Çelebî: Ger rejîma Îranê bimîne jî, wê emrê wê ne dirêj be
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Alî Çelebî diyar kir ku her çiqasî rejîma Îranê di bin van şert û mercan de şi ser piyan bimîne jî, ger xwe neguherîne wê emrê wê ne dirêj.
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Alî Çelebî diyar kir ku her çiqasî rejîma Îranê di bin van şert û mercan de şi ser piyan bimîne jî, ger xwe neguherîne wê emrê wê ne dirêj.
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Alî Çelebî got, "Rejîm, Îranê xistiye rewşek wisa ku an dê şertên herî giran îmze bike an jî rêya hilweşandina Tehranê û rejîmê vebe."
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê û nivîskarê pirtûka "Ronesansa Rojhilata Navîn: Rojava" Mehmet Alî Çelebî pirsên ANF'ê bersivand.
Zexta aborî, siyasî û civakî ya ku li ser raya giştî ya navxweyî ya Îranê çêdıke, wê bandoreke çawa li ser hejandina rewatiya rejîmê û siberoja wê bike?
Rejîma Îranê di 46 saliya xwe de ye û ketiye rewşek pir xirab. Îran a ku bi dîmenan pesnê çekên nû yên hilberandî, fuzeyên balîstîk û hîpersonîk dide ji aliyê Xamaney ve tê birêvebirin, bi 'Operasyona Şêrê Bilindbûyî' ya Îsraîlê ku di 13’ê Hezîrana 2025’an de hat destpêkirin, derbeyek giran xwar. Tenê nifûsa Tehranê du caran li ya Îsraîlê ye. Nifûsa Îranê 90 milyon e, li dijî Îsraîlêvya ku nifûsa wê 9 milyon e ketiye rewşek trajîk. Gelo ev dikare bibe krîzeke rejîmê? Îsraîlê her ku dît Îran ewqasî ne bihêz e, hîn bêhtir êrîş kir. Trump jî bi kelecan bû û guh da pêşniyarên ku ew dikare rejîmê hilweşîne. Ez bawer dikim ku DYE di vî şerî de wê nekeve merhaleya guhertina rejîmê. Ji bo DYE’yê hîn dema guhertina rejîmê nehatiye. Di rewşeke kaotîk a ku wê li Sûdan, Somalî, Yemen, Sûriye, Iraq, Lîbya, şerê Rûsya-Ukraynayê, xeta Pakistan-Hindistanê ya ku di meha Gulanê de hefteyek şer kir û şerê bazirganî yê bi Çînê re wê çi bi xwe re bîne nediyar de, DYE wê rîska şikestina xeta Îranê nede ber çavên xwe.
Yek ji sedemên sereke yên ku Îran ketiye vê rewşê ev e ku rejîmê pirên di navbera xwe û gel de hilweşandiye, ketiye nav gendeliyê, di bin maskeya olê de xizanî belav kiriye û aştiya bi gel re ava nekiriye. Ev yek di burokrasiya leşkerî û sivîl de jî xwe daye der, hejmara kesên ku dikarin bi motîvasyonek xurt ji bo rejîmê şer bikin kêm bûne û olîgarşiya girêdayî rejîmê nikare şer bike.
Divê Îran krîza xwe ya rewatiyê derbas bike û deriyên azadiyê veke ku ev yek wê hestek aîdiyetê biafirîne. Îranê hewl dide bi hişmendiya şerê sar a Xamaney re ser vê yekê binixumîne. Îran wê neçar bimîne ku şertên pir dijwar qebûl bike. Xamaney Îran xistiye nav dubendiyek wisa ku ew ê yan şertên herî dijwar îmze bikin an jî wê rêya hilweşandina Tehranê û rejîmê vebe. Olîgarşiya Îranî dema ku vê kabûsê bibîne, ji bo emrê rejîmê demek dirêjtir bike wê şertên dijwar qebûl bike.
Îsraîl piştî bandora komên ku Îran piştgiriyê dide wan şikand, êrîşî Îranê kir. Ev yek di mîmariya ewlehiya herêmî de wê şikestineke mayînden ya çawa bi xwe re derxe holê?
Tevî ku rejîma Îranê di bin van şert û mercan de bijî jî, ger xwe neguherîne wê emrê wê ne dirêj be. Tevî ku li ser piyan bimîne jî wê wekî berê nikaribe li Iraq, Yemen, Lubnan, Sûriye û Filistînê bibe aktorê diyarker. Ji ber vê yekê, pêvajo wê bandorê li mîmarî û hevsengiya ewlehiyê yên Rojhilata Navîn bike. Dibe ku em komên cîhadîst ên Sunnî li Îranê bibînin û wê bandora cîhadîstên Sunnî yên mîna DAÎŞ’ê li Iraqê zêde bibe.
Ji ber şer rîska girtina rêyên enerjiyê yên wekî Tengava Hurmuzê heye û ev yek bandoreke çawa li ewlehiya enerjiya kurevî û hevsengiyên aborî-siyasî bike?
Îran, Iraq, Kuweyt, Behrêyn, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Erebistana Siûdî û Qeter ji bo bazirganiya petrol û gaza xwezayî Tengava Hurmuzê bi kar tînin. Ji ber ku Tengava Hurmuzê ji sedî 20 bazirganiya petrolê ya cîhanê pêk tîne, DYE, Çîn û welatên Ewropayê di vî alî de pir hesas in. Ger Îran ji bo demek dirêj Tengava Hurmuzê bigire, bihayên petrol û gaza xwezayî wê bi lez bilind bibin. Ev yek wê di aboriyên cîhanî de bibe sedema enflasyonê. Rûsya wê ji bilindbûna bihayan sûdê werbigire û Tirkiye jî di nav de wê aboriyên welatên din bikeve nava tengasiyek mezin. Welatên navdar ên wekî Çîn, DYE, Îngiltere, Elmanya û Fransa vê yekê naxwazin, ger ku Îran hewl bide vê yekê bike jî wê nehêlin ku demek dirêj girtî bimîne. Ger Îran serî li vê rêyê bide, DYE dikare rasterast mudaxele bike û ev yek dikare dawiya Xamaney bîne.
Di demeke dirêj de, îhtîmala ku hêzên wekî ‘mihwera berxwedanê' têne binavkirin, xwe ji nû ve ava bikin û careke din ji bo Îsraîlê bibin gefek stratejîk heye yan na?
Ji van hêzên wekil yek jê Hûsî ne. Dibe ku Hûsî destketiyên xwe yên heyî jî winda bike, ji ber ku Îranê HAMAS û Hizbullah di nav çembera agir de hiştiye û piçûk bûye. Wisa xuya dike ku ew ê Hûsiyan jî bi tenê bihêle. Dibe ku zirareke mezin bide Hûsiyan.
Li Sûriyeyê hezeke girîng a piştevaniyê ya weke BAAS’ê winda bû û Fatimiyan û Zeynebiyan ji Sûriyeyê derketin.
Li Lubnanê Hizbullah û HAMAS’ê winda kir. Niha ji bo wî zehmet e ku dîsa vegere wir û bibe aktorê ku diyarker. Hêza wekîl Heşdî Şebî ya li Iraqê dema ku ev yek dît, di dawiya sala 2024an de êrîşên li ser Îsraîlê rawestand. Heşdî Şebî jî nikare pêngaveke bi bandor biavêje.
Avaniyên mezhebî yên li Sûriyeyê û DAÎŞ ên ku di bin siya Tirkiyeyê de ne, dikarin di vê valahiya li Îranê de êrîşî hin welatan bikin.
Li Îranê ger rejîma navendî lawaz bibe, wê ji bo Kurd û komên din ên etnîkî li Îranê derfet an jî gefên çawa derkevin holê ?
Divê vê yekê vekirî deynin holê ku artêşa Îranê li bajarên Kurdan û bajarên Belûcan dagirker e. Kurdan ne dîktatorî û ne jî nêzîkatiyek şer nîşan dane. Ev rejîmek e ku derketiye nêçîra çepgiran û wan qetil dike, yên binçav dike darve dike. Rejîmeke ku di sala 2010'an de li Girtîgeha Evînê ya ku navenda êşkenceyê ye jina Kurd a 28 salî Şîrîn Elemhulî darve kir. Rejîmek ku li ser bingeha piçek serê xwe nenixumandine nêzîkî jinan dibe û di sala 2022’an de li paytext Tehranê Jîna Emînî ji ber ku porê wê xuya dikir bi êşkence qetil kir. Zeynep Celaliyan ji sala 2008’an vir ve di bin gefa darvekirinê de ye. Jinên mîna Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Şerîfe Muhammedî di bin gefa darvekirin û êşkenceyê de di zindanan de tên girtim. Rejîmeke ku di avakirina demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê de bi ser neketiye.
Divê gelê Îranê bi lezgînî rûpelek nû veke. Ger Îran naxwaze parçe bibe, divê dev ji rêveberiya navendî berde. Divê ji bo rêveberiya xwecihî qanûn werin derxistin. Divê her gel walî, qeymeqam, şaredar û parlementoya xwecihî bi xwe hilbijêre. Divê her gel bikaribe xweparastina xwe ava bike. Divê yekîtiya dilxwazî û veqetandina dilxwazî yek ji rêgezên destûra bingehîn be. Ger ev çêbibin, ger atmosferek ku ne dijminane were afirandin, ger ziman, nasnameyên etnîkî û çandî neyên astengkirin, hêzên derve bixwazin jî wê nikaribin dest lê werdin û bandora wêranker ava bikin.
Gelo dersa ku Tirkiye ji vê yekê derxe heye?
Dersên ku Tirkiye ji Îranê derxe gelek in. Tirkiye ya ku nikare bi gelê xwe, bi Kurdan re aştiyê bike û rûpelek paqij veke, dibe ku bikeve tunela herî dijwar a dîrokê. Ger bixwaze pêşiya destwerdanên derve bigire û bê zirar ji vê tunelê derkeve, divê pira di navbera gelan de xurt bike û bi Kurdan re mîmariya wekhevî û azadiyê ava bike.