Rûsya derbarê Îdlîbê li dijî Îranê ye û bi DYE’yê re hevdîtinan dike

Rûsya, Îran û Sûriye ji bo operasyona li ser Îdlîbê amadekariyên xwe dikin. Tê diyarkirin ku Rûsya derbarê operasyonê bi DYE’yê re hevdîtinan dike û meseleyên wekî ‘şikandina bandora Îranê’ û ‘avakirina maseya Cenevreyê’ tên nîqaşkirin.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê 8 salên dawîn de, komên cîhadîst ên li dijî rejîmê li Îdlîbê kom bûne. Sûriye, Rûsya û Îran li dijî çeteyan êrîşên xwe zêde dike. Di hevdîtinên Astanayê de dewleta Tirk garantoriya van çeteyan kiribû. Lê ji aliyê din ve jî nakokiya di navbera mutefîkan de operasyonê derengî dixîne.

Dewleta Tirk li Îdlîbê li cihên wekî Salva, Keleha Samanê, Çiyayê Akîlê, Til Eys, Til Tukan, Sûrman, Til Tamûr, Zeytûnlûx, Til Savan, Raşîdîn, Zaviye û Îştabrakê bendên çavdêriyê ava kiribû.  Hêzên rejîma Sûriyeyê jî ji bo operasyonê amadekariyan dike. Hê operasyona Rûsya û Îranê bi awayekî fermî nehatibe destpêkirin jî, bomberdûmana ji bejahî û hewayî ya li dijî herêmê bênavber didome.

SÛRIYE DIXWAZE PARÇE BI PARÇE BI DEST BIXE

Li Îdlîbê ya ku hê operasyonên berfireh nehatiye destpêkirin, rejîma Sûriyeyê hewl dide herêmê parçe bi parçe bi dest bixe. Tê diyarkirin ku operasyon wê dirêj biajo û wê bîlançoya wê jî giran be. Lê Sûriye ya ku di nav krîzeke ekonomîk de ye, ji bo operasyonê li benda gavên Rûsya û Îranê ye.

Rûsya jî li bakurê Hama û Lazkiyeyê amadekariyên leşkerî dike. Tê diyarkirin ku Rûsyayê tankên xwe şandine herêmê. Rûsyayê tenê di operasyona Dûmayê de tankên xwe şandibû eniyan. Tê diyarkirin ku fermandarekî artêşa Sûriyeyê Suheyl Hasan ê nêzî Rûsyayê jî hatiye herêmê û hêzên xwe yên li herêmê zêde kiriye.

ÎRAN LI DORA HELEBÊ AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ DIKE

Di şerê Sûriyeyê de Îran a ku piştgiriyeke zêde dabû Sûriyeyê jî, hêzên xwe bêtir li rojavayê Heleb û Bakurê wê  bi cih kiriye. Tê diyarkirin ku li ser van hêzan Mahîr Esad (Birayê Beşar Esad û Fermandarê Tûgaya Mekanîze ya 4’emîn) heye yê ku nêzî Îranê ye. Îranê giranî daye ser herêmên rojavayê Helebê û herêmên Nûbûl û Zehrayê.

Çavdêrên leşkerî diyar dikin ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a ku El Nûsra û pêkhateyên wê di nav de ne, li herêmê amadekariyeke mezin kirine û ji ber tunel û dijwariya erdnîgariyê wê operasyon dijwar be. Li herêmê ya ku Rûsya û Sûriyeyê tenê duh 110 caran bomberdûman kiriye, tê diyarkirin ku tenê fuzeyên li dijî tunelan wê karibe tunelan hilweşîne. Ev jî maliyeta operasyonê zêdetir dike.

TIRKIYE HEWL DIDE DORA HELEBÊ BIGIRE

Li gorî texmînan heke operasyoneke berfireh were destpêkirin, wê ji sînorê Yayladag ê Hatayê heta Ezazê operasyon were kirin. Ev xet bi qasî 120 kîlometreyan dirêj e. Di vê operasyonê de rola Tirkiyeyê jî tê meraqkirin. Tê diyarkirin ku dewleta Tirk a ku êrîşî gundên Marenez, Malîkiye û Şîwarqa yên Şeraya Efrînê kirine, ew ê bixwaze herêma Şehbayê bistînin û dora Helebê bigirin.

TIRKIYE DI BIN ZEXTÊN RÛSYAYÊ DE YE

Li gorî texmînan heke operasyon were destpêkirin wê bi qasî salekê bidome. Rûsya jî armanca wê ya sereke ev e ku alîkariya ji bo çeteyan were qutkirin. Ji ber vê jî taahutên Mûtabakata Îdlîbê tînin bîra Tirkiyeyê. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê çend roj berê gotibû ku “Rewşa li Îdlîbê û hebûna komên terorîst ên li herêmên din wê ne heta hetayê be. Her tişt sînorekî xwe heye.”

Rûsya ji aliyekî ve zextan li Tirkiyeyê dike ku bila alîkariyê nede komên li Îdlîbê û ji aliyê din ve jî ji bo operasyonê hewl dide bi DYE’yê re peymanan çêbike. Li gorî agahiyan heke bandora Îranê were şikandin û avakirina maseya Cenevreyê were kirin, wê DYE çavê xwe ji operasyona Îdlîbê re bigire.

GELO DYE Û RÛSYA DIKARIN LI HEV BIKIN?

Tê diyarkirin ku astenga herî mezin a li pêşiya operasyona Îdlîbê, DYE ye. Ji ber ku piştî îddîayên rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye, di 14’ê Nîsana 2018’an de DYE, Îngîltere û Fransayê 100 fuze avêtibûn rejîma Sûriyeyê. Tê diyarkirin ku li Sûriyeyê, nakokiyên di navbera Sûriye û Îranê de, wê berê Rûsyayê bide peymana bi DYE’yê re.”