Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Li gel êrîş û dagirkeriyê Rêveberiya Xweser xwedî pirsgirêkên tenduristî, perwerde, aborî û rêveberiyê ye. Divê demê baş bi kar bîne û hîn bi bandor û bi lez bikeve nava liv û tevgerê.

ÊRÎŞÊN LI SER RÊVEBERIYA XWESER

Ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser nekeve û tasfiye bibe, gelek hêz dixebitin. Derdoreke nerêxistinkirî û neperwerdekirî jî dikeve bin bandora vî karê dijber. Êrîş û hewldanên ji bo tevlîhevkirinê ji bo wê yekê têne kirin ku hêviya gel bişikînin û bikin ku warê xwe biterikînin. Bi karên îstîxbaratê yên Tirkiyeyê, çeteyên di bin fermana wan de ne û hewldanên bi heman rengî yên Şamê ji bo tevlîhevkirina herêmê ne. Li hemberî êrîşên şerê psîkolojîk û karên dijber, afirandina civakeke zane û rêxistinbûyî yek ji karên jiyanî yên Rêveberiya Xweser e.

Bilindbûna nirxê Dolar û bêqîmetbûna lîreyê Sûriyeyê xizaniya gel hîn giran dike. Her wiha welat di bin ambargoyê de ye. Ji ber ku hilberîn li gorî pêwîstiyên welêt nikare bê kirin, gelek tişt ji derve têne kirîn. Li hemû sînoran jî qaçaxçitiyeke mezin heye ku dewlet û îstîxbarat di nav de ne. Ne karekî hêsan e ku sîstemeke gumrukê ya bi rêk û pêk bê avakirin û xebitandin. Malên ji derve têne anîn jî bi giranî bi Dolar têne kirîn. Ev jî dibe sedem ku buha timî zêde bibe. Ji ber ku sîstema bacê jî nikare bê birêxistinkirin, çavkaniyên hatineyê yên herêmê tengav dibin. Qanûn têne danîn, hewl tê dayin ku bi cih bêne anîn, lê belê ne hêsan e ku ev yek bê birêkûpêkkirin, bê rûniştandin.

MODELA DEMOKRATÎK NAXWAZIN

Rêveberiya Xweser alîgirê wê yekê ye ku karên xwe yên bazirganiyê bi giranî di nava Sûriyeyê de bike. Naxwaze malên Tirk bikeve nava bazarê. Piraniya malên ketine Başûrê Kurdistanê yên Tirk e. Rêveberiya Şamê jî niha hewl dide ji aliyekî ve bacê ji malên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werbigire û buhayê wan zêde bike, li aliyê din jî bi xwe ambargoyê datîne. Armanca wan jî ew e ku herêmê bixe nava krîz û kaosê û bi xwe ve girê bide. Naxwazin modela demorkatîk û jiyana li Rêveberiya Xweser bê afirandin. Rêya demokratîk ji bo mayindebûna xwe weke metirsiyê dibînin.

ŞAM JI BO TÊKÇÛNA RÊVEBERIYA XWESER DIXEBITE

Rêveberiya Xweser li gel gelek kêmasiyan û şert û mercên giran jî nêzî milyonek xwendekarî dide xwendin. Perwede bi Kurdî, Erebî û Suryanî tê kirin. Ji bo her gelek zimanê xwe bi kar bîne û bi pêş ve bibe, bi hesasiyeteke mezin nêzîk dibe. Zarok bi salan kedê didin, dixwînin, lê belê hikumeta Şamê dîplomayên wan derbasdar nahesibîne. Armanc ji vê yekê ew e ku dixwaze mejiyê yek partiyê careke din serwer bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Her wiha zextê li malbatan dike ku zarokên xwe bişînin dibistanên hikumetê. Ji xwe li deverên ku dibistanên hikumetê hene, di rêjeyeke zêde de malbat zarokên xwe dişînin wan dibistanan. Hikumet hemû rê û rêbazan diceribîne, amûrên jiyanê weke çekekê bi kar tîne û dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe û dawiya dawî ji holê rake.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KURDÎ NÎNE

Li herêmên mîna Efrînê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û paqijiya etnîkî lê tê kirin, qedexe ye ku Kurdî zimanê perwerrdeyê be. Li Efrînê PKK an jî PYD nîne. Kêm jî be hejmarek ji Kurdan lê hene. Eger hedef ne Kurd be, wê demê çima perwerdeya bi zimanê dayikê tê qedexekirin?

JI SEDÎ 20 Ê BÎRÊN PETROLÊ

Rêveberiya Xweser li herêmên ji DAÎŞ'ê hatin paqijkirin, hate avakirin. Yên ku xweserî ava kirin beriya wê tecrûbe û danheviyeke xwe ya xurt tine bû. Ji xwe re kirin esas ku nirxên heyî biparêzin û bixin xizmeta gel. Çavkaniya girîng a herêmê jî petrol bû. Di şer de piraniya bîrên petrolê xisar dîtin. Bi qasî ku em zanin niha ji sedî 20 ê bîrên petrolê hatine tamîrkirin û bikaranîn. Ji bo petrola heyî bê rafînekirin û pêşkêşî gel bê kirin pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt heye. Petrola tê hilberandin bi buhayê fermî pêşkêşî bazarê nikare bê kirin. Ji ber vê jî pirsgirêka Rêveberiya Xweser heye ku aboriyê û budçeyê li hev bîne.

POLÎTÎKAYA HILBERÎN Û GENIM A JI BAASÊ DEWR HATIYE WERGIRTIN

Pirsgirêkeke din a gigrîng jî polîtîkaya hilberîn û genim e ku ji sîstema Baasê dewr hatiye wergirtin. Nîvê budçeyê diçe ji kirîna genim re. Li şûna piştgiriyek ji hilberîneran re bê dayin, yan jî parek ji lêçûnên çandiniyê hilgirin ser milê xwe, polîtîkayeke ku veger jê nîne tê meşandin. Genim bi buhayekî zêdeyî buhayê li cîhanê tê kirîn. Ard hema bibêje bi belaşî ji firinan re tê dayin. Buhayê genimê ji bo tov û ceh bi heman rengî ye. Nan hema bibêje bi temamî li firinên Rêveberiya Xweser têne çêkirin. Ewqasî erzan e ku hinek radibin nan hişk dikin û weke êmê heywanan bi buhayekî hîn zêde difiroşin. Ev yek jî li pêşiya sererastkirina çerxa aboriyê dibe asteng. Rast e, hêza kirînê ya gel xurt nîne, lê bi qasî ku em zanin li tevahiya cîhanê devera ku berhemên petrolê û nan lê erzan e, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Yên ku baş bi van zanin û divê ji gel re eşkere bikin hene. Me xwest, gel jî yên ji derve jî lê temaşe dikin bi vê zanibin; Li gel êrîş û dagirkeriyê Rêveberiya Xweser xwedî pirsgirêkên tenduristî, perwerde, aborî û rêveberiyê ye. Divê demê baş bi kar bîne û hîn bi bandor û bi lez bikeve nava liv û tevgerê.