ANALÎZ

Sala 41’an a Pêngava Lehengiyê

Gerîla her ku diçe demên zehmet derbas dike, xwe nû dike û potansiyela xwe ya zêde hîn bêhtir dide şer. Wê demê di sala 41’emîn de gerîla hîn bêhtir nêzî serketinê ye.

NIVÎSA 15’Ê TEBAXÊ

Kurd û dostên wan salvegera 40’emîn a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an pîroz dikin. Bi pêşengiya jin û ciwanan, li her qadê şahî tên lidarxistin. Bê guman şahiya herî bi wate, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lidar dixe. Bi rojan bi taybetî li qadên berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê ya Zepê û di serî de li qada Berxwedanê ya Gulkayê, li gelek qadên Metînayê çalakiyên silavkirina salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê lidar dixin. Di serî de Gever, li gelek qadên Bakurê Kurdistanê jî ev çalakî tên lidarxistin. Ji ber ku çalakî pir serketî ne, derbeyên giran li çeteyên AKP-MHP’ê ya faşîst dixin. Di sala 41’emîn a Pêngava Lehengiyê de tê fêmkirin ku şerê gerîla wê hîn zêdetir pêş bikeve û serketinên girîng bi dest bixe.

Weke tê zanîn, PKK’ê amadekariyên Pêngava 15’ê Tebaxê li qada Lubnan-Fîlîstînê meşand. Encamên van xebatên ku di destpêka salên 1980’î de hatine meşandin, di Konferansa 1’emîn û Kongreya 2’yemîn de şênber bû. PKK’ê xeta leşkerî ya ku plan dikir li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk bîne, di pirtûka “Li Kurdistanê Rola Zehmetiyê” de şîrove kir. Vê xetê îfade dikir ku xeta şerê demdirêj a gelek gelan di şênberiya Kurdistanê de pêk were. Li Kurdistanê şerê gerîla pêşbînî dikir û weke stratejîk jî bi şoreşa gel a demokratîk a Tirkiyeyê û sîstema reel sosyalîst tifaq diyar dikir. Li ser vî bingehî esas girt ku li Kurdistanê eniya rizgariya neteweyî rêxistin bike û ji bo Tirkiyeyê jî ‘Eniya Berxwedana Yekgirtî ya Li Dijî Faşîzmê’ ava bike.

Amadekariyên PKK’ê li qadên çiyayî yên stratejîk ên Kurdistanê dewam kir û pêkanîna xeta navborî bi çalakiyên Eruh û Şemzînanê ya ku 15’ê Tebaxa 1984’an hatî lidarxistin, destpê kir. PKK’ê zehmetiyên li pêşiya domandina gerîla derbas kir û bi şerê gerîla re di destpêka sala 1990’an de gihişt serhildanên gel. Berxwedana gel bi gerîla re bû yek. Li ser esasê stratejiya hatî diyarkirin, avêtina gaveke nû kete rojevê. Lê belê tasfiyebûna tevgera şoreşgerî ya li Tirkiyeyê û têkçûna Yekîtiya Sovyetan derfetê vê yekê neda. Di van şert û mercan de, Rêber Apo pêşbînî kir ku qadeke rizgariyê li Botan û Behdînanê biafirîne, lê pêşengiya gerîla ev yek di pratîkê de pêk neanî. Weke encama vê, li ser bingehê “Şerê li dijî PKK’ê”, ‘Rêveberiya Herêma Kurdistanê’ derket holê û li dijî PKK’ê Şerê Başûr ê Cotmeha 1992’yan hate ferzkirin. Bi vî rengî rêveberiya navendî ya Hewlêrê jî weke dijberê şerê gerîla şêwe girt.

Agirbesta PKK’ê ya di Adara 1993’yan de encam negirt, lê şerê 1993-98 ku şerê herî mezin ê Kurdan û dewleta Tirk e, kete rojevê. Ev şer jî bû pat û di encamê de komploya navneteweyî derxist holê. Di pêvajoya agirbestê ya ku 2’yê Tebaxa 1999’an hatî îlankirin de, gerîla li qadên herî çiyayî yên sînorê dewleta Tirk-Iraqê bi cih bû û di Îlona 2002’yan de ev qadên gerîla bi navê “Herêmên Parastinê yên Medyayê” weke qada hatî rizgarkirin, îlan kir. Wê li dijî her cure êrîşa leşkerî ya li ser van qadan, şer bihata kirin û ev qad bihatana parastin. Ji bo vê jî di bingehê guhertina paradîgmayê de, gerîla bi navê HPG’ê hate nûkirin û xebatên wê jinûve hatin pêşxistin. Di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêngaveke şoreşgerî ya ku xwedî astên îdeolojîk, siyasî û leşkerî ye, hate îlankirin. Di 1’ê Hezîrana 2010’an de jî stratejî hate guhertin û hat ragihandin ku êdî têkoşîn wê li ser bingehê stratejiya gel ê şoreşgerî bê meşandin. Di encama şerên tund a di salên 2010-2012’an qewimîn de û bi bandora pêvajoya ‘Bihara Ereban’ jî ji 19’ê Tîrmeha 2012’an û şûnve Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket.

Bicihbûna gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şoreşa Rojava ya pêş ketî, hêzên komploger ên navneteweyî tirsand, ku van hêzên komploger pirsgirêka Kurd derxistin holê û domandin. Li ser vî bingehî “Plana çalakiya hilweşandinê” ya ku armanc dikir PKK û gerîla tune bike, hate amadekirin û 30’ê Îlona 2014’an di civîna MGK’ê de hate qebûlkirin. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve jî plana navborî kete pratîkê. Di vê çarçoveyê de 26’ê Tebaxa 2016’an ku Biden û Barzanî li Enqereyê bûn, artêşa Tirk li ser Cerablusê re li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li ser Çelê re li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş da destpêkirin.

Tam 8 sal in li ser bingehê tifaqa dewleta Tirk, DYE û PDK’ê bi armanca çewisandina gerîla û dagirkirina van deran, êrîşeke leşkerî ya dijwar tê meşandin. Di van êrîşan de bombeyên taktîk nukleer û kîmyewî jî pir tên karanîn. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî van hemû êrîşan, 8 sal in bi lehengane li ber xwe dide û rê nade dagirkeriyê. Ji 3’yê Tîrmeha 2014’an û vir ve êrîşên dewleta Tirk bi tevlîbûna Rêveberiya Iraqê û Barzaniyan veguheriye êrîşa îlhaqê. Li ser vî bingehî di salvegera 40’emîn a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an de, şer bi hemû tundiya xwe li herêmên Rojavayê Zapê û Metîna dijwar bûye.

Di salvegera 40’emîn a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an yanî di salvegera çalakiyên Eruh û Şemzînanê de, tê zanîn ku li qada Zapê şer dijwar e û hîn zêdetir jî amadekarî tên kirin. Wê demê beriya 40 salan jî ev qad herêmeke gerîla bû û hem jî herêmeke navendî bû ku gerîla bi hêza xwe lê bi cih bûbû. Şerê ku ji Eruh û Şemzînanê destpê kirî, belavî her çar aliyên Kurdistanê bû û niha di salvegera 40’emîn de dîsa şer li vê qada navendî dijwar bû.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi aktîf piştgiriya rêveberiya Iraqê û Barzaniyan distîne, bêyî guh bide ti hiqûq û exlaqê bi êrîşên hovane qadên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn û Xakurkê-Xinêre dagir û îlhaq dike û di bin navê “Herêma Tampon” de dixwaze van deran tevlî dewleta Tirk bike. Eger vê yekê ser bixîne, wê êrîşî hemû deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê bike û weke esas jî wê hewl bide hemû Başûrê Kurdistanê tevlî xaka xwe bike. Sûd ji rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn werdigire û ji bo astengkirina azadiya Kurd, pêwîst dibîne ku wiha bike.

Li dijî vê yekê Rêveberiya Iraqê li ber xwe da, lê belê li ser bingehê peymana 22’yê Nîsana 2024’an ji bo elektrîk û avê ev plana navborî qebûl kir. Barzanî jî herhal ji bo xwe hîn bisûdtir dibînin ku Başûrê Kurdistanê bikin herêmeke dewleta Tirk. Li ser bingehê azadiya Kurd di demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn de PKK roleke bi bandor dilîze. DYE û sîstema dewletê ji vê rolê PKK’ê ditirse û dixwaze ku bi êrîşên AKP-MHP’ê ya faşîst re PKK bê çewisandin yan jî herî kêm pir qels bibe. Bi vî rengî tifaqa komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an êrîş da destpêkirin, hewl dide li dijî Rêber Apo, PKK û gelê Kurd êrîşeke heman niha jî bimeşîne.

Li dijî van hemû êrîşan, di serî de Rêber Apo, gerîla û gelê Kurd bi dostên xwe re berxwedaneke azadiyê ya topyekûn dimeşîne. Bê guman berxwedana herî mezin li Îmraliyê tê raberkirin. 41 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin, derbarê tenduristî û ewlehiya wî de fikarên cidî hene. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê û her qada Tirkiyeyê şer dike. Bê guman herî zêde jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dike ku navenda wê Zap e. Pêngava 15’ê Tebaxê û Ruhê Serketinê di berxwedana navborî de tam weke fedayîtî û lehengiyê tê raberkirin. Em li ser vî bingehê dikevin sala 41’emîn a Pêngavê.

Evane hemû nîşan didin ku di sala 41’emîn a Pêngavê de, şer wê qat bi qat ji ya heyî derbas bike û encamên pir girîng ên siyasî û leşkerî derbixe holê. Dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê heta niha hemû rezervên xwe yên şer, xiste meriyetê û hemû çeteyên di destê xwe de jî bi kar tîne. Ji vê zêdetir hêzek di destê wî de tune ye û niha jî yek hêviya wî heye ku şerê Îsraîl-Îranê çêbike û li ser vî bingehî jî her cure provokasyonê dike. Lê belê eşkere ye ku ev yek jî nabe çare. Gerîla her ku diçe demên zehmet derbas dike, xwe nû dike û potansiyela xwe ya zêde hîn bêhtir dide şer. Wê demê di sala 41’emîn de gerîla hîn bêhtir nêzî serketinê ye. Tam karesatek li benda faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wê ye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka