Sara, Rojbîn û Ronahî fetha bi heybet neqişandin

Têkiliyê her cûre koletî û paşverûtiyê red kirin, hemû nirxên mirovahiyê di nav dilê xwe de hewandin. Sara, Rojbîn û Ronahî fetha bi heybet neqişandin. Ma ne Zanayê Dilmezin her digot: “Fetha herî bi heybet, fetihkirina dilan e…”

Di çavên wê de keseke pir êşkişandî xuya bike jî, ti carî kenê xwe wenda nedikir. Daîm rûyê wê bi ken, dilê wê safî bû. Meşa xwezayî û sekna dayikanî wek perçeyê giyana xwe bi zend û bendan ba dabû. Mamosteya herî yekem û qedîm bû, ji ber vê bû ku dihat gotin pîrozî û pûxteya hemû gerdûnê ye…

Ji hêla bedxwazan ve zemheriya herî reş ji bo wê hat nivîsandin. Lê ne çarenûs û qeder bû ku zindan her bi para wê diket. Navê quncika herî tazî, seqema herî bêyom, êşa herî sotîner li deftera wê dibû zindan. Li eniya wê de her mêyzîna şad-î, li pênûsa wê her peyva berxwedêr-î, li jiyana wê her şerrê nefs-î hebû…

Di kela germa dojehî de demjimêr heçkû fetisandina nelivandî jiyan dikir. Lê ev jina bextewêr di nav liv û tevgerê de bû. Tava nîvroja bi hêrs dema her tişt bê hênase dihişt ew jinên kûlîlk bi bejn û bala xwe li ser asîmanên şîn bêhn direşandin ser karker, ciwan û hemû kedkarên cîhanê re…

Ji ber zilmên melkemotan, xemgîniyên zirav zirav li dil didan nepenî… Li hemberî pergala çil heramiyan û di nav bê mecalî û bê taqetiyê de zemanê Sakîne, Fîdan û Leylayan ango zemanê wateyan destpê kir. Di demên bi pûsat, di serdemên mûphem re derbas dibûn. Zemanê ku sehrê xwe wenda bike nikare ji ti êşî re bibe derman. Na xêr, kîjan êş dema ku tilsima xwe wenda kir êdî ti carî dilpak nabe…

Di qewmê wan de her çiqas xayîn û hevkar hebin jî Egîd, Zîlan û Kemal jî bi têra xwe hene… Li hemberî hemû zemanên tilsimane re, daîm jinên azad dibin tilsim-î muşkulkuşâ… Kîjan gotinê bi qûdret bûye dewaya teqez? Ji xeynî sondên Jinên kûlîlk, ti alamet-î ferîkaya sond û sozan nîne…

Dengê ji dehlîzên kûr tê; şiyariya ‘Şerê ku tê de heskirin nebe, ne şerê me ye’ dida. Elemê wan ûryan be jî; li hemberî tarîtiyên xof, bêdengiyên bitirs, zilhêziya bê zirûf ti carî serî netewandin. Têkiliyê her cûre koletî û paşverûtiyê red kirin, hemû nirxên mirovahiyê di nav dilê xwe de hewandin. Sara, Rojbîn û Ronahî fetha bi heybet neqişandin. Ma ne Zanayê Dilmezin her digot: “Fetha herî bi heybet, fetihkirina dilan e…”

Em di şexsê her sê jinên azad, sê jinên bi rûmet, sê jinên berxwedêr, sê jinên kulîlk de hemû jinên şoreşger bi bîr tînin û em ti carî ji bîr nakin…