Ruhê seferberiyê!

Kêliyên pir cihê bûn. Dilsozî û hestê neteweyî yê yekbûyî nîşan dide. Her çendî ji hev dûr bin, bi yek dil û yek ruh in.

Piştî ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û beşek Tirkiye jî erdhej çêbû hema yekser xelkê Başûrê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyê kirin.

Di serî de li Silêmanî, Hewlêr, Raperîn, Germiyan, Koye, Kerkûk, Xurmatû, Qeladiz, Teqteq û gelek deveran xelk bi hestê neteweyî û ruhê seferberiyê rabûn. Ev yek kêm jî be, ev yekîtî û ruhê parvekirinê di warê menewî de wê pir bandorker be. 

Me bi xwe gelek cihên alîkariyê şopand û dîmenên ber çavê me ketin û bi raya giştî re hatin parvekirin, pir hêjayî teqdîrê bûn. Ji zarokên 6-7 salî bigire û heta kalemêrên 80-90 salî bi destê xwe alîkariya xwe bê ku bêjin biçûk û mezin e, dibirin navendên komkirinê. Min bi çavê xwe zarokên ku kumbereyên xwe şikandibûn, pereyên ji bo xerciya xwe kom kiribûn, ji bo mexdûrên erdhejê anîbûn. Her wiha dîsa dayîk, kalemêr çi ji destê kê dihat, bi lez hewara xwe gihadibû wir.

Fersend çêbû, me bi gelek kesî re axivî û şahidî kir. Dayik û kalemêrên ku ne dikarîbûn hestê xwe bînin ziman. Tenê digotin, ‘her kes bila alîkarî bikin, îro bi serê wan hat, sibe bi serê me bê’. Zarokan destê dayikên xwe girtibûn, pêlîstokên xwe anîbûn ji bo zarokên bûne mexdûrên erdhejê. Her wiha bi hezaran kesî bi wesayîtên xwe ji cilûbergên zivistanê bigire heta betenî, kon û dîsa xurek dianîn. Tenê ew bû ku lez û bez destê alîkariyê bigihêje mexdûran. 

Ez li vir qala çend dîmenên bi êş ku bûm şahid ji bo we bikim. Weke rojnamevanak li qadê ku dişopand, tiştên bûne parve bikim. 

Dayikek li gel baş nizanim keça wê yan jî bûka wê bû destê zaroka xwe girtin, ber bi navenda Emnesûreke ya ku alîkarî lê tê berhevkirin hatin, min jî ji dûr ve dikişand û heta hat alîkariya xwe danî. Min xwe gihand nêzî wan, pirs jê kir. Nexwestin baxivin, min israr kir. Ji zimanê min zanî ku ez ne xelkê herêmê me. Min got; ‘Ez Kurmancim’ hûn bikarin çend gotinan ji bo min bikin. Piştre min ferq kir ku xelkê Rojava ne. Hinek sohbet kir, min jê xwest ku bang alîkariyê li xelkê Rojava bike. Ji ber ku ewqas dilşewat bûn, dayikê ji xwe rondik barand, kela girî dilê wê girt. Nikarî baxive, her wiha min berê xwe da dayika din ku zarok li desta bû. Min pir israr kir, min hinek qala Rojava û herêmên lê erdhej rûdayîn, Efrîn Cindirês, bi wan gotinan re êdî wê jî rondik berda û hew karî baxive û guh bide min. Mîna ku berê çemekê berdî newalê rondik barîn ji çavan. Bi dileke qurifî min ew oxir kir. 

Her wiha dîsa bavek û du zarok bala min kişand û ketin navendê, di destê zarokan de pere hebûn, min zû xwe gihand wan û kişand. Piştî vegeriyan min ji wan pirsî ku ew pere we ji kur anîbû, gotin; ‘me qotiya xwe ya ku ji bo xerciya xwe pere berhev dikir, şikand û ji bo mexdûran aniye.’ Ruheke wiha hem mezin û hem zarok xistibû nava liv û tevgerê ku her kes çi ji destê bê alîkarî bike. 

Dîsa yek ji dîmenên din pîrejinek ku temenê wê jorî 70’ê bû. Destek betenî girtibû û hêdî hêdî ber navendê hat û bi hewara mexdûran hatibû. 

Her wiha yek ji li naveda Kargeha Cixare ku alîkarî tê berhevkirin, dema me dişopand. Em dema di weşanê de bûn, ji nişka ve malbatek alîkariya xwe anîbû, hevalê min ez şiyar kir, ji bo wan kêliyan tomar bikim. Zarokek biçûk a keç ku temenê xwe derdorî 7 salî bû, pêlîstokên xwe xistibûn kîsekê anîbû. Wê jî xwestibû ku bê par nemîne, bi pêlîstokên xwe zarokên bûne mexdûrên erdhejê bibe alîkar. Çawa ku ew pê kêfxweş bûye, ew zarok jî pê kêfxweş bibe. Ruhê xwe û heskirina xwe ya ji bo pêlîstikên xwe bigihîne wan zarokan. 

Kêliyên pir cihê bûn. Bi rewşên wiha mirov pir pê kêfxweş dibe. Dilsozî û hestê neteweyî yê yekbûyî nîşan dide. Her çendî ji hev dûr bin, bi yek dil û yek ruh in.