Qeyûm mikurhatina li lawaziya dewleta Tirk e!

Ya rast, siyaseta qeyûm ji bo dewleta Tirk şêweyekî mikurhatinê ye; nêrîna dewletê ya li Kurdan û Kurdistanê êdî nayê veşartin.

Hêzeke mêtinger ji bo karibe serweriya xwe pêk bîne, hebûna xwe li herêmekê mayinde bike weke karê destpêkê hewl dide gelê xwecihî di çarçoveya planekê de gav bi gav ji cewhera wan dûr bixîne, li herêmê nasnameyeke nû û mejiyekî li gorî wê ava bike. Ji bo vê jî weke gava destpêkê derdoreke sosyo-aborî û çandî ya ji karmend û hevkarên xwe ava dike.

Mêtingerî weke karê destpêkê hewl dide mejiyê mirovan teslîm bigire; ji ber ku cihê ku dîlgirtin destpê dike qada îdeolojîk a mirovan, yanî têkçûna mejî ye. Mirovekî ku di cîhana navxweyî de têk çûye nikare li ber ê li hemberî xwe rabe. Piştî demekê ne tenê teslîm dibe, di heman demê de dibe fedaiyê kolekirina xwe.

Komara Tirkiyeyê ji roja ava bû û pê ve karekî asîmîlasyonê yê berfireh dike. Ji bo vê jî weke karê destpêkê amûra zordariyê li her devera Kurdistanê bi cih kir. Ji mektebên eşîran heta bi vê serdemê têkiliyeke xurt bi hevkar û nokerên xwe yên xwecihî re danî ku karibin jê re xizmetê bikin.

Pêvajoya ku bi Alayên Hamîdiyeyê destpê kir piştre veguherî sîstema cerdevaniyê. Ev derdora hîn ji roja ava bû û pê ve li dijî gelên xwe fedaîtî ji efendiyên xwe re kirin. Lê belê tevî vê yekê jî di nava dewletê de weke mirovên bawerî bi wan nabe hatin dîtin.

Ji bo rejîma ku demeke dirêj e li Bakurê Kurdistanê têkiliyên xwe yên desthilatdariyê li ser hevkarên xwe yên xwecihî dimeşandin, kar heta astekê hêsan bû. Dewleta ku li ser van hêzan hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê siyasî ve hegemonya xwe ava kir di nava çil salên dawî de înîsiyatîfa xwe winda kir.

Hem bi xwe hem jî derdora xwe ya hevkarên xwecihî teşhîr bû; Kurd êdî ji dewletê neditirsiyan û baweriya xwe bi derewên saziyên îdeolojîk nedianî. Profesorên ku derewa fermî ya dewletê dubare dikirin, diketin rewşeke welê ku mirovan êdî henekê xwe bi wan dikirin.

Beriya tevgera azadiyê, li herêmê we ji kîjan partiyê parlamenter an jî şaredar hilbijarta, di rastiyê de weke paradîgmaya înkarê ya sed salî hildibijartin. Cudahî tenê ew bû ku kî wê ranteke çawa li derdora xwe belav bike.

Hebûna sosyo-aborî û çandî ya gelê Kurd timî ji nedîtî ve dihatin; her wiha bi amûrên li ber destê xwe hewl didan tune bikin. Piştî ku têkoşîna azadiyê li nava gel deng veda, ev rewş berevajî bû, hate guhertin.

Dewleta Tirk û hevkarên wan ên xwecihî li herêmê înîsiyatîf ji dest dan, înîsiyatîf kete destê gelê Kurd; tevî valakirina gundan, komkujiyan jî gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe bi xwe diyar bike îradeyeke bêhempa nîşan da.

Partiya ku her carê ava kir hate girtin, xebatkarên partiyê hatin girtin, her wiha hin ji wan xebatkaran hatin kuştin, lê tevî vê yekê jî îradeya xwe neşikiya. Tevî zor û zehmetiyan, tevî tecrûbeyeke kêm jî hem lmi parlamentê hem jî li nava rêveberiyên xwecihî tecrûbeyên girîng bi dest xist.

Di nava vê pêvajoyê de hem hilbijartî bi xurtî tevlî nava gel bûn, hem jî gel di nava rêveberiyên xwecihî û siyaseta giştî de bû xwedî mafê gotinê. Bi taybetî jinan her qad dagirtin, jinên Kurd ên ku bi hezaran salan tine hatin hesibandin ji bo jinên herêmê bûn model.

Siyaseta li Kurdistanê ji rewşeke welê rizgar bû ku di bin kontrola profesyonelan de veguherîbû karekî afirandina desthilatdariyê; berevajî vê yekê bû karê gel. Ya ku dewletê herî zêde ditirsîne; siyaseteke gelbûyî yan jî gelekî siyasîbûyî ye ku teslîm nayê girtin, nikare bê rawenstandin. Dewleta Tirk di vê mijarê de kete nava neçareseriyeke mezin.

Siyaseta qeyûm jî encameke vê neçareseriyê ye. Li Kurdistanê siyaset ji bo dewletê gihîştiye wê astê ku şensê xwe nema ye ku ne bi hevkarê xwe ne jî bi xwe înîsiyatîfê bi dest bixe. Lewma dewletê biryar da ku amûrên xwe yên herî zordar bixe dewrê.

Bala xwe bidin ser; tayîmkirina qeyûman, êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, operasyonên li hundir, giritn li heman demê rast tên. Dewleta Tirk ku ne bi tena serê xwe ne jî bi destê hevkarên xwe nikare xwe bide qebûlkirin, neçar ma ku li serî vegere.

Vê dewletê xwest ku asîmîlasyon encamê bi xwe re bîne, partiyên sîstemê li herêmê çalak bin, her carê wekîlên ku baskekî dewletê temsîl dikin biçin parlamentê, şaredarên hatin hilbijartin tevî hêzên hevkar ên xwecihî gel ji qada siyasî dûr bixînin.

Ev yek wê hem erzan bûya, hem jî hebûan dewletê ya li hundir û herêmê hîn hêsan bikira; lê belê kar bi vî rengî nemeşiya. Siyaseta qeyûm rejîmê teşhîr dike û rewşa li Bakurê Kurdistanê radixe pêş çavan ku her kes fêhm dike. Hêzên ku berê dema dihate gotin 'Bakurê Kurdistanê mêtingeh e' ev yek fêhm nedikirin û berê xwe dizîvirandin, niha têkiliyên Tirkiye/Kurdidstanê hîn bi şênberî fêhm dikin.

Ya rast, siyaseta qeyûm ji bo dewleta Tirk şêweyekî mikurhatinê ye; nêrîna dewletê ya li Kurdan û Kurdistanê êdî nayê veşartin. Tirkiye li herêmê ew dewlet e ku bi nasname û siyaseta Kurd re têkiliya herî xerab datîne. Tirkiye ku beriya demeke nêz bi demokrasiyê pesnê xwe dida, di rewşa heyî de rewşa xwe ji ya Iraq, Îran û Sûriyeyê jî xerabtir e.

Dewleta Tirk nikare vî barî zêde rake; siyaseta qeyûm maskeya demokrasiyê ya derewîn a dewletê aniye xwarê. Ev rewş hem li hundir hem jî li derve Tirkiye tengav dike. Eger di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de Kurd karibin îradeyeke xurt nîşan bidin, ev yek wê maliyeta tayînkirina qeyûm a ji bo dewletê zêde bike.

Di vê nuqteyê de DEM Partiyê bi pêşhilbijartinê re bi tevlîkirina gelê Kurd ê welatparêz a li vê pêşhilbijartinê karekî girîng kir; niha kar dikeve ser milê Kurdan, eger Kurd di hilbijartinên xwecihî de îradeyeke xurt nîşan bidin û bi rêjeyeke bilind a dengan şaredariyan qezenç bikin, dikarin dewletê di mijara pirsgirêka Kurd de bîne nuqteyeke nû.

Divê Kurd di hilbijartinên xwecihî de îradeyeke xurt nîşan bidin û qeyûmên dewletê ji holê rakin.