ya kesane de baş dizanin.

DIVÊ PÊŞÎ MIROV DI QADA BÎRDOZÎ DE BI SER BIKEVE

Navên wekî dekbaz, fesad, fahîşe û hwd. li jinan kirine di rastiyê de di bin berpirsyariya hovane ya zilman de ye. Heya ku jin bi tena serê xwe bimîne, pêdivî bi dekbazî û fuhûşê nabîne. Fîzîk û hebûna wê ya biyolojîk ji vê re ne guncaw e. Afirînerê rast ê dekbazî û fuhûşê zilam e. Yekem kerxane ya naskirî B.Z. li paytexta Sumeran Nippurê bû. Em dizanin ku  B.Z. 2500'î de di bin navê 'musakatdîn' de desthilatdariya mêr bû. Li gel vê jî bi awayekî bêşerm nêzîkatiyeke weke ku fuhûş afirandineke jinê ye, zindî dihêle. Berhem û sûcê ku bi xwe afirandiye, dixe stûyê jinan û bi pêşxistina hişmendiyeke sexte ya namûsê, hemû naletkirin, lêdan û qirkirinê li ser jinan kêm nake. Encama ku em dikarin ji vê pênaseyê derxînin ev e ku divê li hemberî êrîşa îdeolojîk a mêran bi awayekî şareza rawestin. Divê em li dijî îdeolojiya serdest a mêr bi îdeolojiya azadiya jinê, femînîzmê û çavkaniya wê ya kapîtalîzmê derbas bikin, çekan hilgirin û têbikoşin. Pêwîste em li hemberî zîhniyeta desthilatdar a mêr, zîhniyeta xwezayî ya azadiya jinê tekûz bikin û zanibin ku ewilî di qada îdeolojîk de bi ser bikevin û vê yekê pêk bînin. Divê neyê jibîrkirin ku kevneşopiya jinitî ya teslîmbûnê ne fizîkî ye, civakî ye. Ew ji qebûlkirina koletiya tê. Wê demê beriya her tiştî divê di qada bîrdozî de fikir û hestên teslîmiyetê têk bibin.

ALIYÊ HERÎ DIJWAR A ŞER

Jina ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, divê zanibe ku dema berê xwe dide qada polîtîk, bi aliyê herî dijwar ê şer re rû bi rû ye. Divê zanibe heta ku di qada siyasî de bi ser nekeve, tu destketiyek mayînde nabe. Serketina di qada siyasî de ne tevgera dewletbûna jinê ye. Berevajî vê, têkoşîna li dijî pêkhateyên dewletparêz û hiyerarşîk tê wateya afirandina pêkhateyên siyasî yên ne dewletparêz, demokratîk, azadiya jinê û civaka ekolojîk hedef digirin. Hiyerarşî û dewletparêzî herî zêde bi xwezaya jinê re li hev nake. Ji ber vê yekê ji bo pêkhateyên siyasî yên dij hiyerarşîk û nedewletî divê tevgera azadiya jinê rola pêşeng bilîze. Ger jin zanibin di vê qadê de bi ser bikevin, di qada siyasî de tinekirina koletiyê pêkan e. Di vê qada têkoşînê de pêwîstî bi rêxistina demokratîk a jinan a berfireh heye. Her cure saziyên sivîl, mafên mirovan û rêveberiyên herêmî qadên ku têkoşîna demokratîk tê birêxistinkirin û pêşxistin in. Wekî di sosyalîzmê de, rêya azadî û wekheviya jinê jî di têkoşîna demokratîk a herî berfireh û serkeftî re derbas dibe. Tevgera jinê ya ku demokrasiyê bi dest nexe, nikare azadî û wekheviyê bi dest bixe.

DI ALIYÊ AZADIYÊ DE PIRGIRÊKÊN GIRÎNG ÊN QADA CIVAKÎ

Di aliyê azadiyê de pirsgirêka herî girîng a qada civakî rastiya malbat û zewacê ye. Ev rewşek wekî bîra bêbinî derketiye holê. Ev saziyên ku ji bo jinan weke rizgariyê xuya dikin, bi zîhniyeta heyî ya civakî ji qefesekê derbasî qefeseke din dibin û ti wateya wan tineye. Her wiha jin neçar ma ku ciwaniya xwe ya jîndar dest ji zîhniyeta qesab berde. Pêwîste mirov malbatê weke li ser civakê – civaka serdest – di nava gel de, weke saziyeke sîxur bibîne. Mêr desthilata civakê ya di nava malbatê de nûnertiya wê ye. Dema jin dizewice di rastiyê de dibe kole. Zehmet e ku mirov saziyek din biqasî zewacê dike koledar fikire. Di rastiyê de koletiya herî berfireh bi vê saziyê tê avakirin û di nava malbatê de cih digire. Bi awayekî giştî, em behsa hevjîn û jiyana bi hev re nakin. Ev mijareke ku li gorî têgihiştina her kesî ya azadî û wekheviyê dikare wateyekê bi dest bixe. Em behsa zewac û malbatê di wateya ji rêzê ya sazkirî de dikin. Li hemberî jinê milkbûn, di tevahî qadên siyasî, derûnî, civakî û aborî vekişîn tê wateya ku careke din wê nikaribe bi ser hemdê xwe de were. Divê di lêpirsîneke radîkal de derbas bibe, heta ku jiyaneke hevpar a demokratîk, azad û wekheviya jin û mêran armanc dike pêk neyê, pirsgirêkên ajo û takakesî yên ji zewc û têkiliya hişmendiya kevneşopiya malbatê diqewimin dikarin di rêya jiyana azad de

rola jirêderketina herî xeternak bilîze. Pêwîstî ne bi avakirina yekîtiyên bi vî rengî ye, bi dahûrandina qada zihniyetê, qadaên demokratîk û polîtîk re azadiya jinê bi tevahî were misogerkirin û li gorî vê yekê vîna jiyana hevpar pêk were.

Di cihana me ya îro de mijara evînê pir tê axaftin, di serdema herî rezîl û bê naverokê ya dîrokê de derbas dibe. Di dîrokê de tu carî evîn ewqas ne ketiye ber piyan. Ji  evîna kêliyê bigire heta nêzîkatiyên kuştina vekirî, ji têkiliya herî rijî û xeternak re jî wekî evîn tê gotin. Têkiliyeke ku ji vê baştir têgihiştina pergala kapîtalîst a jiyanê nîşan bide, nayê xeyalkirin. Evînên serdema me, pergala serdest hişmendiya ku li ser gel û civakê ferz dike û qadên herî pîroz jî bê ketine çi halî nîşan dide. Vejandina evînê yek ji karên herî dijwar ên şoreşgerî ye. Ji bo wê kedeke mezin, zelaliya derûnî û hezkirina mirovahiyê dixwaze. Yek ji şertên herî girîng ên evînê hewce dike ku di nav sînorên zanyariya serdemê de lê binêre. Ya duyemîn jî li hemberî dînbûna pergalê sekneke mezin xwe ferz dike. Ya sêyem, pêwîstî bi helwesteke exlaqî heye ku bêyî rizgarî û azadiyê mirov nikare li hev binêre. Ya çarem,  hewce dike ku ajoyên zayendî li gorî hewcedariyên sê xisûsan were dîlgirtin. Bi gotineke din, ajoya zayendî bi zanayî, exlaqê azadiyê û rastiya têkoşîna polîtîk-leşkerî ve neyê girêdan û her gava ku bê avêtin wê înkarkirina evînê be. Yên ku bi qasî çûkekê derfeta çêkirina hêlîneke azad pêre tineye qala evîn, têkilî û zewacê dikin, di rastiyê de nîşan dide ku teslîmî koletiya civakî dibin û bi nirxê têkoşîna azad a bi rûmet nizanin.

Heke em behsa rastiya evînê ya di serdema xwe de bikin, her hal wê evîna Leyla û Mecnûnan gelekî li pey xwe hiştibe, gelek tesewûfên ehlî derbas kiribe, hewcedariya bi hûrguliya zanayekî divê, ji gengeşiya rojevî rêya azadiya civakî vedike, bi qezenckirina kesayetên ku di serketin, fedakarî û lehengiyê de xwe îspatkirine pêkan e.

PIRSGIRÊKÊN WEKHEVIYA ABORÎ Û CIVAKÎ YA JINAN

Pirsgirêkên wekheviya aborî û civakî ya jinan bi derbaskirina desthilatdariya siyasî, bi demokratîkbûnê re dikare bi awayekî serkeftî bê bersivandin. Eşkere ye ku heta ku siyaseta demokratîk neyê kirin, di azadiyê de pêşketin çênebe wekheviya bi huqûqa ziwa bê wate ye.

Ya rast mirov nêzîkatiya li jinê weke şoreşeke çandî binirxîne. Çiqas bi çanda heyî re û bi niyeta baş were kirin, ji ber pirsgirêkên  hebûnî û avahiya têkiliyê çareseriyeke azadîxwaz a watedar dernakeve holê. Nasnameya herî radîkal a azadîxwaz di nêzîkatiya jinê de an jî di tevahî têkiliyên jin-mêr de bi têgihîştina pergalê û derbaskirina wê re pêkan e. Divê baş were zanîn ku heta ku zewacê bi kevneşopiyê, pornoyê jî bi nûjenbûnê tevlîhev bikin wê bi qasî serê derziyê pêş de neçin. Hewceye bi qasî koledariya kûr a li qadê, kûrahiya azadiyê fam bikin û bibin xwedî vîn.

Yên ku nikarin di azadiya jinê de, her wiha di azadkirina xwe de pêş nekevin, divê fêm bikin ku di qada azadiya civakî û siyasî de nikarin bibin hêza veguherîner û çareseriyê. Yên ku dubendiya mêrê serdest-jina kole derbas nekin wê bi ti hewldanên azadiyê nasnameya azad bi dest nexe û divê ev yek wekî pîvana herî bingehîn a azadiyê bê dîtin. Heta ku têkiliya milkiyeta li ser jinê û desthilatê hilneweşe, têkiliya jin-mêr ên azad pêk nayê.

Ya rast ew e ku em sedsala me wekî serdemek civakî ya ku vîna azad a jinê tê de bilind dibe bibînin. Ji bo jinan saziyên mayînde yên ku têrî sed salî bike divê bên avakirin. Dibe ku pêwîstî bi Partiyên Azadiya Jinan hebe. Bicihanîna pîvanên bingehîn ên îdeolojîk û siyasî yên azadiyê, venêrîn û meşandina wê, hem sedem hem jî peywira bingehîn a van partiyan e.

LI BAJARAN LI ŞÛNA STARGEHAN DIVÊ QADÊN AZAD BÊN VEKIRIN

Ji bo girseya jinan bi taybetî li bajaran li şûna stargehan difirin divê qadên azadiyê bên vekirin. Yên herî guncav wê vekirina Parkên Çandê yên Jinên Azad bin. Ji ber ku malbat nikarin keçên xwe perwerde bikin û avahiyên dibistanên pergalê jî tên zanîn, Parkên Çandî yên Jinên Azad dikarin rola perestgehên jinan ên hevdem wekî qadên ku dê yekeyên perwerde, hilberandin û xizmetguzariyê ji bo keç û jinên pêwîst û guncav pêk bînin, bilîzin.

Dibêjin bê jin jiyan nabe. Lê bi jina heyî re jî nayê jiyîn. Têkiliya jin-mêr a ku di nava koletiyê de ye, belkî têkiliya herî têkçûyî ye. Wê demê, di kaosa dawî ya pergala kapîtalîst de hêza mezin a ku ji evîna rasteqîn li derdora jina azad hatiye afirandin avêtina pêngavekê ye û ev karê herî pîroz û bi rûmet a ku lehengên di rêya evînê de dilê xwe û serê danîne ye!

* Ji Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Gelekî” hate berhevkirin.