'Plan kiribûn ku bi çalakiyeke mezin a şer, min tasfiye bikin'

Abdullah Ocalan hefteyek piştî 9'ê Cotmehê, bi gotina 'Di bin navê tasfiyekirina min de ya bi çalakiyeke mezin a şer, darbeyeke komployê ya faşîst li ser destketiyên girîng ên mirovahiyê û gelên herêmê hatiye ferzkirin" Komploya Navneteweyî kifş kir.

Di hefteya destpêkê ya Komploya Navneteweyî de ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate girtin. Ocalan 15'ê Cotmeha 1998'an êvarê bi telefonê beşdarî bernameyeke MED TV bû. Abdullah Ocalan yekemcar ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re eşkere kir ku li hemberî şexsê wî komployeke berfireh hatiye amadekirin. Hin ji beşên ji wê nirxandina dîrokî ya Abdullah Ocalan wiha ne:

"Di şexsê me de komployeke berfireh li ser gelên Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin û vê gavê nîvco maye, bi ser neketiye. Lewma em ji bo vê gavê dibêjin ji gelê me, welatên Misilman û mirovahiya pêşverû re derbasî be. Bi vê wesîleyê hevrê, dostên me yên hêja û mirovahiyê silav dikim.

Bûyer komploya herî berfireh e ku roj bi roj bêhtir kûrahiya wê fêhm dikin. Ji vê jî wêdetir şerekî di asta herêmê de dane ber çavên xwe. Mîna beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, ku kovara Der Spiegel a Elman jî bal kişandibû ser; ji bo mirovên ku rojevê bi kûrahî dinirxînin, xusûseke ku bi hêsanî dikare bê tespîtkirin ku dikare weke sedema şerekî cîhanê bê dîtin. Wê demê em dibînin ku ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî mezintir şerek dane pêş çavên xwe. Di vir de komployeke faşîst heye ku di bin navê tasfiyekirina min a bi çalakiyeke mezin a şer de li ser destketiyên girîng ên gelên herêmê û mirovahiyê hatiye ferzkirin.

KOMPLO JI 15'Ê TEBAXÊ Û PÊ VE TÊ FERZKIRIN

Bêguman ev komploya dawî bi gotina "Em ê cîhanê bi serê wan ve bînin xwarê" ya Demîrel destpê kir, ku 1'ê Cotmehê ev daxuyanî dabû. Dîroka vê kevntir e. Lê belê beriya ku bikevim dîroka vê komployê ji bo baştir bê fêhmkirin, dixwazim balê bikişînim ser mantiqê komployê ku ji Pêngava 15'ê Tebaxê û pê ve di şexsê min de li ser PKK'ê û têkoşîna rizgariyê ya neteweyî hate ferzkirin.

Weke ku tê zanîn, piştî hate dîtin ku Pêngava 15'ê Tebaxê têk naçe, ketin nava liv û tevgerê. Di vir de Swêd û Serokwezîrê wê yê hêja Olof Palme, ku di serî de Vîetnam piştgirî didan tevgerên rizgariya neteweyî, ji rejîma Reagan re bûbûn hedef. Her wiha dihate fêhmkirin ku Kurd yekemcar li Swêdê têne qebûlkirin û ev yek jî ji aliyê Palme bi xwe ve dihate nîşandan. Dema ku xwestin Palme bi ser me ve bişînin, Palme got, 'Hûn çima dixwazin bi taybetî berê min bidin tevgera Kurd, min bidin êrîşkirin? Ez naxwazim zêde tevlî vî karî bibim'. Ya rast hîn wê demê di bin zexteke bi vî rengî de bû. Şensê tevgera rizgariya neteweyî ya Kurd a xwe dispêre Swêdê hebû ku bi pêş bikeve, ev rast bû. Lewma li hemberî PKK'ê û Kurdan kampanyayeke mezin a reşkirinê hate destpêkirin.

Hewldana kuştinê ya bi zanebûn û reşkirina Kurdan karê vê rêxistiniyê bû. Mînak gotin, 'Ferman ji Apo hatiye'. Min gelekî dixwest hîn bibim bê ev ferman ji ku hatiye. Mîna niha, Hurriyetê wê demê jî ev manşet avêtibû, 'Em ê sibe vê fermanê eşkere bikin', lê belê nehate eşkerekirin. Eger hatibûya eşkerekirin wê maske biketa, rûyê rast ê komployê bihata fêhmkirin.

ME JI WAN BAWER KIR Û AGIRBEST RAGIHAND

Weke ku tê zanîn me agirbestek ragihand. Hin derdorên Kurd ku ji aliyê me ve baş nehate fêhmkirin bê nêta wan baş bû yan na û dibe ku pêwendiya xwe bi Fermandariya Giştî ya Tirk hebû, xwe gihandin me û gotin, 'Geloo hûn agirbestekê ragihînin'. Ji bo vê jî hincetên ku min berê anîn ziman, bilêv kiribûn.

Ya rast me baweriya xwe bi van anîn. Me bi temamî bawer nekir, lê belê bi helwesteke pîvanî me got, 'Wê demê ji bo dilopeke din a xwînê nerije, bi yekalî jî be em ê di 1'ê Îlonê de agirbestê ragihînin'. Me agirbesta yekalî ragihand û wê were dîtin ku di pêvajoya agirbestê de me çalakiyeke bi tenê jî nekir. Lê belê me dît ku pêl bi pêl êrîşên leşkerî têne kirin. Piraniya wan jî operasyonên bi rêk û pêk û mezin bûn. Di meha destpêkê de me nêzî 62 şehî dan. Ev rewş di meha Cotmehê de girantir bû.

Piştî demekê me wiha got, "Hûn ê kengî bersivê bidin? Dem tijî bû. Li gorî ku ji me re hate gotin wê dawiya meha Îlonê bersivek bidan. Bersiv çima nehate dayin?" Ji me re gotin, "Hinekî din bisekinin" û em sekinîn. Herî dawî bersiva ku hate dayin "Hefteya duyemîn a meha Cotmehê" bû.

Meseleya hefteya duyemîn girîng bû. Hem gotinên Demîrel ên 1'ê Cotmehê, hem jî liv û tevgera paşayan hemûyan em hinekî xistin nava fikaran. Me got, ev dem demeke erênî nîne, balkêş e û pêleke mezin a şer destpê kir. Ev biryareke rastî ya şer bû. Bawerim raya giştî zane ku ev biryara şer çawa hate dayin û bi rê ve çû. Gotina 'Em ê cîhanê bi serê we ve hilweşînin' a Demîrel gotineke tesaduf û ji rêzê nebû. Bingeha şerekî giran a ku raya giştî ya Tirk jî bixe nav bi vî rengî amade dikir û pêl bi pêl hate mezinkirin.

Erbakan mirovekî dostê Sûriyeyê bû, têkiliyên xwe yên baş hebû. Em zanin ku ji bo di navbera me û Tirkiyeyê de bibe navbeynkar ji Sûriyeyê re name jî amade kiribû. Ev name hîn jî li ber destê wan e. Partiya Refahê hebû ku ewqasî nêzî Sûriyeyê bû û baweriya xwe pê dianî. Em zanin ku ev çawa li derve hate hiştin.

EZ BI KOMPLOYÊ HESIYAM Û MIN QEBÛL NEKIR

Hûn dibêjin 'Med TV çima roja Înê hate tarîkirin?' Di vê mijarê de rexneyan li rojnamevanên me dikim; ya rast dibiya bû we pirsa 'çima îro?' bikira û bersiva wê bidan. "Hîn bûye, dewleta Tirk timî reş dike." Na timî nake. Bi taybetî çima 'îro' kir, ev gelekî girîng e. Gelek sedemên vê hene.

Wê rojê em li hewa bûn. Bawerim wê piştre bêhtir zelal bibe. Ji bo ev şer bê destpêkirin, fuze, balafir, amadekariyên li keştiyan, fuzeyên li keştiya li peravên Derya Spî hemû ji bo min bûn. Diviyabû tespît bikirana ku kîjan saetê li ku derê me. Bala xwe bidinê, dibêjin 'Apo', tiştekî din nayê gotin. Rojnameyan manşet avêtibûn, gotibûn 'Ya Apo, ya şer'. Ev rast bû. Her tişt li hemberî min amade kiribûn. Şer wê destpê bike, ev mirov li ku ye? Sûriyeyî matmayî mabûn, digotina 'Em nizanin li ku ye'. Dem qediya. Kêr gihîşt hestî. Biryara şer jî hatibû dayin, lê ya gelekî girîng ew bû ku li ku derê me.

Her wiha hin agahî hene ku gihîştin me: Hinek li pey me ne. Mîna sala 1996'an hinek hatin girtin jî. Digotin, "Li gorî me van rojan divê teqez bombekirin bê kirin". Ev jî ew sîxur bûn ku hatin şandin. 9'ê Cotmehê wê bihata bombekirin. Ji bo bibe jî cih û dem lazim bû. Mîna li Sûdanê, cih û dem diviyabû diyar bûya.

Bala xwe bidin ser liv û tevgera wê rojê. Mesût Yilmaz got, "Qediya, hişyariya dawî." Her kesî zanî bû ku biryara şer hatiye dayin. Ji meclîsê jî bi gotina 'yek kulm, yek deng' biryar hate standin, erka tam hate wergirtin. Lê tesadûfî wê rojê karek hebû ku sê rojên dawî ji bo diyarkirina dem û cihê me dihate kirin. Xusûseke ku hêjayî ronîkirinê ye. Me ji hin dostên xwe re got ku wê saetê em ê li ku bin. Ez ê nebêjim ku em ji wan dikevin gumanan, lê belê em ê lêkolîn bikin; wê saetê diviyabû sozek bi cih bianîna. Ew soz pêk neanîn û gotin, "Filan saetê divê hûn teqez di nava rêbazeke bi vî rengî ya tevgerê de bin." Min ev qebûl nekir. Çima hûn dibêjin filan saetê illehî bi vî rengî be? Min got, 'Ez di vir de bi komployekê dihesim' û min qebûl nekir.

ŞEREKÎ NÛ YÊ HERÊMÊ WÊ BIHATA DESTPÊKIRIN

Vê rewşê rê li ber nîqaşeke cidî ya saetek, du saetan vekir. Ji xwe tiştek bû ku ji sedî sed ne li bendê bûn. Ev jî êvara Înê ya derbasbûyî qewimî. Bi nîqaşeke bi vî rengî em matmayî man. Em dibêjin, diyar e 'we lîstikek amade kirin'. Çima hûn vê saetê bi israr ferz dikin? Her wiha hûn berevajî wê ferz dikin. Hem saetê, hem jî berevajî wê. Me got, 'Ji bo me ev teqez komployeke'. Di encamê de jî me cih û dema xwe ne li gorî ya wan fêhm kirî û li bendê bû, bi rengekî cuda diyar kir û pêk anî. Ev şensek bû, tesadufek bû yan jî tercîhek bû. Ne ewqasî girîng e, ez ê zêde li ser nesekinim.

Yanî saet û dema ku li bendê bûn ji bo fuzeyan biavêjin, pêk nehat. Du cih diyar kiribûn, ji ber ku em neçûn herdu cihan, plan bi rengê ku ew li bendê bûn bi cih nehat. Vê yekê dikarim eşkere bibêjim, eger ew saet li gorî bendewariya wan pêk bihata wê ev yek bihata wateya şerekî nû yê herêmê li Rojhilata Navîn.

Armanc ev bû, sedema yekane ya pêknehatina wê ew bû ku em ne li wê nuqteyê bûn. Hûn niha karin MED TV fêhm bikin. Çima ji nişka ve reş kirin? Ew jî parçeyek ji vê bû. Piştî ku ew operasyona mezin hate destpêkirin wê têkildarî Kurdan zêde tiştek nehatibûya hiştin.

EM BIBÊJIN KU WE EZ BÊDENG KIRIN, HÛN Ê ÇI BIDIN KURDAN?

Beriya her tiştî ev gef ne tenê li dijî şexsê min e. Bi taybetî divê rewşenbîrên me yan jî gelê me vê baş fêhm bikin. Ez xwe biparêzim an jî neparêzim, mesele hûn in. Me got 'aştî', vaye bersiv ev e. Em dibêjin hin mafên destnîşankirî, lê di asta peyvê de jî qebûl nakin. Herhal ji bo pêşî li vê bê girtin divê em hemû dest ji Kurdîtiyê berdin. Têrê nake ku tenê ez dest jê berdim. Ji ber ku cezayê min giran e. Li gorî wan ez berpirsyarê çil hezar kesî me. Niha jî hûn ji ber ku Kurd in hûn jî berpirsyar in. Lewma ya hûn ê dest jê berdin, yan jî hûn bibin nokerekî li ber dilê wan belkî we efû bikin. Divê ev bê nîqaşkirin, rewş ewqasî metirsîdar e. Ew bi xwe her roj vê dibêjin.

Gelê me dikare çi bike? Beriya her tiştî li ser bifikire. Divê karibe xwe biparêze. Ne ji bo min, pêwîstiya min bi parastineke taybet nîne. Hûn bixwazin jî zehmet e ku karibin min biparêzin. Ji xwe pêwîstiya min jî zêde bi tiştekî bi vî rengî nîne. Lê belê pêwîstiya we bi parastina bi xwe heye. Eger hûn bi rastî jî dixwazin xwedî li rûmeta xwe ya neteweyî derkevin, eger bi rastî jî îdîayeke we ya ji bo azadiyê heye, divê hûn xwedî li xwe derkevin.

Ez ji vê derê bang li cîhanê û Ewropayê dikim. Bi gotina 'Terora PKK'ê', 'Şerê PKK'ê xwe bes bixapînin. Eger mesele ez bim, ez ê devê xwe bigirim, ez ê PKK'ê jî bigirim, lê belê wê demê hûn ê hin mafan bidin Kurdan? Em bêjin ez hal bûm, hûn ê çi bikin Kurdan? Em bêjin hêz hemû di destê we de ne, baş e hûn ê mafê aştiyê, mafê demokrasiyê yê Kurdan nas bikin? Pêvajoyê bidin destpêkirin, ez ê neaxivim. Na hûn ê nedin. Hûn ê bibêjin 'me hal kir', 'me qedand', na, ez bi tenê jî bimînim ez ê vê têkoşînê mezin bikim. Gelo çareyeke din a vê yekê heye? Gelo eleqeya we bi mirovahiyê, demokrasiyê û aştiyê re heye? Bala xwe bidin ser vê planê; ma dibe ku li hemberî kesekî ewqas çek bikeve dewrê? Ewqas çek, artêşeke ewqasî mezin li hemberî kesekî ma dibe ku bikeve nava liv û tevgerê? Na mesele kesek nîne, mesele gel in, mirovahiya pêşverû ye. Dixwazin bêdeng bikin. Bêguman a dikeve ser milê min ez ê bikim. Rastî bi vî rengî eşkere ye.