Rêber Apo bi Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk komplo têk bir

Dema em li polîtîkayên 24 salan ên li Îmraliyê tên meşandin dinêrin, ev polîtîka û pêkanînên di ti serdemê de nayên dîtin. Rêbertiya me ji bo vê pêkanînê têk bibe û li dijî vê derkeve, di nava berxwedan, têkoşîn û helwesteke mezin de ye.

Di ser komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û têkoşîna hebûnê hate pêşxistin 24 sal derbas bûn. Di ketina me ya 25’emîn salvegera komployê de, ez hemû hêzên ku komplo pêk anîne bi hêrseke mezin şermezar dikim, Rêberê me yê ku ji bo pûçkirina komployê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa nîşan da, bi rêzdarî û hesret silav dikim. Ez di şexsê Selamet Menteş, Aynur Artan, Halît Oral de ku bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" çalakiya fedaiyê li dar xistin û hevrêyên me Veysî Taş û Mehmet Akar ên ku bedena xwe dane ber agir û hemû şehîdên me yên azadiyê bi bîr tînim. Ez gelê me, jinên Kurd ên ku ji roja destpêkê heta îro ji bo pûçkirina komployê têdikoşin, silav dikim.

Em ketin sala bîst û pêncemîn a komploya navneteweyî. Armanca Komploya Navneteweyî; Ji bo tinekirina hêviyên rizgarî û azadiyê yên gelê Kurd ên bi Rêber Apo ve girêdayî bûn, teslîmgirtin û tasfiyekirina partiya me bû. Dixwestin me bê Rêber bihêlin. Di rastiyê de armanc ew bû ku destkeftiyên ku Rêber Apo li ser navê gelê Kurd bi dest xistine, bi  dayîna berdêlên mezin, bi têkoşîneke giranbuha heta pêvajoya komployê tine bikin. Lê belê helwesta Rêbertiya me û şêwaza berxwedanê her du hesabên hêzên komploger pûç kir. Bi pêşdîtin û asteke mezin a zihnî, tehlîlkirina Rêbertî ya dîroka şaristaniya navendî û rastiya ferd-civakê ku bi xwe re ava kiriye, bingehên bîrdozî yên lîberalîzma ku serdest e û analîzkirina neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanistparêziyê ku di vala derxistina komployê de faktorên sereke ne, pêş ket. 

Di pûçkirina komployê de asta xwedîderketina netewî û fedaî ya gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd jî roleke mezin lîstiye. Di pêvajoya komployê de gelê me li her cihê ku lê bû li ber xwe da û bi rê û rêbazên herî radîkal li dijî komployê nerazîbûn nîşan da. Di nava hemû gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat de ruhê yekîtiya neteweyî pêş ketiye û li dora Rêber Apo xeleka mezin a ewlekariyê ava bûye. Bi sed hezaran mirov bûn lehî û di ser navendên komplogeran de herikîn. Bi taybetî hevrêyên me yên şehîd li girtîgehan bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Li hemberî vê berxwedana bi heybet a gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, dewleta mêtinger a Tirk jî neçar ma ku bi îmzekirina peymanên têkildarî Ewropayê, cezayê darvekirinê ji holê rake. Mirov van weke destkeftiyên girîng ên wê serdemê dikare bibîne û binirxîne.

Fêmkirina rastiya komploya sedsalê, tehlîlkirina hundirê wê û eşkerekirina sedemên wê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelan wê hînker be. Ji bo hemû mirovahiyê, ji bo hêzên sosyalîst û şoreşger ên bindest û berxwedêr wê bibe xwedî girîngiyeke dîrokî. Ji bo Rêber Apo destwerdana pirsgirêkeke weke pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî aloz a Rojhilata Navîn e, karekî gelekî dijwar bû. Lê belê rastiya ku Rêbertî ji têkoşîna hebûnê û têkoşîna nasnameyê ya gelekî ku nezan dihat hesibandin jî, ji bo hêzên hegemon gelekî xetere hat dîtin.

Ev du sed sal in li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan polîtîkayên parçe bike û bi rê ve bibe ku serkêşiya wê Îngilîstan dike, tê meşandin. Her çendî pergala cîhanê ya cemserê ji holê hatibe rakirin jî, hêzên hegemonîk ên ku bi hev ve girêdayî û nakok bûn, di mijara Kurdan de hevpar bûn. Di qonaxa niha de li şûna înkarkirina Kurdan, ji bo berjewendiyên xwe avakirina kurdên asîmle guncawtir dibînin. Gel û Rêbertî ku şaneya bingehîn a vê xakê û dergûşa mirovahiyê ye, weke xeteriyek mezin li dijî xwe dibînin.

Piştî sala 2002'yan dema AKP'ê bi serokatiya Erdogan bû desthilatdar, difikirî ku pirsgirêka Kurd bi dawî bûye. Bi îdarekirina dewlet, artêş û kurdan polîtîkaya hevsengiyê meşand. Piştî pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an asê mabû bi gotinên wek "pirsgirêka kurd jî pirsgirêka min e", "rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe" hwd. daxuyanî dan. Lê dema ku êdî nikarîbû vê hevsengiyê bi rê ve bibe, ket nava astengiyeke giran. Erdogan di sala 2007'an de li Dolmabahçeyê bi Yaşar Buyukanit re hevdîtin kir û ji bo vê astengiya ku tê jiyîn derbas kir û li hev kirin. Piştî wê jî bi gotinên wek “Ger mirov ser pirsgirêka Kurd bihizirê ew heye, lê ger mirov nehizirê ew tune ye”, “Eger jin be jî zarok be jî lêxin” fermana êrîşê da. Erdogan wê bi hemû derfetên dewlet û desthilatdariyê yên di destê xwe de bixe meriyetê, wê bi PKK’ê re şer bike û mayîna xwe di desthilatdariyê de misoger bike. Di qonaxa niha de, pêkanînên rojane yên rejîma faşîst a yek zilamî ku bi rêya tifaqa olî-neteweperest û nîjadperest Erdogan-Bahçelî ava kir, êdî şansê xwe tineye. Niha bi faşîzmeke tam antî-kurd, li dijî gel û pirrengiyê, mêtingerî, nîjadperest, neteweperest, mezhebperest, zayendperest û şerxwaz Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Tevî her roj êrîşên qirkirinê yên li dijî gerîlayên Kurdistanê, hem ji hewa û hem jî ji bejahiyê ve, tevî çekên qedexe û gazên jehrî yên ku bikar tîne, tevî hemû teknîkên pêşketî yên NATO'yê yên li qada şer bi kar tîne û tevî bi sedan êrîşên balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) nekarîn PKK’ê tasfiye bikin. Berovajî vê, tevgera PKK’ê roj bi roj mezintir û bi hêztir dibe û têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd ku berpirsyariya wê girtiye ser milê xwe digihîne sala 50’î.

Di sala 2013’an de Rêbertiya me xwest pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Di encama muzakereyên ku nêzî 2 salan dom kirin de, dewleta Tirk di bin rêveberiya AKP’ê de li şûna pêşxistina çareseriyê, hewirdorek şer ava kir. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo hebûna xwe xeteriya herî mezin didît. Bi wergirtina erêkirina hêzên hegemonîk, di bin navê 'plana hilweşînê' de planeke nû ya qirkirinê da destpêkirin. Îro li aliyekî êşkenceya tecrîda mutleq li ser Rêbertiya me pêk tîne û li aliyê din jî her roj êrîşên hovane yên bi çekên kîmyewî li dijî gerîla pêş dixe. Komkujiya 2’yemîn a Parîsê xist dewrê. Li hemberî gelê me êrîş û polîtîkayên şerê taybet pêş dixe. Bi kurtasî dîktatoriya Erdogan a ku armanca xwe ya qirkirinê venaşêre, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê bi Kurdan re şer dike. Ev polîtîka ne tenê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê jî bi gotinên xwe yên nîjadperest û neteweperest bandor dike. Lê ji bo pûçkirina vê planê gelê me, jin û ciwan bi taybet gerîla li ser esasê stratejiya şerê gel ê Şoreşgerî di asta herî jor de şer dikin. Di encama têkoşîna bi israr de 'plana hilweşînê' bi giranî hat pûçkirin û desthilatdariya faşîst a Erdogan hat asta hilweşînê. Em dizanin ku Erdogan ê ku vê rastiyê dibîne, ji bo desthilatdariya xwe winda neke bi her cure êrîşên dijmirovî û bêexlaqî dixwaze komploya navneteweyî bigihîne encamê.

Di berdewamiya Komploya Navneteweyî de ji Îlona 2018’an û vir ve cezayên dîsîplînê li ser Rêbertiya me hatiye birîn û ev cezayên dîsîplînê weke sedema hevdîtina parêzer û malbatê tê nîşandan. Rewşa ku li Îmraliyê serdest bûye ne zelal e. Di mantiqê zindana serdemên destpêkê û navîn de jî mirov nikare mînakeke din a vê yekê bibîne. Rewş ji êşkence û muameleya xerab wêdetir derketiye. CPT ku peywira wê pêşîgirtina li êşkenceyê bû, niha veguheriye saziyeke êşkenceyê vedişêre. Bê şik saziya sereke ya ji vê yekê berpirsyar e, Konseya Ewropayê ye ku CPT girêdayî wê ye.

Dema em li polîtîkayên 24 salan ên li Îmraliyê tên meşandin dinêrin, ev polîtîka û pêkanînên di ti serdemê de nayên dîtin.  Rêberê me ji bo vê pêkanînê têk bibe û li dijî vê derkeve, di nava berxwedan, têkoşîn û helwesteke mezin de ye. Di çarçoveya taybetmendiya îfadeyê de qanûn û mafê îfadekirina nêrînan a li ser pirsgirêkên siyasî û civakî û parvekirina wan bi raya giştî re heye. Bo nimûne; Di sala 2008’an de gotina Rêbertiyê ya “Ger di pirsgirêka Kurd de gavên aştiyane neyên avêtin, wê pevçûn derkeve” weke hincet ji bo cezakirinê hat bikaranîn. Lê belê Rêberê me tenê rewşa ku wê demê pêşdîtibû anîbû ziman. Pratîkên mutleq ên neragihandinê ku bi salan e tên meşandin, di van du salên dawî de derbasî qonaxeke nû ya pêkanînê bûne. Cezayên dîsîplînê yên ku li Rêberê me tên dayîn, beriya 3 mehan bi dawî bibe, 6 mehên din lê zêde dikin. Ev ji DMME’yê re tên şandin û rê li ber Rêberê me tê girtin ku ji mafê xwe yê hêviyê sûd werbigire. Erdogan jî bi awayekî fermî faşîzm û mafê hêviyê red kir.

Pergala hegemonîk a navendî, dema ku Rêbertiya me bi Komploya Navneteweyî dîl girtin, gotibûn, “Şoreşgerê sedsala 20’an ê dawî hat girtin.” Difikirîn ku bi vî rengî wê Rêberê me yê ku li pêşiya xwe xeteriya herî mezin didît bêbandor bikin. Lê belê Rêberê me pêvajoya Îmraliyê ji bo xwe weke zayîna sêyemîn nirxand û bi manîfestoya şaristaniya demokratîk Komploya Navneteweyî pûç kir. Ne tenê şoreşgeriya sedsala 20'an, ya hemû deman hembêz kir û têkoşîna heqîqetê weke pergala şaristaniya demokratîk dixist nava xwe.

Teorî û sazîbûna têgînên ku di sedsala 21’an de ji aliyê Rêbertiya me ve hatine pêşxistin, di çarçoveyeke gerdûnî de ne û ji bo pirsgirêkên ku hemû mirovahî jiyaye, çareseriyê pêşbîn dike. Bi manîfestoya xwe ya şaristaniya demokratîk deriyê jiyana azad vekir. Pêvajoya berxwedanê ya li dijî komployê ku Rêbertiya me weke zayîna sêyemîn dinirxîne, derbeyek kujer li zîhniyeta dewletparêz xist. Veqetîna wî ya bi şaristanî û jiyana dewletparêz re nîşana zayineke nû bû. Ji zihniyeta serdest a mêr a 5 hezar salî qutbûn e, ji civaka nexweş qutbûn e, ji civaka bajarvanî qutbûn e, ji qutbûna di navbera civak û xwezayê de qut bûne. Ji avahiya raman, hest û zîhniyeta şaristaniya kapîtalîst qutbûnek çêkiriye. Bi pêşxistina paradîgmaya şaristaniya demokratîk ve berê xwe da paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê. Jiyaneke aştiyane, azad, wekhev û hezkirinê ku bi heywanan re dost e, bi aştiyê re bi xwezayê re, li ser bingeha avadaniyeke hêzê ya hevseng a bi jinê re, hêza zanistî û teknîkê ji lîstika şer û desthilatdariyê dûr xistiye û kesayetiyeke polîtîk a exlaqî afirandiye. Paradîgmayeke mezin a rewşenbîrî û manewî mijarê gotinê ye.

Rêbertiya me temenê şaristaniyê ne weke 500 salên dawî, weke 5 hezar salan nirxandiye û serdema şaristaniya hegemonîk daniye ser maseyê. Hemû mîtolojîk, felsefî, metafizîk, ferd, hêz, civak, xweza, jin hwd. Li ser şêwazên ramanê yên ku di derbarê wê de hatine çêkirin de lêpirsînek dijwar derbas kiriye. Avahiya netewe-dewletê ya hatî afirandin bi hemû aliyên neteweperestî, zayendperestî, olperestî û pozîtîvîzmê ve mijûl bû. Bi lêhurbûneke kûr, nêrîneke gerdûnî ava kir û bi aqilmendî gihîşt mezinbûneke ku li hemberî tu pêşketinan matmayî nemîne.

Di avakirina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst de, Rêbertiya me pergala konfederalîzma demokratîk pêş xistiye. Di Newroza 2005’an de Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê îlan kir û felsefe û sîstemeke nû ya jiyanê bi gelê me daye qezenckirin. Rêbertî ev pergal ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêşbîn kir. Dîsa bang li hemû mirovahiya demokratîk kir ku di bin navê Kongreya Demokrasiya Cîhanê de cîhaneke nû ava bikin.

Rêber Apo di şert û mercên tecrîda girankirî û îzolasyonê de di hawîrdoreke teng a esaretê de fikir û ramanên herî pêşketî yên bîst û çar salên dawî pêşkêşî mirovahiya cîhanê kir. Paradîgmayeke nû ya bi nirxeke felsefî ya zanistî ya bilind pêş xist. Kombûneke rewşenbîrî ya mezin afirand û veguherand ramanên sîstematîk. Ev awayê ramanên teorîk ên xwedî nirxa felsefî ya zanistî ne. Wateyên nû daye û gelek têgînên ku cîhana îro pir bi kar tîne ji nû ve pênase kiriye. Çarçoveya teorîk a têgînî û naveroka semantîkî ya pergala ramana xwe bi asteke felsefî û derwêşî pêşxist. Di zanîngehên herî bilind ên îroyîn de jî ne mimkûn e ku asta safîkirina ramanên Rêbertiyê were dîtin. Ji ber ku ramanên Rêbertiyê; Ew ramanên ku ji serpêhatiya mezin a jiyan û têkoşînê hatine derbas kirin, ji dîroka têkoşîna civakî dersên girîng girtine, bi analîzkirina civaknasî û psîkolojiya mirovan hatine pêş xistin, ji sekna jina azad a neolîtîk û şoreşa çandiniyê îlham hatiye girtin.

Paradîgmaya Rêbertî û tezên sîstema civakî ya komunal ku pêşbîniya wê dike, bi awayekî cidî bandorê li beşên karker dike ku bi hezaran salan ji aliyê yekdestên sermaye û desthilatdariyê ve hatine îstîsmarkirin, gelên ku bê nasname hatine hiştin, avaniyên çandî yên ku bi tinebûnê re rû bi rû mane, beşên jinan ên ku têne çewsandin û weke zayenda duyemîn têne dîtin û çepgir-sosyalîst, anarşîst, femînîst û ekolojîst ku ji zilma kapîtalîzmê li rêyekê digerin. Li dijî pergala serdest a mêr a 5 hezar salî derbeyek stratejîk hate xistin û pergala yekbûyî ya bindestan hate afirandin. Wateya dîrokî ya serdema zayîna sêyemîn ev e. Lewma Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye xezîneya jiyana bi rûmet û azad.

Em dizanin ku têkoşîna ku em di her astê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dimeşînin têrê nake û rexnedayîna xwe ji Rêberê xwe, şehîdên xwe, gelê xwe û jinên Kurd re didin. Ji bo em strateji û ramanên Rêbertî bi jiyanî bikin, em ji her demê bêhtir bi îdîa ne. Bêguman azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê di navenda jiyan û têkoşîna me de be. Ji bo rakirina hemû astengiyên li ser rêya heqîqetê em ê di nava têkoşîneke mezin de bin. Rêbertî di pêşeroj, paşerojê û dema niha de dijî. Bi vî awayî ew paşerojê ava dike. Bi Rêbertiyê re em ê di her kêliyê de bibin cihê ku em 24 saetan rast bijîn, hilberînin, şer bikin û avakirina civakî pêş bixin. Tesbîtkirina heqîqeta hevaltiya rast a di navbera me û Rêbertiyê de meşa li ser rêya vê heqîqetê ye. Em ê bi hemû hebûn û hişmendiya xwe têbikoşin û Rêbertiya xwe û gelê xwe bi serketinê tacîdar bikin û wan di şertên azad de bînin cem hev.

Dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî di warê civakî de mezin bûye û her diçe mezin dibe. Gelê me yê ku hebûn û nasnameya wî nayê qebûlkirin û dema ku got ez jî heme rastî qirkirinê hat. Lê ligel vê jî dîwarê tirsê derbas kir û got ez di nava têkoşîna hebûn û azadiyê de me. Her Kurdekî birûmet ev rastî dîtiye û lêgerîn û biryara xwe di oxira Rêbertiyê de daye. Ji bo parastina tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertiya xwe her tim di nava çalakî û serhildanan de ye. Ez ji dil bawer dikim ku ji niha û pê ve ew ê têkoşîna xwe ya pûçkirina komplogeran mezintir bikin. Çalakiyên ku beriya niha hatine destpêkirin û parvekirina tiştên ku wê bên kirin bi raya giştî re heyecan û hêzeke mezin da me. Ez bang li hemû gelê me, jin, ciwan û dostên me dikim ku bi awayekî xurt beşdarî vê pêvajoyê bibin û berdewama çalakiyê misoger bikin û ji bo çalakiyên ku we kirine û çalakiyên mezin û watedar ku hûn ê bikin, ez we ji berê de pîroz dikim.